Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê Diyalayê dide dûv DAIŞê di bexçeyên parêzgehê de

Xalid Taî

Hêzek ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê dii operesyoneke roja 15ê Cotmehê de beşdar bû da ku bide dûv endamên DAIŞê li nav bexçeyên navçeya Xaneqînê li rojhilatê Diyalayê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Hêzek ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê dii operesyoneke roja 15ê Cotmehê de beşdar bû da ku bide dûv endamên DAIŞê li nav bexçeyên navçeya Xaneqînê li rojhilatê Diyalayê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Fermandarîya Polîsê Diyalayê vê dawîyê îlan kir ku wê hêzeke taybet çêkiriye, hêza ku berpirs e bo şopandina bermayîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yên xwe di nav bexçeyên xwecihî de vedişêrin

Erkê vê hêza polîs ya taybet ew e ku bexçeyên Diyalayê di rêya operesyonên parêzî re ji endamên DAIŞê paqij bike, peyvdarê fermandarîyê eqîd Xalib Etîya Çarşemê (28ê Mijdarê) ji Diyarunare eşkere kir.

Wî got hêza nû hatiye rahênankirin ku bide dûv milîsên xwe di nav darên himbiz û bexçeyan de vedişêrin, cihê ku şîkatîya himbiz wan dinixumîne.

Şervanên ji hêza nû dest pê kirine bi komên veqetandî li piranîya pexçeyan belav dibin, û roja Sêşemê dest bi operesyoneke ewlekarî kirin li bexçeyên Muxêsa, Ebara û Muqdadîya bakurî.

Navgînên polîs bi pêş de diçin ber bi veşartgehên DAIŞê ve li bexçeyên Muxeysa de di vê wêneya dosyayê de ji 3yê Îlona sala 2017an ve. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Navgînên polîs bi pêş de diçin ber bi veşartgehên DAIŞê ve li bexçeyên Muxeysa de di vê wêneya dosyayê de ji 3yê Îlona sala 2017an ve. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Herwiha şervan li gundên Eswed, Xalibîya, Kesasbe û Xezrecê û bexçeyên wan belav bûne, wî got.

Di operesyona Sêşemê de, du malên DAIŞê yên amade bûn ku pêşwazîya endamên DAIŞê bikin hatin şewitandin, Etîya ragihand.

Wêrankirina veşartgehên nepenî

Etîya got ku hêza nû hatiye çêkirin"da ku hebûna terorîstan li bexçeyan tine bike", û amaje kir ku zehmet e mirov hebûna wan seh bike di rêya kifşkirina asmanî re.

Wî got ku DAIŞ her û her hewl dide cihekî xwe li wir çêke û careke din refên xwe organîz bike di rêya malên vehesinê û vaşartgehên nepenîre di nav bexçeyan de û di rêya belavkirina nîşanbazan re.

Milîsan ji erdnîgarîya tund sûd wergirtin û ji rewşa ku hêzên Îraqî nikarin navgînên serbazî bînin wan deveran û çekên giran biguhêzin, wî anî ziman.

"Ji ber vê yekê, plana me ku em bi awayekî baş wan bişopînin û ku em xwe bispêrin endamên ewlekarîyê yên rahênankirî û operesyonê me di vî warî de dê berdewam bin li gorî bernameyekî kar ê deqîq," Etîya got.

Fermandarîya polîs bi Fermandarîya Operesyonên Diyalayê re û ajansa istixbaratan û ajansên ewlekarîyê yên din re kar dike da ku nehilin bermayî û şanên DAIŞê gefê li ewlehîya parêzgehê bikin, wî got.

Wî got ku heta vê hefteyê, 18 tekekesên dihatin xwestin hatine girtin, di nav wan de pênc bepirsîya girêdayî terorîzmê, li beşin cuda ji Diyalayê.

Etîya ragihand ku Fermandarîya Polîsê Diyalayê û hêza nû dixwazin hevpeywendîyên xwe ji niştecihan qut nekin, bi taybetî niştecihên li gundan.

Wî got "em dixwazin bawerîyê di navbera xwe û sivîlan de ava bikin daku piştevanîya xebatên ewlehîyê bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500