Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bombebarankirina rejîmê dibe sedema bêwarîyê li Idlibê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên Berevanîya Sivîl (Xûzeyên Sهpî) alîkarîyê bi malbatekê re dikin li gundewarê Idlibê da ku pêdivîyên xwe derxîne û ber bi deverên hundir ên parêzgehê ve biçin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Endamên Berevanîya Sivîl (Xûzeyên Sهpî) alîkarîyê bi malbatekê re dikin li gundewarê Idlibê da ku pêdivîyên xwe derxîne û ber bi deverên hundir ên parêzgehê ve biçin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Nişanên krîzêke mirovî dest pê dike li gundewarê Idlib û Hemayê dîyar dibin, di demekê de ku bêwarî zêde dibe ji ber bombebarankirina berdewam ji alîyê rejîma Sûrî û milîsên girêdayî wê, çalakekî xwecihî ji Diyaruna re got.

Deverên hundir ên parêzgeha Idlibê hêdî hêdî mişt dibin ji ber kesên ku ji gundewarê parêzgeha Idlibê û Hemayê bêwar bûne ji ber bombebarankirina berdewam, çalakekî bi navê Heysem Idlibî got.

Vê rewşê berdewam kiriye tevî ku ev dever li zona bêçek dikevin û dikevine devera ku rêkeftineke agirbestê lê heye, wî ji Diyaruna re got.

Wî got "di kêmî mehekê de, dora 5,000 malbat ji vê deverê bêwar bûne," û dîyar kir "ew gelek zehmetîyê dikişînin, bi taybet di peydakirina xanîyan de."

Malbateke bêwar li gundewarê Idlibê bi pêdivîyên xwe li pişt kemyonekê siwarê bûye. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Malbateke bêwar li gundewarê Idlibê bi pêdivîyên xwe li pişt kemyonekê siwarê bûye. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Hejmareke mezin ji wan neçar man ku li derve li çolê razin, di rewşeke zehmet a hewayê de ku ne pêdivîyên germkirinê, betanî, cil, ne guhdana tendirustî û ne jî xwarin peyda dibe.

Idlibî got ku ji ber pêla bêwarîyê ya nû, encumena xwecihî êdî nema dikare alîkarîyê ji bêwaran re dabîn bike û ew haydarîyê dide ku pêlin din ên bêwaran di rê de ne.

Bangeke lezgîn bo alîkarîyê

Encumena xwecihî li Maeret Numan bangewazîyek derxist tê de daxwaz kir ku alîkarî bi rêxistinên mirovî re were bikin ji ber şert û mercên ku bêwar rastî wan tên.

Encumenê daxwaza alîkarîya mirovî ya lezgîn kie di demekê de ku karê hewarçûnê bi temamî hatiye rawestin, Idlibî got.

"Ligel tevgera bêwarîyê ya berdewam, gelek sivîl rojane di pevçûnan de tên birîndarkirin, di nav wan de hejmareke mezin ji zarokan," wî got.

Deverên ku li jêr bombebarankirina berdewam in ev in: gundewarê rojhilatî yê Maeret Numanê, di nav de Jerjinaz û bajarokên li gundewarê başûrî yê Idlibê, di nav de Xna Şeyxûn, Tamna, Ferej, Um Celal, Sukeyk û Maen.

Idlibî got ku gundên li gundewarê bakurî yê Hemayê ev in: Tel Sexr, Hesraya, Erbeîn, el-Teh, el-Jasiyat, Heş el-Şerqîye, Letamna, Ziyare û Mûrik.

Idlibî dîyar kir ku topxaneyên ku deverê bombebaran dikin li bajarokê Mierdisê, ku raserî tevahîya navçeyê ye, û Jubeyn in, ku ew ew herdu jî li gundewarê bakurî yê Hemayê ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500