Nûçeyên Iraqê
Civak

Di qonaxa paş-DAIŞê de, Nînewa perestgehên xwe nû dike

Ala Husên li Bexdayê

Raed Kiçekiçî, serokê Ofîsa Weqfên Olên Xiristîyan, Êzîdî û Sabîeyan, seredana xebatên nûkirina kenîseyan li Deşta Nînewayê dikin. [Wêne ji Dîwana Weqfên Olên Xiristîyan, Êzîdî û Sabîeyan hatiye wergirtin]

Raed Kiçekiçî, serokê Ofîsa Weqfên Olên Xiristîyan, Êzîdî û Sabîeyan, seredana xebatên nûkirina kenîseyan li Deşta Nînewayê dikin. [Wêne ji Dîwana Weqfên Olên Xiristîyan, Êzîdî û Sabîeyan hatiye wergirtin]

Parêzgeha Nînewayê, ku weke dilê civaka Xiristîyanî li Îraqê dihat naskirin, kar li ser nûkirinakenîseyên bi destê ''Dewleta Îslamî'' (DAIŞ) hatine wêrankirin dike û herwiha cihên perestinê yên mînorteyên din.

Ev yek pêbendîya parêzgehê bi piştgirîkirina rengînîya xwe ya olî û etenîk dike, ev rengînî jî beşek e ji şûnasîya wê, rayedaran wiha ji Diyaruna re anî ziman.

"Tevî ku kiryarên wêrankirinê hemû cihên perestinê dane ber xwe, çi Musilman û çi Xiristîyan, xebatên nûkirinê aniha giranîyê didin Kenîseyê," serokê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Nînewayê, Mihemed Brahîm got.

Wî ji Diyaruna re got ku "datayên hikûmeta xwecihî teqez dikin ku operasyonên çaksazîkirinê dora 40 heta 50% ji kenîseyên ku hatibûn kavilkirin yan jî hatibûn wêrankirin di heyama dagirkarîya DAIŞê li ber xwe digirin," wî ji Diyaruna re got.

Parêzgeha Nînewayê karê nûkirina kenîseyên bi destê ''Dewleta Îslamî'' (DAIŞ) hatine wêrankirin dike. [Wêne ji Dîwana Weqfên Olên Xiristîyan, Êzîdî û Sabîeyan hatiye wergirtin]

Parêzgeha Nînewayê karê nûkirina kenîseyên bi destê ''Dewleta Îslamî'' (DAIŞ) hatine wêrankirin dike. [Wêne ji Dîwana Weqfên Olên Xiristîyan, Êzîdî û Sabîeyan hatiye wergirtin]

Wî daxuyand ku karîn heye ku xebatên çaksazîkriinê di asta xwe ya herî bilind de bin "eger fînansa pêwîst hatibaye dabînkirin û karînên hikûmetê ji wiha pêşketîtir bana".

Brahîm got ku lê budceya Nînewayê "têrî çaksazîyeke gelemper nake, ji ber ku asta wêrankirinê pir bilind û hemû sektorên xizmetguzarî dide ber xwe".

Wî got ku sala par, budceya terxankirî bo nûavakirina kenîseyên Mûsilê yên Ofîsa Weqfên olî yên Xiristîyan, Êzîdî û Sabîeyan dabîn kirine dora 102 milyon dînarên Îraqî ye (85,000$).

Ev pere hatin belavkirin bo nûkirina malên perestinê li Qereqoşê û KiramlêsTel Eskuf, Betnaya, Baqûba, Bertela, Başiqa û Behzanî.

Tevî xebatên cidî yên nûavakirina kenîseyan û coşa kesên ku serpereştîan vê xebatê dikin, pir zehmet ku ew hemû kenîseyên li Mûsilê li xwe bigirin, çalakvan Cercîs Etwan ji Diyaruna re ragihand.

"Hemû kenîse bi awayekî yan yekî din ziyan gihişte wan ji ber teqîn û talanên DAIŞê," wî got, û da zanîn ku rêxistinê hinek ji wan kenîseyan mîna baregehan bi kar anîn.

Etwan got ku rêxistinê tu kenîse bi selametî nehiştine, di nav de Kenîseya Roja Qiyametê li Mûsilê û kenîseyên li Deşta Nînewayê.

Wî got ku wan herwiha kenîseyên dîrokî wêran kirine, di nav de yên li taxa Erebî ya Mûsilê, "piranîya wan kevnar in, û temenên wan bi sedên salan in, û pirtûk û parçeyên şûnwarî dihundirînin".

Handana vegera Xiristîyanan

Etwan wiha got "çaksazîkirina van kenîseyan palderekî girîng e bo Xiristîyanan bo vegerin parêzgeha xwe".

Wî got ku çaksazîkirina kenîseyan dê dilê Xiristîyanên Mûsilê xweş bike û "şîrazê civakî yê Mûsilê bi hêz bike, tevî pêlên koçberîya ji neçarî ya ku DAIŞê sepandin".

Wî got ku vegera Xiristîyanan û komên din ên mînorîteyan bo malên wan li bajar û parêzgehê dê alîkarîyê bide geşkirina aborîya xwecihî.

Atwan got ku Xiristîyan ji ber tirsên ewlehî navegerin Nînewayê, û wî bang li hikûmetê kir ku vegerê han bide bi rêya "rêkarên ewlekarî yên tund, bi taybetî li deverên ku ji alîyê olî û etnî û necadî ve têkel in".

Hikûmeta xwecihî ya Nînewayê û hêzên ewlekarîyê pêbend in bi kontrolkirina rewşa ewlehî bo vegera Xiristîyanan bo bajarên xwe, endamê encumena parêzgeha Nînewayê, Dawûd Cundî ji Diyaruna re teqez kir.

"Tu civak ji bela DAIŞ û rêxistinên terorîst ên din xelas nebûn, belê wan her kes kire armanc û mizgeft, perestgeh û cihên şûnwarî wêran kirin berî ku ew kenîseyan, dêran û perestgehên Êzîdîyan wêran bikin," wî got.

Cundî amaje bi xebatên Ofîsa Weqfên Olî yên Xiristîyan, Êzîdî û Sabîeyan kir, xebatên piştgirîkirina civaka Xiristîyanî û bidawîkirina tirsên wê yên ewlehî, ligel nûavakirina kenîseyên wan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500