Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraq hewl dide ku muxtaran ji DAIŞê biparêze

Xalid Ta'î

Muxtarên Felûcayê di civînekê de ne bo nîqaşkirina biryarekê têkildarî piştgirîkirina hêzên ewlekarî li deverên xwe. [Wêne ji malpera fermî ya navçeya Felûcayê hatiye wergirtin]

Muxtarên Felûcayê di civînekê de ne bo nîqaşkirina biryarekê têkildarî piştgirîkirina hêzên ewlekarî li deverên xwe. [Wêne ji malpera fermî ya navçeya Felûcayê hatiye wergirtin]

Muxtar, ên ku mîna xeta pêşîn a berevanîkirina li komelgehên xwe kar dikin, bûne armanca "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji ber ku rêxistin hewl dide ku wan ji erkên wan bi dûr bixe, rayedarên navçeyê ji Diyaruna re ragihandin.

Weke kesayetên dîyar yên ku serkêşîya gund û taxan dikin, muxtar bi berfirehî bi desthilatdarîyan û hêzên elwekarî re hevahengîyê dikin bo misoger bikin ku êdî paşmahîyên DAIŞê nikarin bi dizî derbasî deverên wan bibin.

Tevî pêla êrîşên li ser malên muxtaran pêk tên, hîna piranîya wan bicesaret in.

"DAIŞ nikare me têk bibe," muxtarekî ji Felûcayê, yê ku daxwaz kir ku nasnameya wî neyê eşkerekirin ji ber sedemên ewlehî, wiha got.

Muxtarên Remadî bi desthilatdarên xwecihî re dicivin bi armanca bihêzkirina rola wan a di misogerkirina ewlehîyê de. [Wêne ji ofîsa şaredarîya Remadîyê hatiye wergirtin]

Muxtarên Remadî bi desthilatdarên xwecihî re dicivin bi armanca bihêzkirina rola wan a di misogerkirina ewlehîyê de. [Wêne ji ofîsa şaredarîya Remadîyê hatiye wergirtin]

"Me di rewşine zehmettir de li hember wan li ber xwe daye, û em dê vê pêvajoyê bidomînin heta ku em wan qir bikin," wî ji Diyaruna re got. "Hêzên me molgehên terorîzmê dişkînin, û em dê kêmûkurtîyê di bicihanîna erkê xwe yê hewalgirî de nekin."

Tundûtûjîya li hember muxtaran ne tiştekî nû ye, endamê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Nînewayê, Hesan Şebîb wiha got, û da zanîn ku ev çend sal in ku DAIŞ ew dike armanc.

"Vegera vê gefê di vê astê de nîşaneke ku rêxistin hest bi xeterîyê dike ji ber ku endamên wê yek li pey yekî tên girtin ji ber xebata hewalgirî ya muxtaran," wî ji Diyaruna got.

Muxtar roleke mezintir digerînin

Şebîb got ku muxtar dixwazin roleke ewlehî ya mezintir bigerînin, tev erkên wan ên serekî,yên ku ji çavdêrîkirina xerîban û tevgerên gumanbar li gund û taxên ew ji wan berpirs in pêk tên.

Wî got ku hinekan ji wan dest pê kir hejmara malbatên di her malekê de dihejmêrin.

Wî got ku muxtar agahîyên hûrgirlî li dor şênîyên deverên xwe ji hêzên ewlekarî re dabîn dikin, di nav de bêwarên Îraqî yên ku ji deverên din berê xwe dane deverên wan.

"Herwiha, muxtar xwedîyên gotina dawî ne di dadgehan de, ji ber ku şehdebûn û beyanname û agahîyên di destên wan de pir girîng in di dirêjkirina penceyên tohmetê de û derkirina fermanan di derheqê endamên DAIŞê de," wî got.

Şebîb got ku ev piştgirîya ji desthilatdarîyan re bersivdayîn e ji zulma DAIŞê re ye ya li hember xelkên bêsûc, "vê yekê her kes han da, di nav de muxtar, ku hertiştê ji wan were bikin bo binaxkirina terorîzmê bi awayekî giştî".

Wî got ku li hember vê yekê, endamên DAIŞê gef li muxtaran kirin, bi hêvîya ku ew dê xwe ji qedandina erkên xwe bidin paş an jî dê ji deverên xwe koçber bibin.

"Lê belê, berevajî vê yekê qewimî," wî got, wî not kir," wî got "muxtaran biryar daye û bicesaret in ku ew dê karê xwe berdewam bikin" û dê xizmeta welatê xwe bikin.

Êrîş li ser serkêşên gundan

Di destpêka Mijdarê de, AFP ragihand ku DAIŞê neh muxtar di her heft mehên derbasbûyî de li parêzgeha Kerkûkê sêdare kirin.

Berpirsyarekî ewlekarî yê xwecihî dîyar kir ku roja 2yê Mijdarê, Ebdulah Wesmî, muxtarê gundê Mehmûdîyayê li nêzî bajarokê Hewîcayê ji alîyê endamên DAIŞ ve, yên ku êrîşî mala wî kiribûn, hat serjêkirin.

Mirina wî paş kuştina muxtarê Hanûtîyayê, di 31 Cotmehê de, pêk hat.

Berpirsyarekî parêzgehê got ku roja 29ê Cotmehê "çekdarên DAIŞê êrîşî mala Mihemed Cuma, muxtarê gundê Cemasîyayê" li nêzî Hewîcayê kirin.

"Ew bi darê zorê ji mala wî birin û ew li pêşîya melê kuştin, berî ku ew birevin," berpirsyar wiha got.

Roja 26ê Mijdarê, medyaya xwecihî ragihand ku Ebdulah Hesen Elî, muxtarê Ayadîyayê li navçeya Tel Efera parêzgeha nînewayê, di êrîşekê de li ser mala wî hat îdamkirin, û jina wî bi giranî birîndar bû.

Kaxeza muxtaran li 'ba DAIŞê reş e'

Şaredarê Geyarayê, Salih Hesen got ku 73 muxtar bo gundên navçeya Geyarayê li gundewarê Mûsilê hene, û ew karê xwe yên asayî didomînin.

"Di civînên me yên bi wan re, van muxtaran teqez kir ku ew ji DAIŞê natirsin û ew dê berdewam bin di piştgirîkirina hêzên ewlekarî de heta temrandina terorîstê dawî," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku hêzên ewlekarî ruxsetan didin muxtaran "bo ew çekan hilgirin bo parastina xwe ji êrîşên terorîstan", û da zanîn ku hêzên ewlekarî û desthilatdarîyên xwecihî berdewam in di karkirina bi muxtaran re de.

"Terorîst hov in, û êrîşên wan vê yekê piştrast dikin," wî got.

Bi armanckirina muxtaran, DAIŞ hewl dide ku xwe biparêze li hember kesayetên ku ew texmîn dike ku ew çavkanîyeke girîng a gefê ne, xebîrê stratîjî Ehmed Şerîfî ji Diyaruna re ragihand.

"Kaxeza muxtaran reş e [li ba DAIŞê] ji ber xebatên wan ên berhemdar bo nehiştina terorîzmê di çarçoveya stratîjîya berhengarîdar de ya hêzên ewlekarî û hewalgirî," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500