Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hevpeymanîya navdewletî û QSDê pagerîyê li ser sînorê Tirkî-Sûrî dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Karkerên avakirinê li Kobanîyê vedigerin kar piştî operasyonên pagerîyê yên hevbeş yên hevpeymanîya navdewletî û QSD yên ku aramî vegerandin devera sînorî. [Wêne ji Salih Muslim hatiye wergirtin]

Karkerên avakirinê li Kobanîyê vedigerin kar piştî operasyonên pagerîyê yên hevbeş yên hevpeymanîya navdewletî û QSD yên ku aramî vegerandin devera sînorî. [Wêne ji Salih Muslim hatiye wergirtin]

Hêzên hevpeymanîya navdewletî operasyonên pagerîyê yên hevbeş bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) re cîbicîdikin li nêzîkî Kobanê li bakur û rojhilatê Sûrîyayê, piştî deverên li rojhilat û rojavayê bajar ji alîyê Tirkîyayê ve rastî bombebarankirinê hatin.

Bombebarankirin bû sedema hejmarek ji qurbanîyan û tirs li deverê belav kir, berpirsekî QSDê got, lê rewş vegerîya normal piştî operasyonên pagerîyê dest pê kirin.

Dema ku bombebarankirinê dest pê kir, di 31ê Cotmehê de, QSD îlan kir ku wê operasyonên xwe yên serbazî li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) rawestand li devera Hecînê li rojhilatê parêzgeha Dêra Zorê.

Roja Yekşemê (11ê Mijdarê), QSD îlan kir ku ev operasyon dê dest pê bikin, piştî "têkilîyên gelek" bi hevpeymanîya navdewletî re û "çalakîya deplomatîk ya xurt" da ku avekê li agirê vê kirîzê bikin, AFP ragihand.

Operasyonên pagerîyê yên hevbeş ên QSD û hevpeymanîya navdewletî li devera sînorî li bakur û rojhilatê Sûrîyayê tên pêkanîn. [Wêne ji Salih Muslim hatiye wergirtin]

Operasyonên pagerîyê yên hevbeş ên QSD û hevpeymanîya navdewletî li devera sînorî li bakur û rojhilatê Sûrîyayê tên pêkanîn. [Wêne ji Salih Muslim hatiye wergirtin]

"Serkirdatîya QSD biryar da ku dest bi operasyonên serbazî li dijî DAIŞê bike û kar bike bo têkbirina wê bi temamî," QSD di daxuyanîyekê de got .

"Di dema ew hîn cidî ye ku bide dûv terorîzmê, herwiha (QSD) wê teqez kir ku ew cidî ye di parastina sînorê bakurê Sûrîyayê de," daxuyanîyê eşkere kir.

Operasyonên pagerîyê yên hevpeymanîyê û QSDê li devera sînorî di çarçoveya hevahengîyê di navbera herdu alîyan de tên û ew armanc dikin ku aramîyê li devera sînorî misoger bikin, birêveberê navenda medyayê ya QSD Mistefa Balî ji Diyaruna re got..

Wî got ku li gel cîbicîkirina operasyonên pagerîyê yên hevbeş, fermandarên hevpeymanîyê bang li hêzên Kurdî û Tirkî dikin ku bêna xwe fereh bikin, bo aramkirina rewşê û piştgirîkirina xebatên QSD yên li dijî terorîzmê.

Balî got ku ev operasyonên pagerîyê ti dem û ti cih ji wan re nîne û ew dê berdewam bikin heta rewş bi temamî asayî bibe.

Sivîl li ser ewlehîya xwe ditirsin

Li gorî rojnamevan Salih Mislim ê ku bi operasyonên pagerîyê yên hevpeymanîyê û QSD re li Kobanê hevrê bû, bombebarankirinê tirs xiste dilê niştecîyên sivîl û hişt ku hêzên hevpeymanîya navdewletî û operasyonên pagerîyê yên hevbeş bi QSD re bi dirêjahîya sînor pêk bîne.

Wî got ku operasyonên pagerîyê, di 2ê Mijdarê de dest pê kirin li sektorê Feratê li devera Şiyûx di Suluk, Tel Ebyed û Derbasîyê re, û li kantonên Ferat û Cezîrê yên berê.

Mislim got ku opersyonên pagerîyê "hestekî aramîyê yê bilind" li cem sivîlan çêkir û reşê şer ê ku girtibû ser deverê rakir, hişt ku bazar dest bi çalakîyên firoştin û kirînê bikin piştî ku bazirganî heta asteke bilind kêm bû.

Wî got hin sivîlên ku nêzîkî sînor dijîn, bi taybet li Kor Elî û Selîm bêwar bûn ber bi bajarê Kobanê ve, dema ku sivîlan li kobanê dest pê kir xwe amade dikin ku ji bajar derkevin dema ku rewş xirabtir bibe.

Dema ku operasyonên pagerîyê dest pê kirin, niştecî vegeriyan malên xwe piştî tenê çend rojan û fêrgeh li hin gundên ku ji ber tirsa derbarê jîyana zarokan hatibûn girtin careke din hatin vekirin.

Aramî vedigere Kobanê

Li gorî Mislim, berpirsên hevpeymanîyê û QSD ên berpirsê operasyonên pagerîyê gundî piştrast kir raportên dibêjin ku operasyonên serbazî yan ên bombebarankirinê li deverê pêkan in bi awayekî sade ne rast in.

Ji bo gelek niştecîyên Kobanê, bombebarankirinê şert û mercên ku sivîl tê re derbas bûndema DAIŞê girte ser deverê anî bîra wan , Mehmûd Ebdo, niştecîyên rojavayê Kobanê ku di çandinîyê de kar dike, wiha got.

Vê yekê tirs xiste dilê sivîlan de, wî ji Diyaruna re got, wî not kir ku hejmara qurbanîyan bilind bû --keçeke 7 salî di nav mirîyan de -- tirs zêde bû û gelekan biryar da ku ji deverê herin ji ber ew li ser jîyana xwe ditirsiyan.

Ebdo got ku gundewarê Kobanê li gundinan e ku pena li wan tine ku sivîlan ji bombebarankirinê biparêze, wî anî ziman ku rewş dest pê dike vedigere normal ji çaxa ku operasyonên pagerîyê yên hevbeş hatin îlankirin.

"Operasyonên pagerîyê hatin cîbicîkirin bi dirêjahîya şerîta sînorî û kêm caran li gundan radiwestin da ji sivîlan re piştrast bikin ku rewş aram e û çalakîya serbazî dê careke din dest pê neke," wî got.

Niştecîyên xwecihî gotin ku wan lezgînîya ku hevpeymanî û QSD bi rewşê re dan û standin da ku bombebarankirinê rawestînin û aştîyê vegerînin deverê dinirxînin, wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500