Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Topxaneya hevpeymanîyê û ya Îraqî li cihên DAIŞê dixin li Sûrîyayê

Xalid Taî

Hêzên Îraqî di vê wêneyê de bi rahînana derbarê topavêjê mijûl in, Wêneya ku di 2ê Tebaxê de hatiye weşandin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî di vê wêneyê de bi rahînana derbarê topavêjê mijûl in, Wêneya ku di 2ê Tebaxê de hatiye weşandin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Yekîneyên topavêja hevpeymanîyê û ya artêşa Îraqî li komên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên li nêzîkî sinorê Îraqê bi Sûrîyayê re dixin, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî îro Sêşemê (13ê Mijdarê) ragihand.

Ev gav hat piştî Îlana roja Yekşemê ku di sînor re, Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) dest bi Operesyona Bahoza Jezîrê kir, boDAIŞê li bajarokê Hajinê tine bike li gundewarê parêzgeha Dêra Zorê.

Di dawîya meha Cotmehê de, DAIŞê girte ser cihên sînorî ên li jêr kontrola QSDê, lerwa Îraqa ku sînorekî wê bi dirêjahîya 600 kîlomitran bi Sûrîyayê re heye hêzên din li deverê belav kirin bo xurtkirina çavdêrîyê û da ku nehêle ku tundrew bi dizî derbas bibin.

"Topaxaneya Fermandarîya Operesyonên Cezîrê û Firqeya 8mîn ya artêşê, ligel topaxneya hêzên hevpeymanîya navdewletî, dest pê kirin li komên endamên DAIŞê dixin" li ser erda Sûrî nêzîkî sînorê Îraqî, peyvdarê Wezareta Berevanîyê ya Îraqî liwa Tehsîn Xefacî ji Diyaruna re ragihand.

Leşkerên Îraqî bi rahênana derbarê topavêjê mijûl in li baregeha Eyn el-Esedê li rojavayê parêzgeha Enbarê, wêne 11ê mijdarê li ser Înternetê hatiye weşandin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî bi rahênana derbarê topavêjê mijûl in li baregeha Eyn el-Esedê li rojavayê parêzgeha Enbarê, wêne 11ê mijdarê li ser Înternetê hatiye weşandin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Berî vê me terorîst hişyar kirin û me ew di rêya belavok û nameyên me bi balefirên xwe avêtin agedar kirin ji encamên nêzbûna ji sînorên me bi dûrahîya ku em wê weke xeter reçav dikin," wî got.

Wan ev hişyarê paşguh kir, "û ji ber wê yekê me li wan xist û em dê berdewam êrîşî wan bikin û dê nehêlin ku ew li nêzîkî erdê me hebin".

"Me anîye ziman û em dubare dikin ku sînorê me xeta sor e û dema em pê bihesin ku xeter heye em bi erkê xwe radibin û em li çi kesê hewl dide sînorê tecawiz bike û ewlehîyê li welat lawaz bike dixin," Xefacî got.

"Sînorên me ewle dimînin"

"Fermandarîya Operesyonê Hevbeş a Îraqî planeke tevgir danî da ku şerîtê sînor ê bi Sûrîyayê re û devera biyabanî li rojavayê welat ewle bike," Xefacî got.

"Em dikarin xelkên xwe piştrast bikin ku sînorên me ewle ne û dê ewle bimînin û hemû şîyan û tedbîrên ji parastina wan re tên xwestin tên kirin," wî got

"Hevahengîyeke çalak bi hevpeymanîya navdewletî re heye û di rêya wê re, bi QSDê re," wî anî ziman, û not kir ku herwiha hevahengî bi hikûmeta Sûrî re di rêya Navenda Ewlekarîyê ya Hevbeş re heye.

"Armanc ji van xebatan ew e ku bi temamî DAIŞê tine bikin," wî got, û anî ziman ku "dawîyeke" serbazî û bidawîbûna hebûna DAIŞê tê pêşbînkirin.

Xefacî got ku tevgerên DAIŞê têne çavdêrîkirin.

"Wan xwest ku jêderên neftê [li devera sînorî] kontrol bikin da ku jêderereke temwîlkirinê ji xwe re misoger bikin, herwiha da ku têkilîyên wê bi rêxistinên terorîst re bimîne," wî got.

"Lê bi rastî wan xwe di zoneke kuştinê de dît û aniha ew dorpêçkirî ne," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

7 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Hîna xetera DAIŞê li nav xaka me heye. Haydar bin gelî qehremanino!

BERSIV BIDE

Xwedê hêzên Heşda Şaebî biparêze! Eger ne ji wan ba, em dê ji malên xwe derketibana. Ew ji bo me biparêzin li ber sermê dimînin.

BERSIV BIDE

Em xebatkarên polîsê sînor ê Îraqê ne. Em li parastina erda Îraqê ya pak digerin. Ev yek dê bi Firqeya 1mîn ya artêşa Îraqî ya xurt re pêk were. Ey Xweda, em ji bo aramî û ewlehîyê lavayan dikin!

BERSIV BIDE

Xwedê serkeftinê bike para we!

BERSIV BIDE

Xwedê serkeftinê bike para we!

BERSIV BIDE

Xwedê we li dijî endamên DAIŞê yên ehmeq bi ser bixe! Xwîna Heşd [a Şaebî] helbet dê winda nebe.

BERSIV BIDE

Xwedê serkeftinê bike para hêzên ewlekarîyê û hêzên Heşda Şaebî!

BERSIV BIDE