Paş ku hêzên Îraqî deverên ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatibûn dagirkirin rizgar kirin, hikûmetê dest bi programeke tekûz û astbilind a nûavakirinê û misogerkirina vegera şênîyên bêwar kir.
Lê belê hinek bajar û bajarok, tevî derbasbûyîna çar salan li ser rizgarkirina wan û derxistina DAIŞê, hîn sivîl nevegerîyane ji ber ku milîsên çekdar ên cih di cengên "rizgarkirinê" de girtibûn qebûl nakin ji wan deveran vekişin.
Li gorî rayedarên Îraqî û çalakvanan, hên bêhtir ji 900,000 sivîlan li kampên bêwarîyê dijîn, tevî ku malên wan sekinî ne û bajarên wan hatine rizgarkirin.
Wan dikarî vegerin malên xwe, weke gelek welatîyên din ênFelûca û Mûsilê yên ku ev çend sal in li malên xwe ne, lê milîs di rêya vegera wan de sekinî ne.
Milîsan nehişt ku tîmên NY û rêxistinên xwecihî û navdewletî derbasî wan deveran bibin bo belgehkirina asta wêranîyê û destnîşankirina hewcedarîyan bo xurtkirina prosesa asayîkirinê.
Bêwar nikarin vegerin
Herî kêm 200 bajarok û dora 300 gund xelk bi awayekî sînordar vegerîyaye wan, li gorî rayedarên Îraqî.
Di nav de bajarokên Curf el-Sexir û Cenabiyên li parêzgeha Babilê; Yesrib, Selman Bêk Ezîz Beled li parêzgeha Selahedînê; Cedîdah, Arar, Xamis Biyût û Uwêsat li Enbarê; Reşad li parêzgeha Kerkûkê.
Şênîyan nekarî vegerin bo bajarokên Şişan, Cemîlat, Sensal, Baz el-Şêxa, Nehir el-Îmam, Mexisa, Ebî Seîda, Şerwîn Sexîra, Şerwîn Kebîra, Tubac û Bendava Edîm li parêzgeha Dîyalayê.
Şênîyan herwiha nekarî vegerin 300 gundan li Enbar, Selahedîn, Dîyala û Nînewayê, di nav de gundên li Deşta Nînewayê, Şingalê û Tel Efer, yên ku şênîyên wan Xirîstîyan, Misilman, Asûrî û Şebek in.
Ev dever li jêr kontrola çend milîsên ser bi Îranê ve ne, Mihemed Elî, serokê rêxistineke mafên mirov ku guhlêdanê li sêwîyan û qurbanîyên tundrewî û terorîzmê dike, wiha got.
Ji wan milîsan Ketaib Hizbulah, Seraya Xuresanî, Asaib Ehl el-Heq, Hereket Nuceba, Kataib Ensar el-Hica û Lîwayê Tufûf, wî bi telîfonê ji Hewlêrê ji Diyaruna re eşkere kir.
Wî got rêxistinên xwecihî û navdewletî gotine ku ew dixwazin piştgirîya van bajaran bikin û xizmetguzarîyan li wan peyda bikin, "lê mixabin ku milîs qebûl nakin ji wan vekişin".
Wî got ku milîs "aniha wan bajarokan weke serbazgehên mezin ên dorgirtî bi kar tînin". Wî da zanîn jî "Em texmîn dikin ku komgehên wan ên çekan jî li wir in, herwiha girtî jî, ev yek jî ne yasayî ye."
"Dirêjkirina rewşa nearamîyê"
Di Gulana 2017an, serokwezîrê berê Eyad Elawî gotibû ku rewş pir kambax e li deverên ku Îran li wan xwedan bandor e.
Elawî got ku wî hewl da ku vegera bêwaran bo Curf el-Sexir hêsan bike, lê serokên milîsên Heşda Şaebî yên ser bi Îranê ve, Hadî Amirî û Ebû Mehdî Muhendis ji wî re gotin ku ew di destê Îranê de ne.
Parlemantarê berê yê Îraqî Kerîm Ebtan ji Diyaruna re got ku ev yek pir "şerm, bedexlaqî û ne mirovperwerî yre ku rê ji sivîlan re neyê dayîn ku vegerin bajarên xwe yên rizgarbûyî".
"Çawa kesekî ku mala wî bi tenê çend kîlometran dûr be divê li çolê bijî û vegera malê lê qedexe be? DAIŞ oxir kir lewra çawa ew hîna li biyabanê dijiîn" wî pirs kir.
Wî got ku "hinek alî hene hewl didin ku nerehet, tevlîhevî û nearamî li Îraqê berdewam be, ew in ên berpirs ji vê rewşê".
Ev pirs dê berîtîya herî girîng a hikûmeta nû ya Îraqî be, Mihemed Rubeyî, endamê komîteya lihevhatina niştîmanî ya hikûmetê wiha got.
"Hikûmeta nû hatiye pêkanîn berî mehekê dest bi karê xwe kiriye, û gelek pirs di ajendeya wê de ne, di nav de misogerkirina aramîyê û ewlehîyê li hemû bajarên rizgarkirî," wî ji Diyaruna re ragihand.
Wî got ku ev xebat vegera bêwaran bo warên wan dihundirîne.
Parastina serwerîya Îraqî
"Navbênkarîyên berê nekarîn ku vegera 80,000 şênîyên çend gund û bajarokên parêzgeha ku li jêr kontrola hêzên çekdar e misoger bikin," endamê encumena êlên Selahedînê Elî Cibûrî ragihand.
"Em bi gelek serok û berpirsyarên li wir civîyan, ên ku gotin ku hîna dever wêran in û ne guncan in bo jîyanê, û di hevdîtinên din de wan hebûna mînan û teqemenîyan dikir sedem," wî ji Diyaruna re got.
Wî got ku ew bi tenê dibêjin: "Dema fermana vekişînê ji me re were, em dê bi cih bînin".
Cibûrî hikûmeta berê tohmetbar kir ku ew pir nerim bû bi van milîsan re, wî şîret li serokê hikûmeta nû kir ku serwerîya yasayê misoger bike, û sewerîya Îraqê biparêze "û rê bide xelkê ku vegerin malên xwe".
Bêwarekî bi navê Bîlal Talib, ji gundê Ebî Seîda li parêzgeha Diyalayê ji Diyaruna got ku va zivistan li dergehê me dide, ew hîna li cehekî dijîn ku "ji mişkan re jî nabe".
Wî got ku di heman demê de, milîseke çekdar dest danî ser mala wî ya berfireh û vê yekê nehişt ku ew û gundîyên xwe vegerin.
Talib got ku ew aniha li jêrzemînekê li avahîyekê li Bexdayê dijî, bê dahat û mûçe, lê ew dixwaze veger mala xwe ya ku wî ji bavê xwe weraset kiriye, û ew li wê malê ji dayîk bûye û wî tevahîya jîyana xwe li wir qedandiye.
Wî got ku heta niha, wî nikarî bi tenê derbasî bajarê xwe bibe, daku bibîne ku mala wî hîna heye yan na, û wî dîyar kir ku ev milîsên ser bi Îranêdixwazin ku demografîya deverê biguherin û derfetan bo jîyaneke bi hev re û aştîyane nehêlin.