Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq bi dehan endamên DAIŞê li Sûrîyayê dikuje

Xalid Taî

Balefireke şer a F-16 a Îraqî di vê wêneyê de xwe amade dike ku di mîsyoneke rahênanê de bifire, wêneya ku di 25 Mijdarê de li ser Înternetê hatiye weşandin. [Wêne ji Fermandarîya Hêza Asmanî ya Îraqî hatiye wergirtin] 

Balefireke şer a F-16 a Îraqî di vê wêneyê de xwe amade dike ku di mîsyoneke rahênanê de bifire, wêneya ku di 25 Mijdarê de li ser Înternetê hatiye weşandin. [Wêne ji Fermandarîya Hêza Asmanî ya Îraqî hatiye wergirtin] 

Balefirên şer ên Îraqî roja (11ê Kanûna Yekem) bajarokê Sûsayê yê Sûrî bombebaran kirin, cihê ku civîneke "Dewleta Îslamî" (ISIS) lê dihat lidarxistin, û bi dehan endamên rêxisinê kuştin, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî ragihand.

Balefirên şer ên coeyê F-16 baregehên DAIŞê li ser erdê Sûrîyayê li nêzîkî sînorê bi Îraqê armanc kirin, peyvdarê Wezareta Berevanîyê lîwa Tehsîn Xefacî ji Diyaruna re ragihand.

"Balefiran bombebarandinên giran li ser du armancên terorî li bajarokê Sûsayê yê Sûrî cîbicî kirin," wî got.

"Bombebarandinê pêşî li civîneke serkirde û endamên DAIŞê xist û 30 ji wan mirin," wî got.

Refekî balefirên şer ên Îraqî di êrîşeke asmanî de beşdar dibe di 21ê Mijdarê de. [Wêne ji Fermandarîya Hêza Asmanî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Refekî balefirên şer ên Îraqî di êrîşeke asmanî de beşdar dibe di 21ê Mijdarê de. [Wêne ji Fermandarîya Hêza Asmanî ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Paşê gelek êrîşên asmanî yên din li ser çeperên terorîstan li heman deverê hatin pêkanîn, êrîşên ku herî kêm 13 terorîst di wan de hatin kuştin, di nav wan de endamên tabûra inximasîyan [xwekujan] ên xwe amade dikirin ku bi dizî derbasî Îraqê bibin û êrîşên terorî cîbicî bikin," Xefacî got.

Êrîşa asmanî li ser bingeha "datayên deqîq ji jêderin hewalgirî yên taybet" bûn, yên ku hevgirtî bûn bi agahîyên hewalgirî yên ku ji alîyê Sûrî hatibûn wergirtin, wî daxuyand.

"Agahîyên ku me wergirtin destnîşan dikirin ku endamên DAIŞê plan dikirin ku bicivin da ku êrîşên xwe plan bikin," wî got, û anî ziman ku êrîşên asmanî "heman dema ku civîne tê de hat lidarxistin" pêk hatin da ku gelek terorîst di carekê de bên kuştin.

"Bi van operasyonên parêzî yên xwedî kuwalîte me karîbû em gelek tawanên ku dijmin plan dikirin ku wan li ser erdên me pêk bîne têk bibin, tawanên di rêya çekdarên inximasî re," Xefacî got.

Balefirên şer ên Îraqî vê salê gelek êrîş li dijî DAIŞê li Sûrîyayê cîbicî kirine.

Operasyona roja Sêşemê ya duyem bû ji cureyê xwe ji dema ,DAIŞê bajarokin li rojhilatê Sûrîyayê ji destên Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) vegerandindi dawîya Cotmehê de.

Di 20 Mijdarê de, balefirên şer ên Îraqî çeperên ku çekdarên DAIŞê xwe di wan de diveşartin li Sûsa û Baxozê li Sûrîyayê bombebaran kirin.

"Dema em dizanin ku gefeke terorî li ser ewlehîya me heye, em dê dudilî nabin ku em derbeyên herî dijwar araste bikin, em çekên dijmin jê bistînin em hem, û jêderên temwîla wî qut bikin," Xefacî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

7 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Aştî bo birayên me yên Îraqî! Xwedê we xelat bike! Îraq, Sûrîya û welatên din û herêman ji qirêja endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) paqij bike.

BERSIV BIDE

Bijî qehremanên me! Bijî Bazên Cewîyê!

BERSIV BIDE

Baş e!

BERSIV BIDE

Baş e ku em nûçeyên wiha bibihîzin.

BERSIV BIDE

Xwedê bi hedardaran re ye. Îraq û Sûrîya li ser heman xetê ne, û hîna jî destekên DAIŞê wêranîyê ji hemû gelên cîhanê re dixwazin. Tu têkilîyên wan bi mirovahîyê re tune ne. Ez hêvî dikim ji azadîxwazên cîhanê ku ew haydar bin û li gorî berpirsyarîyê bin bo parastina rûmeta mirov. Silavên min!

BERSIV BIDE

Xwedê serkeftinê bide hêza asmanî û hemû kesên qenc!

BERSIV BIDE

Babetên we pir baş in!

BERSIV BIDE