Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êdî şanên DAIŞê hêza xwe li bajarên Enbarê ji dest didin

Xalid Taî

Fermandarê polîsê Enbarê Hadî Kesar Erzayîc girtina şaneke razayî ya DAIŞê li Felûcayê di konferaseke çapemenîyê de di meha Mijdarê de radighîne. [Wêne ji polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Fermandarê polîsê Enbarê Hadî Kesar Erzayîc girtina şaneke razayî ya DAIŞê li Felûcayê di konferaseke çapemenîyê de di meha Mijdarê de radighîne. [Wêne ji polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Şanên razayî yên bajarî yên girêdayî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) pir lewaz dibin li parêzgeha Enbarê, bi saya xebatên hêzên Îraqî bo têkbirina wan û herwiha bi saya şîyarîya niştecihên xwecihî, berpirsinan ji Diyaruna re got.

"Piştî têkçûna wê, DAIŞê bi giranî xwe spart şanên xwe yên razayî bo duristkirina pirsgirêkan li deverên rizgarkirî," endamê encumena parêzgeha Enbarê Neîm Kiûd got.

Kiûd ji Diyaruna re ragihand ku "terorîstan plan dikir ku vegerin bo çalakîyên xwe yên nepenî bi rêya tolhildanan, di rêya dayîna desthilatdarîyeke azad ji şanan re û herwiha veguhertina wan bo gefeke yekser bo sivîlan û çêkirina astengan di rêya nûavakirinê de."

Wî got ku pêngavên ewlehîyê yên berdewam û hişyarîya niştecihên xwecihî ev plan têk birin, û hêzên ewlekarîyê û ajansên hewalgirîyê "li pey sîxwurên razayî yên DAIŞê dikevin û tevgerên wan dişopînin."

Serbazekî Îraqî li kolaneke parêzgeha Enbarê pagerekê pêk tîne. [Wêne ji polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Serbazekî Îraqî li kolaneke parêzgeha Enbarê pagerekê pêk tîne. [Wêne ji polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Kiûd anî ziman ku gelek torên terorîstan ên tirsnak hatin têkbirin, ku wan di nava sivîlan de xwe vedişartin û bi serokên xwe re pêwendîdar bûn û ferman ji wan werdigirtin daku êrîşan pêk bînin.

Wî got "hêzên Îraqî pêşketineke girîng di vê yekê de kirin, bi saya piştgirîya niştecihên xwecihî, û piranîya van şanan hatin girtin ji ber agahîyên deqîq ên sivîlan."

Kiûd da zanîn ku niştecihên Enbarê ji hovîtîya terorê bi awayekî yekser êş kişandine, û aniha fêm dikin ku ewlehîya bajarên wan berpirsîyeke hevbeş e.

Girtinên berfireh

Di heyama herdu hefteyên destpêkê yên Kanûna Yekem de, ajansên hewalgirîya Îraqî li Enbarê 17 kes girtin ji ber rola wan di çalakîyên terorî de li Remadî, Felûca, li Kerma, Şeqlawîya, Amrîyata Felûca û Rutbayê.

Çavên xwecihî agahîyên hewalgirî yên bûn encama girtina wan dabîn kirin.

Di 5ê Kanûna Yekem de, polîsê Enbarê ragihand ku wan şaneke razayî ya DAIŞê li Felûcayê girtine, ku ji sê tundrewên tirsnak pêk tê: Muder Ebdul Hadî Eswed Fadil, Berekat Melûkî Mihemed Fadil û Zîyab Muşrif Ewad.

Hersê berpirsên teqîna otombîlekê û gelek êrîşan bûn, ku bombeyên bidestçêkirî bi kar tanîn û bi bombeyên mezeloq sivîl, xebatkarên ewlekarîyê û dadwerekî ku hikumên babetên terorê derdixîne armanc kirin.

Şan ji hêla fermandarê DAIŞê yê li Hewlêrê, Mihemed Yûnus Mihemed Fadil, ê ku paşê li wî bajarê hat girtin, dihat birêvebirin û piştgirîkirin.

Kifşkirina vê şanê "dawîn serkeftin" e ku rêze bidestkeftîyên hêzên ewlekarîyê dixemilîne di çarçoveya xebatên wê yên têkbirina şanên razayî yên DAIŞê, şaredarê Felûcayê Îsa Sayir wiha ji Diyaruna re got.

Sayir ragihand ku "şanên DAIŞê yek bi yek dikevin destên me," û da zanîn jî ku rêxistinê kontrola wan ji dest daye û êdî nema dikare endamine din tecnîd bike daku şûna wan bigirin.

Dorpêçkirina gefê

Sayir got ku hêzên ewlekarîyê pir karîger in di sînorkirina gefên tundrewên ku li bajarên parêzgehê xwe vedişêrin.

Wî got ku hinek ji wan belkî mabin," lê belê gelek ji wan tune ne, û herwiha ew nikarin bi azadî tevbigerin an gefeke mezin li ewlehîyê bikin."

"Endamên DAIŞê tam ji hêla niştecihan ve nepejirandî ne û tu cihekî ewle li Felûcayê ji wan re tune ye," Sayir da zanîn. "Avakirina bawerîyê di navbera niştecihên xwecihî û hêzên ewlekarîyê de bo hebûna aramîyê, tiştekî jîyandar e."

"Çalakîbûna DAIŞê ber bi paş de vedigere ji ber rêkarên parêzî yên hêzên ewlekarîyê," endamê encumena parêzgeha Enbarê Asal Fehdawî wisa ji Diyaruna re eşkere kir.

"Tişt di rêya xwe ya rast de dimeşin, û polîs, artêş, ajansên hewalgirîyê û êl hemû bo parastina bajarên xwe dixebitin," wî anî ziman.

"Tirs hin bihin ra dibe, lê hîn heye," Fehdawî got. "Em gerekdarî zêdekirina operasyonên ewlehî û berdewamkirina têkilîya xurt bi niştecihên xwecihî re ne."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500