Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Lîste bi navên qurbanîyên DAIŞê li parêzgeha Nînewayê tên vekirin

Xalid Taî

Niştecîyên taxa Şûrayê ya Mûsilê şîretan ji berpirsên ewlekarî werdigirin di civînekê de ku hatiye lidarxistin bo giftûgokirina çawanîya xelaskirina deverê ji bermahîyên"Dewleta Îslamî". [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Niştecîyên taxa Şûrayê ya Mûsilê şîretan ji berpirsên ewlekarî werdigirin di civînekê de ku hatiye lidarxistin bo giftûgokirina çawanîya xelaskirina deverê ji bermahîyên"Dewleta Îslamî". [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Lîste bi navên hemû niştecîyên parêzgeha Nînewayê hatine çêkirin, niştecîyên ku derdê herî mezin ser destên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kişandin, ji ber bi piranî ew in kesên ku çalakîyên gumanbar ji desthilatdarîyê re radighînin, li gorî berpirsên Îraqî.

Wan ji Diyaruna re got ku niştecîyên sivîl ên Nînewayê bi hejmarin mezin tên da ku desthilatdarîyê bi agahîyan derbarê çalakîyên DAIŞê zêde bikin, û piranîya raportan ji qurbanîyên ku rastî tundîyê hatine li ser destê rêxistinê tên.

Yek ji agadaran ji alîyê DAIŞê ve rastî fîşekan hat dema ku wî û birayê xwe hewl dan ku par ji şerê li rojavayê Mûsilê birevin. Dema ew direviyan birayê wî hat kuştin.

"Ez şok bûm û ji wî çaxî ve min soz da ku heyfa birayê xwe û hemû qurbanîyên din hilînim," wî ji Diyaruna re got, û xwest ku neyê naskirin ji ber sedemin ewlekarî.

Leşkerên Îraqî endamên "Dewleta Îslamî" li gundê Cirnê digirin, li başûrê Mûsilê, piştî kiu wan agahî ji sivîlan wergirtin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî endamên "Dewleta Îslamî" li gundê Cirnê digirin, li başûrê Mûsilê, piştî kiu wan agahî ji sivîlan wergirtin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Ev kes û hin din ên derd kişandine yan jî trajîdîyên mîna vê li ser destên DAIŞê dîtine bi awayekî çalak çalakîyên DAIŞê yan binpêkirinên ku ew li taxên Mûsilê dibînin ji desthilatdarêîyê re radigihînin.

Cureyên agahîyan ên mîna van alîkarî bi hêzên Îraqî re kirin da ku tevgerên milîsan bişopînin û cihên xweveşartina wan bibînin.

"Ez li ti bercewendîyên kesane ji ve yekê nagerim," wî got. "Armanca min ew e ez piştrast bim ku ti terorîst bi awayekî azad tevgerê nekin, û gefê li jîyana me û siberoja zarokên me nekin."

" Min ev soz bi xwe re daye."

Sivîl nema ji tolhildanê ditirsin

Sivîlên Îraqî "tiştê ji dest wan derdikeve dikin da ku bajarên xwe biparêzin", Durêd Hikmet, şêwirmendê parêzerê Nînewayê, got.

"Hestê wan ê berpirsyarîyê bilind dibe," wî ji Diyaruna re got, û not kir ku gelek xelk alîkarî bi hêzên alîkarîyê re dikin di rêya "pêşkêşkirina çi agahîyên têkildarî çalakîyên terorî û herwiha tawana organîzkirî".

"Berê, sivîlan ti çalakîya terorîst neradigihandin ji ber ew li ser jîyana xwe ditirsiyan," wî got. "Lê piştî şerên rizgarkirinê, tişt hatin guhertin û em gelek agahîyên istixbaratî ji niştecîyên xwecihî werdigirin."

"Tiştekî normal e ku qurbanîyên operasyonên terorî ber bi me ve tên û alîkarîyê bi me re dikin weke encam ji derdê wan kişand û trauma ew rastî hatin ser destên DAIŞê," Hikmet got.

"Xelk mereqdar in ku tiştê ji dest wan were bikin da ku bajarên xwe ji xeterê biparêzin," wî anî ziman.

Piranîya êrîşên serkeftî li ser veşartgehên DAIŞê li Nînewayê ji encamên agahîyên istixbaratî ne, agahîyên ji niştecîyên sivîl ên xwecihî hatine berhevkirin, endamê encumenê Ayid Luwezî ji Diyaruna re got.

Hêzên ewlekarî dibêjin "ku niştecîyên xwecihî bi taybet ên ku serpêhatîyên zehmet ji alîyê DAIŞê ve hatine serê wan ew in ên herî piştgir ji xebatên xilaskirina bajar ji bermayîyên DAIŞê", wî got.

Agahî hêzên ewlekarîyê ber bi DAIŞê ve dibin

Polîsê Nînewayê dibêjin ku herî kêm wan 78 kes di meha Mijdarê de girtin, di nav wan de fermandar û endamên DAIŞê û hin kesên bi tawanan gumanbar. Û19 milîsên din ên ku li derveyî parêzgeha Nînewayê xwe vedişartin di heman heyamê de hatin kuştin.

Piranîya van veşartgehan bi saya xebatên sivîlan hatin dîtin, li gorî wî polîsî.

"Kiryarên terorîstan ên kirêt hiştin ku sivîl bêtir bi coş û bê tirs û guman xwe nêzîkî desthilatdarîyê bikin," Luwezî got.

"Avakirina têkilîyê di navbera kesên sivîl û hezên ewlekarîyê de tiştekî bingehîn e, ji ber çi xebata ewlekarî dê ne bandorbar be bêyî vê têkilîya xurt ," analîstê ewlekarî Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re got.

Wî got ku gelek mînak derbarê piştgirîya sivîlan hene, "mînaka herî balkêş êrîşeke asmanî ya ku Yekîneya Istixbaratên a Siqûr, ku di 18ê Mijdarê de pêk anîbû li ser bingeha wan agahîyan", agahîyên ku hêzên ewlekarîyê ber bi şeş milîsan ve birin li navçeya Qeyrewanê.

Ebû Rexîf got ku her şeş li pey teqandina xwaringeheke Mûsilê ya kujêner ya 8ê Mijdarê bûn , ku bi dehan xelk tê de hatin kuştin.

Gelek operasyonên li ser bingeha agahîyên istixbaratî yên ji alîyê sivîlan ve tên berhevkirin hatin cîbicîkirin, "bi taybet ew sivîlên ku bi awayekî kesane ziyan li ser destê terorîzmê gihiştiye wan", wî got.

"Xelkên ku bi agirê DAIŞê hatibûn şewitandin dê derfetê nedin vê rêxistina radîkal ku bimîne," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500