Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Tehrîr el-Şam li pey bijîşkan dikeve li bakurê Sûrîyayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Bijîşk û kadroyên tenduristîyê yên Birêveberîya Tenduristîyê ya Helebê beşdarî xwepêşandanekê li nexweşxaneyekê li gundewarê Helebê dibin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Bijîşk û kadroyên tenduristîyê yên Birêveberîya Tenduristîyê ya Helebê beşdarî xwepêşandanekê li nexweşxaneyekê li gundewarê Helebê dibin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Tehrîr el-Şam hejmarek bijîşkên ku li parêzgeha Idlibê û gundewarê Hemayê dixebitîn girtin û herwiha Birêveberîya Tenduristîyê ya Idlibê li Kefer Nubilê girt û dest danî li ser tiştên di hindirê wê de, çalakvanekî xwecihî ragihand.

"Yekîneyeke Tehrîr el-Şam êrîşî avahîya Birêveberîya Tenduristîyê ya Idlibê kir li Kefer Nubilê û hejmarek bijîşk girtin," çalakvanê Idlibî Museb Esaf wiha ji Diyaruna re got.

Esaf anî ziman ku di nav wan de Meram Şêx, Murhef Radûn, ku berpirsê tenduristîyê li herêma Medîq Qelatê ye, û Mistefa Mesrî, birêveberê nexweşxaneya Şam 4 e.

Esaf got ku yekîneya rêxistinê samanên birêveberîya tenduristîyê jî desteser kir, herwiha otombêlên bijîşkî, ambulans, telefonên kesayetî û komputerên bijîşkên ku ew girtine.

Endamên Tehrîr el-Şam êrîşekê li parêzgeha Idlibê li bakurê Sûrîyayê pêk tînin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr el-Şam êrîşekê li parêzgeha Idlibê li bakurê Sûrîyayê pêk tînin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Wî got ku hemû karmend neçar bûn ji avahîyê derbikevin, ku paşê ew hat girtin.

Esaf dîyar kir ku avahî weke navendeke ku hemû nexweşxaneyên li Idillb û Hemayê wê bi rê ve dibin e, di rêya karmendine ku rewşên awarte kordîne dikirin û herwiha bi wan kesên ku ji nexweşîyên dijwar gazin dikirin, alîkar bûn.

Wî got ku ji çaxa hevalên wan hatine girtin, hejmareke bijîşk û alîkarên bijîşkan ên li gundewarên parêzgehên Idlib û Hemayê kar dikin, xwe ji ber çavan dane alî da nebin armanca rêxistinê.

Esaf ragihand ku ev yek hişt xizmetguzarîyên bijîşkî li herêmê kêm bibin, da zanîn jî ku Meram Şêx nûjdara damarên xwînê ya bi tênê li herêmê bû.

Bijîşk hatibûn armanckirin

"Ev yekem car e ku bijîşk û karmendên tenduristîyê tên aramnckirin," Esaf got.

Tehrîr el-Şam berî demekê Dr. Ebdo Necar girtibû, ew bijîşkekî payeberz bû ku di nexweşxaneya Dêr Hesenê de li gundewarê Idlibê dixebitî, bêyî ku sedemên giritna wî dîyar bike.

Esaf anî ziman ku bijîşkên girtî gefên yekser ji rêxistinê wergirtibûn, ku endamên wê ji wan re ragihandibûn divê ew bi hevbendîyê re rûnên daku bi hev re hinek tiştan derbarê kar de korîne bikin.

Wî got ku Tehrîr el-Şam bi taybetî nasnameya çi kesê ku bi fîşekan birîndar bûye û ne ji endamên hevbendîyê ye ji wan xwest.

Esaf got ku ev kes helbet li dijî rêxistinê bûn, ku ya di şer de birîndar bûne yan jî dema ji ber wan revîyane.

Lê belê bijîşkan ev ferman pêk neanîn, û hemû rewşên birîndarbûnê derman kirin bêyî ku tu rêkarine din bistînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500