Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî DAIŞê li girên Badûşê dikin armanc

Xalid Ta'î

Leşkerên Îraqî tunêleke paşmahîyên DAIŞê teftîş dikin li girên Badûşê di vê wêneyê de, ku roja Yekşemê (18ê Mijdarê). [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî tunêleke paşmahîyên DAIŞê teftîş dikin li girên Badûşê di vê wêneyê de, ku roja Yekşemê (18ê Mijdarê). [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî, bi piştevanîya hêza asmanî ya Hevpeymanîy navdewletî, dest bi operasyoneke berfireh kirin bo hedefgirtina asêgeh û komgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), Fermandarîya Operasyonên Hevbeş îro Duşemê (19ê Mijdarê) ragihand.

Yekîneyên Fermandarîya Operasyonên Nînewa û Firqeya 20ê ya Artêşê dest bi operasyonekê kirin roja Yekşemê, bi sîwaneke hewayî ya Hevpeymanîyê, peyvdarê Fermandarîyê, emîd Fîras Beşar Sebrî ji Diyaruna re ragihand.

Sebrî dîyar kir ku armanc ji operasyonan paqijkirina girên Badûşê ye, bi taybetî devera Alan li bakur rojavayê Mûsilê, ji paşmahîyên DAIŞê yên ku xwe di şikeftan de li deverê vedişêrin, û herwiha wêrankirina veşartgehên wan.

"Êrîş paş gihiştina wêne, agahî û raportên ji alîyê çavkanîyên hewalgirî bi rêya çavdêrîkirina asmanî bo tevgerên dijmin li deverên ku kendûkozên sext pêk hat," Sebrî got.

Hêzên artêşa Îraqî di operasyonekê de beşdar in ku Yekşemê (18ê Mijdarê) hatiye destpêkirin bo nehiştina paşmahîyên DAIŞê li girên Badûşê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên artêşa Îraqî di operasyonekê de beşdar in ku Yekşemê (18ê Mijdarê) hatiye destpêkirin bo nehiştina paşmahîyên DAIŞê li girên Badûşê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Di roja yekem a operasyonê, yekîneyên cengawer û balefirên şer ên Hevpeymanîyê sê tunêl li deverê wêran kirin," wî eşkere kir.

"Tunêl, yek ji wan 100 metran dirêj e, text, doşek, cil û madeyên xwarinê yên ji DAIŞê dihundirandin," wî got.

Wî got ku hejmarek ji endamên DAIŞê yên ku xwe di van veşartgehan de vedişartin hatin kuştin û "tîmên endazyarîya serbazî veşartgeh ji bombeyên bidestçêkirî paqij kirin".

Operasyon li dar in

Sebrî got ku pêngav dê dewam bike heta zincîra çiyayî ji paşmahîyên DAIŞê were paqijkirin, û heta her gefeke li ser ewlehîya gund û bajarokên nêzîk bi temamî bi dawî bibe.

"Ew di çarçoveya operasyonên parêzî de yên ku hêzên me bi dewamî li dijî dijmin li deverên cihêreng ên Nînewayê pêk tînin tê," wî daxuyand.

Sebrî got ku ev operasyon bi giranî li deverên çiyayî û giran, beravên Çemê Diclayê yên mişt şînkatî û darên piçûk ku ji terorîstan re dibin stargeh pêk tên, herwiha li deverên biyabanî li başûr-rojavayê parêzgehê.

"Di heftîyên borî de, me çend operasyon û êrîş pêk anîn û me encamên girîng bi dest xistin," wî wiha got.

Wî ragihand "me 14 terorîst kuştin û heşt tunêl wêran kirin di operasyonê de li zincîra Etşana ya çîyayî" li rojavayê Mûsilê.

Sebrî daxuyand "me 11 terorîstên din di operasyoneke din de bo maliştina biyabanê li navçeya Hederê" û deverên dikevin li rêya di navbera Mûsil û Hederê de.

"Li paş wan her du operasyonan êrîşên himbiz pêk hatin bo nehiştina DAIŞê li berava Elbû Sêf û gundên piçûk ên belawela li başûrê Mûsilê, û herwiha deverên li ser berav û qiraxên Çemê Diclayê," Sebrî wiha got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500