Çalakvanan got ku Tehrîr el-Şam çalakvanên xwecihî li deverê li jêr kontrola xwe li parêzgeha Idlibê li bakurê Sûrîyayê digire, ji ber ew dixwze ku herêmê û samanên wê bi temamî bixe bin kontrola xwe.
Bi rêya hêza xwe ya hov û enîya xwe ya siyasî, ya jê re tê gotin Hikûmeta Xelasê, hevbendîya tundrew dest bi çêkirina fişarê li sivîlan li deverê li jêr kontrola xwe li nav Idlibê û derdora wê kir, çalakvan Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.
Wî got ku vê yekê hişt ku alozî, nîgeranî û nerazîbûn zêde bibin, Tehrîr el-Şam jî bersiva wan bi gulebarankirina xwenîşanderan û qedexekirina xwenîşandanan da.
Xwenîşandanên hêrsdar li dijî Tehrîr el-Şam ji alîyê çalakvan, mîdyakar û şênîyên bajarê Kefir Nebilê li parêzgeha Idlibê hatin organîzkirin, bajarê ku ji hêla îdarî ve ser bi navçeya Maert el-Numan e.
Xwenîşandana ku 26ê Mijdarê dest pê kir paş terorkirina çalakvanên xwecihî Raid Faris û Hemûd Cunêd, daxwaz ji hevbendîya tundrew kir ku ji bajar bar bike û kiryarên sitemkar û zordar ên xwe derheqê sivîlan rawestîne.
Tehrîr el-Şam pêşeng û endamên komên çekdar ên li dijî wê ne teror dike, Idlibî di destpêka vê mehê de gotibû.
Hevbendîya tundrew dest didyne ser xanî, firoşgeh û zevîyên çandinîyê yên ku xwedanên wan ji deverê bêwar bûne, di nav de mulkên şênîyên Xiristîyan li parêzgehê.
Armanckirina çalakvan
Ji ber girtin û zordarîya li hember çalakvanên hawarçûnê, piranîya rêxistinên hawarçûnê neçar man ku operasyonên xwe rawestînin, ji ber tirsa li ser selametîya karmendên xwe, çalakvanê Idlibî Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.
Wî got ku Tehrîr el-Şam dixwaze ku dest deyne ser aborîya herêmê bi rêyaleystina bi nirxên sûtemenî , dexl û dan û nangehan, û da zanîn ku nirxên van pêdivîyên serekî aniha zêdeyî taqeta piranîya şênîyên herêmê ne.
"Roj tune ye ku bûyerên revandin, terorkirin û yan jî girtin li devera li jêr kontrola Tehrîr el-Şam neqewimin," rojnamegerê Sûrî Mihemed Ebdulah ji Diyaruna re got.
"Piranîya kesên tên armanckirin, ew çalakvanên ku dijberîya ramanên rêxistinê dikin," wî got, û dixuye ku ew "bi awayekî sîstematîk tên armanckirin û di çarçoveya planeke girtina kesayetên dijberîyê yê ku karin bandorê li raya giştî bikin de".
Wî got ku di nav wan de Dozgir Mihemed Nûr Hamidî, yê ku di Îlonê de hatibû revandin û "li hember $70,000 pera hat azadkirin".
"Nasnameya revîneran hat eşkerekirin û ew endamên Tehrîr el-Şam in", Ebdulah got.
Revandina bo pereyan
Ebdulah got ku haleta din revandina Wesil Omer bû, ku ew jî bazirganeke li navenda bajarê Idlibê bi amadebûna endamên Tehrîr el-Şam di Îlonê de hat serbestkirin li hember 300,000 dolarî.
Wî amaje kir ku di destpêka salê de, Dr. Mehmûd Mutleq li hember $120,000 dolarî hat serbestkirin, û heman qasê pereyan ji bo serbestkirina du nûjdarên din, bi navê Xelîl Axa û Îmad Qatinî hatin dayîn.
"Bazirganek bi navê Zahir Maemar li hember $80,000 dolarî hat berdan, û qurbanîyeke din ku rayedarekî Heyva Sor bû li bajarokê selqinê li hember $300,000 dolarî hat berdan," wî got.
Wî got ku "xuya dike ku revandin bûye jêdereke dahatê [ji Tehrîr el-Şam re]," di demekê de ku dahatên din nema diherikin, mîna bazirganîya neyasayî, ku carê bi milyonan jê dihat.