Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam û Ehrar el-Şam ketin nav pevçûnan de li gundewarê Idlibê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarên Enîya Rizgerxwazîya Sûrî, ku Ehrar el-Şam endamê wê ye, bi Tehrîr el-Şam re ketin pevçûnan de li gundewarê Idlibê. [[Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Çekdarên Enîya Rizgerxwazîya Sûrî, ku Ehrar el-Şam endamê wê ye, bi Tehrîr el-Şam re ketin pevçûnan de li gundewarê Idlibê. [[Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Alozîyeke mezin li başûrê parêzgeha Idlibê peyda bûye paş destpêkirina şer di navbera Tehrîr el-Şam û hevalbenda xwe ya berê Ehrar el-Şam de, û pevçûna bûn encama kuştin û birîndarbûna sivîl û şervanan, çalakvanekî xwecihî ji Diyaruna re ragihand.

Ehrar el-Şam beşekeji Enîya Rizgarîxwazîya Sûrî , ew jî hevbendîyeke destpêka vê salê hate damezrandin, û ew ji Nûredîn Zenkî û komên din ên opozîsyonê pêk tên.

Şer û pevçûn di navbera her du alîyan de li bajarokên Idlibê berdewam in, û ew ji ber nakokîyan di navbera wan de Duşemê (3yê Kanûna Yekem) gur bûn, çalakvanekî ji Idlibê bi navê Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Wî dîyar kir ku herî kêm heft çekdar û du sivîl hatine kuştin, û gelek kesên din di şer de birîndar bûne, û pevçûnên herî dijwar li navçeya Sehl el- Rûc qewimîn, navçeya ku şer pêşî lê dest pê kir.

Çekdarên Tehrîr el-Şam tevlî pevçûnan dibin li gundewarê parêzgeha Idlibê, di hewlekê de bo çespandina kontrola xwe li ser deverê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Çekdarên Tehrîr el-Şam tevlî pevçûnan dibin li gundewarê parêzgeha Idlibê, di hewlekê de bo çespandina kontrola xwe li ser deverê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

"Şer ji encama nakokîyeke di navbera her du alîyan de li ser kontrolkirina bajarokê Caderîyayê û encumena wê ya xwecihî dest pê kir," Idlibî got.

Idlibî da zanîn ku Ehrar el-Şam navendeke nû li bajarok vekiriye, û ev gav bû sedema derketina pevçûnan û belavbûneke bi giranî ya çekdarên herdu alîyan li deverê, û wan dest bi revadina endamên hevûdu kir.

Wî got ku şer bi awayekî zêde li piranîya deverê belav bû, û di encamê de Tehrîr el-Şam dest danî ser hejmarek ji gund û bajarokan, di nav de Caderîy, Îneb, Laj, Zeyzûn û Sehin.

Wî teqez kir ku pevçûn li bajarokê Qestûnê hîn didomin.

Idlibî got ku her du alîyan gelek caran şerê hev kirine bo kontrolkirina hin deveran, û da zanîn ku deverên pevçûn lê qewimîne bi hevbeşî li jêr kontrola herdu alîyan bû, li gorî rêkeftinên berê yên di navbera wan de.

Idlibî daxuyand ku ew navçe bi tenê çend kîlometreyan ji deverê li jêr kontrola rejîmê bi dûr in, û ew xwedan girîngîyeke stratejî ne ji ber ew raserî hejmarek ji rêyên serekî ne, di nav de rêya navdewletî ya Şam-Heleb.

Idlibî got ku tê payîn ev rê dîsan werin vekirin li gorî rêkeftinên navdewletî yên ku welatên destêwerdanê di qeyrana Sûrî de dikin wajû kirine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500