Banka Navendî ya Îraqî roja Çarşemê (28ê Mijdarê) ragihand ku wê firoştina dolarên Amêrîkî di rêya bankên niştîmanî yên Îraqî yên dixwazin bisafirin Îranê hilawestandiye.
Biryar weke bersiv bo pêbendîya bi cezayên Amêrîkî hat û dixwaze rê li ber çalakîyên rejîma Îranî bigire, yên ku gefan li ewlehîya navdewletî dikin.
Belgeyeke ku li ser malpera Banka Navendî hatibû weşandin, ji hêla cîgirê parêzer Munzir Ebdul Qadir Şêxilî hatiye îmzekirin, eşkere firotina dolarên Amêrîkî li bank û ofîsên veguhastinê bo rêwîyên Îraqî yên dixwazin biçin Îranî qedexe dike.
Di peyameke Wezareta Derve ya meha Îlonê de, di belgeyê de hatiye ku dolar dê di hemû mûamelatên bazirganî yên navbera Îraq û Îranê de werin qedexekirin.
Herwiha rêwîyên ku diçin Îranê divê dolaran bi diravine din biguherin.
Belge li gorî lihevkirin û biryarên Wezareta Xezîne û Banka Navendî ya Amêrîkayê derketiye, ku doza rawestandina veguhastinên darayî û mûamelatên darayî yên bi dolar bi Îarnê re dike, peyvdarê Banka Navendî Eyser Cebar got.
Cebar ji Diyaruna re ragihand ku dora sê salan bi kêmanî, Banka Navendî ya Îraqî pêbendî biryarên navdewletî ye ku dolaran bo Îranê rê neke, û ev biryara dawî beşeke wê pabendîyê ye.
Qedexeya li ser diravên biyanî
Cebar got ku bankên netewî û kargehên veguhastinan yên rêdankirî li gorî mercên Banka Navendî tevdigerin derbarê firotina dolaran bo kesên dixwazin bisafirin çi welatî ne tenê bo Îranê.
Li gorî van mercan divê firotina doralan ne kêmî $3,000 be ji her rêwîyekî re, ku tenê bo geştîyarîyê, karekî fermî, Hec û Umre, bo nexweşîyekê yan bo xwendina li derve be.
Kesên dixwazin dolaran bikerin passporteke rewa, bilêteke seferê ji kargehên firînê, û vîzak bo derbasbûnê ji wan tê xwestin herwiha şandina fermaneke fermî bo kesê xwestî.
Çênabe pere li deverên firotinê werin xerckirin, lê çêdibe gava yê rêwî di hindirê bank û kargehên veghuastinê bixwe de be. Xwestekên pêşkêşkirî belkî ji hêla kesên piçûk neyên pejirandin.
Banka Navendî buhayê firotina dolarekî bi 1.200 dînarên Îraqî dide, anku heman buhayê lêçûnê tevî qezenckirinê ye.
Amêrîka du rêzecezayên nû li ser tevahî û kesayetên Îranî sepand di 6ê Tebaxê û 5ê Midarê de. Ev ceza sektorên darayî, bazirganî û pîşesazî yên Komara Îslamî û herwiha sektorên enerjî û veguhastina deryayî armanc dikin.