Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Bombebarankirina zona veqetîner li Idlibê dibe sedema pêleke bêwarbûnê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Piranîya niştecîyên bajarokê Um Jelal ê parêzgeha Idlibê reviyan piştî bombebarankiina giran ji alîyê rejîmê, bombebarankirina ku gelek ziyan gihande samanan. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Piranîya niştecîyên bajarokê Um Jelal ê parêzgeha Idlibê reviyan piştî bombebarankiina giran ji alîyê rejîmê, bombebarankirina ku gelek ziyan gihande samanan. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Bombebarankirina giran ji alîyê rejîma Sûrî ku çend beş ji parêzgeha Idlibê armanc kirin bû sedema hejmerek ji qurbanîyan û ziyann gihande samanan, û zor li gelek sivîlan kir ku birevin, çalakekî Sûrî Çarşemê (21ê Mijdarê) got.

Hin bajarok bi awayekî tam ji niştecîyan hatin valakirin, û hinek din gelek ziyan giha wan û nema guncan in ji niştecîbûnê re, çalakvan Heysem Idlibî ji Diyaruna re got.

Wî got ku bajarok û gundên li rojhilat û başûrê Idlibê rastî bombebarankirineke giran bi awayekî rojane tê, tevî ku dever weke zoneke veqetîner hatibû destnîşankirinli gorî rêkeftina dawî û agirbesta ku hatibû îlankirin.

Rûsya û Tirkîya di meha Îlonê de li hev kirin ku zoneke veqetîner çîkin da ku rê li ber êrîşên rejîma Sûrî bigirin, lê tundrewên ku dora 70% ji herêmê li jêr kontrola wan in qebûl nekirin ku ji deverê vekişin, AFP ragihand.

Malbateke Bêwarbûyî ji başûrê parêzgeha Idlibê konek li zevîyeke çandinîyê vegirtiye. [Wêne ji Heysem Ilibî hatiye wergirtin]

Malbateke Bêwarbûyî ji başûrê parêzgeha Idlibê konek li zevîyeke çandinîyê vegirtiye. [Wêne ji Heysem Ilibî hatiye wergirtin]

Endamên Berevanîya Sivîl ya Sûrî (Xûzeyên Sipî) devereke ku rastî bombebarankirinê hatiye li gundewarê başûrî yê parêzgeha Idlibê fehs dikin. [Wêne ji Heysem Ilibî hatiye wergirtin]

Endamên Berevanîya Sivîl ya Sûrî (Xûzeyên Sipî) devereke ku rastî bombebarankirinê hatiye li gundewarê başûrî yê parêzgeha Idlibê fehs dikin. [Wêne ji Heysem Ilibî hatiye wergirtin]

Şer li herêmê berdewam kir, tundrewan roja Înê 22 şervanên rejîmê li bakur û rojavayê parêzgeha Hemayê, li nêzîkî zona veqetîner, kuştin.

"Hin bajarok ji ber bombebarankirina dawî hatin wêrankirin û nema guncan in ji niştecîbûnê re, di nav wan de Um Jelal, a ku encumena xwecihî ew weke devereke bobelatî îlan kirin," Idlibî ji Diyaruna re got.

Wî dîyar kir ku herî kêm 11 sivîl hatin kuştin û bi dehan di bombebarankirinê de hatin birîndarkirin, a ku bû sedema bêwarbûna ji Um Jelal, Babolîn, Jerjinaz, Temana, Ebû Mekî, Ubeyda, Sukeyk û Tehê.

Bêwar bê penageh in

Idlibî got ku niştecîyên bêwar ber bi hundirê parêzgeha Idlibê ve çûn, û hinek ber bi bajarê Idlibê ve çûn û yên mayî li zevî û bexçeyan kon vedan.

Wî got ku tu mal nînin ku vê pêla bêwarbûna nû bihewînin ji ber ku "Idlib mişt bêwar e û nema dikare pêşwazîya bêwarin din bike".

Idlibî got ku li gorî niştecîyên ji ber bombebarankirinê direvin, "bombebaranikrin ya herî dijwar bû ji destpêka şerê Sûrîyayê ve".

Dîyar e ew armanc dikin ku bi awayekî serekî "deverê ji sivîlan vala bikin û deveraa zona veqetîner a bêçek bikin deverek ku jîyan lê nebe", wan ji wî re got.

Idlibî got ku encumenên xwecihî li Idlibê banga hewarçûnê kirin û bang li rêxistinên mirovî kirin ku destwerdanê bikin û alîkarîyê bi bêwaran re bikin, bêwarên ku rastî şert û mercên seqayê yên zehmet tên.

Idlibî got ku herêm rastî pêleke barana xurt hat û sirek bi ser wan de hat, balkişand ku bi dehên malbatan li zevîyan bê penageh mane.

"Zêdeyî vê yekê, karê hawarçûnê û yê mirovî li deverê hat gîrokirin , û piranîya rêxistinên navdewletî ji herêmê vekişîyan û qebûl nekirin ku di şert û mercên heyî de kar bikin" ji ber tirsa li ser selametîya xebatkarên xwe, wî wiha anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500