Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî 10 kesên hevkar ligel DAIŞê li Şerqatê digirin

Xalid Taî

Ev endamekî ewlekarîya Îraqê ye li rêbendekê li derbasgeha navçeya Şerqatê rawestîyaye, wêne roja 23êyê Cotmehê li ser Înternrtê hatiye weşandin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Şerqatê hatiye wergirtin]

Ev endamekî ewlekarîya Îraqê ye li rêbendekê li derbasgeha navçeya Şerqatê rawestîyaye, wêne roja 23êyê Cotmehê li ser Înternrtê hatiye weşandin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Şerqatê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî 10 kes girtin bi tohmeta hevkarîkirina bi endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re li bajarokê Şerqatê yê dikeve bakurê parêzgeha Selahedînê, berpirsyarekî deverê Înê (16ê Mijdarê) eşkere kir.

"Hêzên ewlekarîyê vê heftîyê lêgerîn li deverên bakurî yên Şerqatê pêk anîn," serokê encumena beşê rojhilatî yê Şerqatê, Ebdul Rehman Elî Brahîm ragihand.

Wî ji Diyaruna re eşkere kir ku heta aniha 10 kesên gunehbar bi karkirina ligel tundrewan bi rêya dabînkirina logistî li hember qasên pir gelek ên pereyan hatine girtin.

Wî got ku van kesan xwarin û pêdivîyên serekî difroştin paşmahîyên DAIŞê mîna cil, doşek, betanî û tiştên duristkirina xwarinê, bi nirxên 10 taq bilindtir ji yên bazarê bo bidestxistina qezencê.

Ev her sê kesên hevkar ligel DAIŞê yên di vê wêneyê de ji alîyê Hewalgirîya Îraqî ve li navçeya Şerqatê hatine girtin, wêne roja 20ê Îlonê hatiye girtin. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî hatiye girtin]

Ev her sê kesên hevkar ligel DAIŞê yên di vê wêneyê de ji alîyê Hewalgirîya Îraqî ve li navçeya Şerqatê hatine girtin, wêne roja 20ê Îlonê hatiye girtin. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî hatiye girtin]

Brahîm got operasyonên dabînkirinê bi awayekî raz pêk dihatin, pirê caran di tarîtîya şevê de.

Wî got ku yek ji wan qaçaxçîyan hat girtin dema ku wî qasên mezin ji xwarin û alavan radest dikrin, ku wî di traktora xwe ya çandinîyê de veşartibûn.

Wî dîyar kir ku girtin bi alîkarîya dîrekt a xelkê deverê pêk hatin, ji ber wan agahî têkildarî çalakî û cihên DAIŞê pêşkêş kirin. [Herwiha şênî dikarin pêwendîyê bi 130 bikin bo dayîna agahîyan li dor çalakîyên DAIŞê li navçeyên wan.]

Brahîm got ku ev xeberlêdan bûn encama girtina endamên DAIŞê "yên tawankar", û da zanîn ku aniha lêpirsîn bi wan re tên kirin li dor operasyon, çalakî û girêdanên wan bi DAIŞê re.

Brahîm daxuyand ku "xelkên nefs nizim hene yên ku ne xema wan e ewlehî û aramîya deverên wan û ji bo peran dikarin her tiştî bikin, divê ew werin cezakirin".

Birîna xetên îmdada DAIŞê

Brahîm got ku xebatên hevbeş ên hêzên ewlekarî û xelkê "alîkarî dan toqkirina terorîstên mayî û birîna xetên wan ên îmdadê".

Wî got ku hinek endamên DAIŞê hîna li biyabanê û di şikeftan û beravên çeman de xwe diveşêrin, mîna dorava Hilû li bakurê Şerqatê, li nêzî sînorê bi Nînewayê re.

"Lê ew kêm dibin, û bandora wan û tevgera wan pir sînordar bûye ji encama êrîşên asmanî yên hêzên hevpeymanîya navdewletî," wî got.

Brahîm eşkere kir ku balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî di rojên dawî de êrîşên asmanî yên nû li ser veşartgehên DAIŞê pêk anîn, û herî kêm 50 tundrew hatin kuştin.

Wî dîyar kir ku xelk bi van êrîşên asmanî pir dilxweş bû.

"Welatîyan encama bombebaranan û pêngavên ewlehî, yên li dar bo bidawîkirina molgehên terorîstên ku hewl didin ku gefê li deverên wan bikin bi temamî, weke dengûbasên baş reçav kir," Brahîm wiha anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Em gerekdarî gelek êrîş û lêgerînan ne bo kesên gumanbar ji ber ku hîn kesin nefspiçşk hene ku piştgirîya "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) dikin.

BERSIV BIDE