Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Îraq alîkarîyê bi niştecîyên kampên bêwarbûnê yên li ber lehêyê çûn dike

Xalid Taî

Bêwarên Îraqî yên navxweyî bi rêz bûne da ku mazotê wergirin piştî barana xurt ya ku roja Înê (23ê Mijdarê) dest pê kir ku bû sedema lehîyeke berfereh li kampên bêwarîyê yên li bakurê welat. [Wêne ji Kampanîya belavkirina berhemên neftê hatiye wergirtin]

Bêwarên Îraqî yên navxweyî bi rêz bûne da ku mazotê wergirin piştî barana xurt ya ku roja Înê (23ê Mijdarê) dest pê kir ku bû sedema lehîyeke berfereh li kampên bêwarîyê yên li bakurê welat. [Wêne ji Kampanîya belavkirina berhemên neftê hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqê di dawîya hefteyê de kar kir da ku ber barê krîza ku ji ber lehîyê qewimî rabe li bakurê welat ji baranên xurt ên vê dawîyê.

Herî kêm 21 kes mirin û 180 kesin din hatin birîndarkirinû bi hezaran bêwar bûn ji ber baranên xurt ên ku roja Înê (23ê Mijdarê) dest pê kirin, jin û zarok di nav mirîyan de hebûn, NY û Wezareta Tendirustîyê roja Yekşemê got.

Hin ji wan noq bûn, hineke din di qezaya trafîkê de mirin, lê hineke bi kehrebê ve man yan jî xanîyên wan bi ser wan de hatin xwar, peyvdarê wezarera tendirustîyê Seyf Bedir ji AFP re ragihand

Ofîsa NY li Îraqê got barana ku barî zor li hezarên xelkan kir ku ji malên xwe derkevin.

Xwebexş pêdivîyên xwarinê ji xelkên ku ziyan gihaye wan li navçeya Şarqatê ya Selahedînê dabîn dikin. [Wêne ji Fakulteya Şarqatê ya Perwerdeya Seretayî hatiye wergirtin]

Xwebexş pêdivîyên xwarinê ji xelkên ku ziyan gihaye wan li navçeya Şarqatê ya Selahedînê dabîn dikin. [Wêne ji Fakulteya Şarqatê ya Perwerdeya Seretayî hatiye wergirtin]

Dora 10,000 kes li parêzageha Selahedînê û 15,000 li Nînewayê neçar in û hewcedarîya wan bi alîkarîyê heye, di nav wan de malbatên kampên bêwarîyê ên ku bêwar bûn piştî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di sala 2044an de girte ser deverên wan, NY got.

Li navçeya Şarqatê ya parêzgeha Selahedînê, bi hezaran mal ji ber baranê bi temamî li ber lehîyê çûn, lê li bajarê Mûsilê yê parêzgeha Nînewayê, bahozên giran dane ser du pirên serav bi dirêjahîya çemê Dijleyê, yê ku bajar dike du beş.

Hewarçûn bo bêwaran

Serokwezîr Adil Ebdil Mihdî roja Înê îlan kir ku ew şaneke krîzê ji hêzên ewlekarîyê û desthilatdarîya xwecihî çêdikir da ku hevahengîyê ji çareserîyekê re bikin.

Ji wî çaxî ve, Wezareta Koç û Koçberîyê hewarçûn ji hezarên niştecîyên ku di kampên bêwarîyê de li ber lehîyê çûn dabîn kir, Elî Ebas Jehankîr, berdestê birêveberê giştî bo birêvebirina kar û barên branş li wezaretê got.

Hevahengî bi artêşa Îraqî, ajansin hikûmetê yên din û rêxistinên navdewletî re çêbûn, wî ji Diyarunanre got.

Barana bêqam ya ku barî bû sedema dora 5000 kon li 13 kampan binav bûn û 13 kamp li başûrê Mûsilê, Jehankîr got.

"Yekser dema ku krîzê dest pê kir, me hemû tedbîrên pêwîst kirin da ku em rewşê çareser bikin," wî got. "Bêwar ji kampan hatin derxistin, av jî li kampan hat çikandin û ziyana ku giha kon û binesazîya kampan hat sazkirin."

Wî got ku bi vî awayî niştecîyê kampê karîbûn vegerin, wî anî ziman ku malbat bi alîkarîyên xwarin û hewarçûnê hatin dabînkiri, herwiha -- NY jî alkîarî kir -- betanî, doşek û balkihan û hin pêdivîyên din.

Wî got ku karmendên Wezareta Bazirganîyê pêdivî belav kirin û Wezareta Neftê mazot dabîn kir, wî teqez kir ku kirîz hat çareserkirin û rewş li kampan vegeriya normal.

Tedbîr bo çareserkirina arêşeyên hewayê

Berî demekê, Wezareta Koç û Koçberîyê dest bi guhertina konên ku nikarîbûn ku xwe li ber şert û mercên hewayê bigirin kir, Jehankîr got û anî ziman "em dê xebatên xwe di vî warî de qayim bikin".

Wî not kir ku di heman demê de tîmên endazyarîya serbazî kar dikin da ku girên axê li dora kampan rakin da ku wan ji lehîyê biparêzin.

Jehankîr got ku wezaretê bi wezaret, rêxistin û tîmên xwebexş re kar dike da ku hewarçûnê ji bi sedan gundîyên newalên Şarqatê re dabîn bikin, gundîyên ku mal û zevîyên wan li ber lehîyê çûn.

"Hêzên artêşê dora 2,000 gundîyên ku bi avê hatibûn dorpêçkirin ber bi devereke ewle ve hatin derxistin, di pişt re me ew guhestine kampeke kevin û me ew bi xwarin û hewarçûnûn lezgîn dabîn kirin," wî eşkere kir.

"Aniha xebateke mezin ji alîyê hikûmetê ve heye ku avê li kampê biçikînin û bibin çemê Dijleyê yan hewdê Sersarê û ziyana saz bikin da ku xelk karibin bi lez vegerin deverên xwe," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Sipas ji bo xebatên we yên kulîlikdar di warê dayîna hawarçûna pêwîst ji kesên ziyan gihiştiye wan. Ev yek comerdî, nazdarî û dilpakîya we nîşan dide. Xwedê serkeftinê bike para we.

BERSIV BIDE