Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pisporek: birêveberîya şerîaya DAIŞê hilweşiyaye

Xalid Taî

Hêzên ewlekarîya Îraqî endamên DAIŞê di şerên rizgarkirinê de digirin, şerên li Îraqê gihane lûtkeya serkeftina li dijî rêxistina tund di 10ê Kanûna Yekem sala 2017an de îlan kir. [Wêne ji Bêrêveberîya Hewalgirîya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîya Îraqî endamên DAIŞê di şerên rizgarkirinê de digirin, şerên li Îraqê gihane lûtkeya serkeftina li dijî rêxistina tund di 10ê Kanûna Yekem sala 2017an de îlan kir. [Wêne ji Bêrêveberîya Hewalgirîya Îraqî hatiye wergirtin]

Birêveberên şerîayê yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yên berpirs bûn ji danîna idyolojîya rêxistinê, bi piranî hatin tinekirin, pisporekî Îraqî yê warê hewalgirî û ewlehî ji Diyaruna re ragihand.

"Piştî salekê ji serkeftina li dijî DAIŞê, em dikarin aniha bibêjin ku rêxistina tundrew bê birêveberên şerîayê mane," Fadil Ebû Rexîf roja Duşemê got (10ê Kanûna Yekem).

Rêxistin, di şer de û operesyonên piştî şer ên piştî rizgarkirina Îraqê, piranîya birêveberên xwe yên rûhî eger ne hemû winda kirin, Rexîf got.

"Ev birêveber beşê herî bandorbar ji binyada rêxistinê ne," wî got, "herwekî ew berpirs in bo rêbaza wê ya îdîolojî û mezhebî û bo danîna çarçoveya îdîolojîya wê ya radîkal ya giştî".

Girtîyekî DAIŞê yê tundrew li ser kamerayê di hevpeyvîneke televîzyonê de li tawanên xwe mikur hat di 18ê Tebaxa 2016an de. [Wêne ji Bêrêveberîya Hewalgirîya Îraqî hatiye wergirtin]

Girtîyekî DAIŞê yê tundrew li ser kamerayê di hevpeyvîneke televîzyonê de li tawanên xwe mikur hat di 18ê Tebaxa 2016an de. [Wêne ji Bêrêveberîya Hewalgirîya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî got ku di van salên dawî de, gelek ji van birêveberên şerîetêhatin tinekirin, ên herî balikêş di nav wan de Ebû Ebdil Rehman el-Biblawî, Ebû Mislim el-Tirkmanî, Ebû Elî el-Enbarî, û Samir Ebd Mihemed Xilêfawî yan Hacî Bekir.

Birêveberê şerîayê yê dawî yê hat tinekirin Ebû Ebdula el-Jezrawî bû, yên ku di bombebarankirineke dijwar ji alîyê topavêja Frensî ve û balefirên Îraqî û Amerîkî ve li kampa Sehmê hat tinekirin, nêzîkî sînorê Sûrî-Îraqîdi dawîya meha Mijdarê de, Ebû Rexîf got.

Êrîşa ku bi mûşekên germî yên bi leyzerê tên arastekirin lisr bingeha raportên ji alîyê şana hewalgirî ya Baz ve bû.

Herwiha êrîşê li baregehên DAIŞê yên asê yên nêzîkî sînor li bajarokê Hejîn û Sosayê xist, wî got.

El-Jezrawî yek "ji birêveberên şerîayê yê girîng bû di rêxistinê de", wî got. "Li gel payeya wî weke feqihekî pispor û Xwedannasîyê de berz e, ew berpirsê dîwan el-Jund bû [ofîsa kar û barên leşkerên DAIŞê] û guhestina terorîst û siwareyên bombekirî ji Sûrîyayê bo Îraqê û di pişt re wan diguhêzin ber bi Bexdayê ve."

bandor kêm dibe

"Birêveberîya şerîayê ya DAIŞê ji hev ketiye û hilweşiyaye û bi vî awayî bandora wê heta asteke mezin kêm bûye," Ebû Rexîf got.

"Rêxistin dide ber rûwê xwe û dixwaze piştî zicîreke derbên ku lê ketin, ew carinan hewl dide ku êrîşinan cîbicî bike da diyar bike ku hîn ew heye," wî got.

Ebû Rexîf hişyarî da ku dibe DAIŞ zorê li kurên endamên wê yên hatine kuştin, dîlkirin yan reviyane û hewl dide ku wan tecnîd bike bû "nifşekî çekdaran ê nû ".

"DAIŞ dixwaze rihekî tolhildanê di nav van zarokan de biçîne weke çawa bi gelek zarokên din re kir," wî got.

"Divê ew nemînin weke nêçîreke hêsan ji terorîstan re nemînin," wî got.

Dehê Kanûna Yekem salvegera Yekem e ya îlankirina serkeftina Îraqê li dijî DAIŞê û rizgarkirina hemû bajarên Îraqî ji bin destê wê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500