Nûçeyên Iraqê
Civak

Hotêlek tehedîyekê ji nerîtên êlan re li Îraqê çêdike

AFP

Vekirina hotêleke nû tehedîyekê zêde dike li rewşa êlîtî ya li parêzgeha Enbarê li rojavayê Îraqê, ji ber ku xelk li gorî nerîtên xwe pêşwazîyan serdanker û mêvanan li malên xwe dike. [Moaz Dulêmî/AFP]

Hotêla ji 80 textan pêk tê, ku ji alîyê karsazvanekî Îraqî yê ciwan ve hatiye avakirin, qerebalixek li Enbarê anî holê ji ber ku xelk li gorî nerîtan li malên xwe pêşwazîya mêvanan dikin, lê ew pêşketina aborî ya di qonaxa paş-DAIŞê de nîşan dide.

Lorta Remadîyê, navenda parêzgeha Enbarê, avahiyeke bilind bi çirayên nîyonan diçirisîne. "Rose Plaza Hotel" bi Erebî û Înglîzî bi ronîyan hatiye nivîsîn.

Hotêla ji 80 textan pêk tê, ku ji alîyê karsazvanekî Îraqî yê ciwan ve hatiye avakirin, qerebalixek li Enbarê anî holê, parêzgeha ku biyabanê dihundirîne û ji rojavayê Bexdayê heta bi sînorên bi Sûrîya, Urdun û Erebistana Siûdî re berfireh dibe.

Xwedanê hotêlê, yê ku taqim li xwe kiriye û pora xwe reş kirye, Mihemed Kesar rawestîyaye û berevanîyê li projeya xwe dike.

Ev wêneyê mêza pêşwazîyê ya Rose Plaza Hotel e li Remadî ku roja 3êyê Cotmeha 2018an hatiye girtin. Hotêla ku ji 80 textan pê tê ji alîyên karsazvanekî Îraqî yê ciwan vê hatiye avakirin qerbalixek li Enbarê peyda kir, ji ber ku xelk li gorî nerîtên xwe li malên xwe pêşwazîya serdankeran dikin. [Moaz Dulêmî/AFP]

Ev wêneyê mêza pêşwazîyê ya Rose Plaza Hotel e li Remadî ku roja 3êyê Cotmeha 2018an hatiye girtin. Hotêla ku ji 80 textan pê tê ji alîyên karsazvanekî Îraqî yê ciwan vê hatiye avakirin qerbalixek li Enbarê peyda kir, ji ber ku xelk li gorî nerîtên xwe li malên xwe pêşwazîya serdankeran dikin. [Moaz Dulêmî/AFP]

Ev wêneyê Rose Plaza Hotel e li Remadî, navenda parêzgeha Enbarê, ew roja 30ê Cotmehê hatiye girtin. [Moaz al-Dulêmî/AFP]

Ev wêneyê Rose Plaza Hotel e li Remadî, navenda parêzgeha Enbarê, ew roja 30ê Cotmehê hatiye girtin. [Moaz al-Dulêmî/AFP]

"Em parêzgeha comerdî û mêvanperwerîyê ne," ciwanê 29-salî wiha got.

"Lê bi rastî pêkenok e ku parêzgeha ku sêyeka xaka Îraqê pêk tîne, û li ser sê welatan vedibe û navendeke bazirganîyê ye, hotêlek lê tune be."

Aniha serdema Enbarê ye.

Ew ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di sala 2014an de hatibû dagirkirin û qedexe bû ji geştyaran re û weberanîneran re ku bi serdanên kar û berê xwe bidin wê.

Lê ji dema ku vegerîya jêr desthilatdarîya Îraqê di sala 2016an de, nûavakirin, avakirina projeyên niştecihî yên nû û projeyên bazirganî lê dest pê kirine û bazirgan ji tevahîya Îraqê vekişandine.

Loey Rafî, karsazvanekî Îraqî ye,bi dîtina Rose Plaza kêfxweş bûbû.

Wî texmîn dikir ku ew dê hinek karên îdarî li Enbarê zû biqedîne û di hema rojê de vegere Bexdaya paytext, 100 kîlometreyan dûrî Enbarê.

Lê karê wî zêdetir ji dema wî texmîn dikir dirêj kir û wî biryar da ku biçe hotêla nû.

"Çiqas ez dihatim vir, ez li mala hevalekî xwe radizam, û min şerim dikir ji ber ku min bargiranî ji wan çêdikir, ," Rafî got.

"Ev hotêl bi rastî cihê kêfxweşîyê ye, ew jîyan herkesî hêsantir dike."

Hotêl pêşketina aborî ya qonaxa paş-DAIŞê nîşan dide

Lê li Enbarê, jîyan ji alîyê êlên herêmê ve tê birêvebirin û nerîtên bav û kalên wan hakim in.

Mêvanperwerî pir girîng e, û her mêvanek bo xwarineke bi tewaş tê vexwendin û divê ew li mala şênîyekî şeva xwe derbas bike.

Xanî jî li gorî mêvanperwerîya di hişê wan de tên avakirin, û dîwanxane yan jî hêwana pêşwazîyê divê mezintirîn û bayexdartirîn odeya xanî be.

Ev yek li ba wan cihê rehetîyê ye, eger ew ser hesabê rûbera ji malbatê re be jî.

Yekane hewla berê ya vekirina hotêlekê li Remadîyê qedera wê binketin bû, ev yek ji avahîya ne temamkirî û terikandî ya li navenda bajêr dîyar e.

Kompanîya Tirkî ya li pişt hotêlê neçar bû ku dest ji projeyê di sala 2014an de berde, çaxê ku DAIŞê destê xwe danî ser bajêr. Şênî dibêjin ku tundrewan jî xwe dûrî avahiyê kiribû.

Lê hinek şênîyên Enbarê sûd ji vekirina hotêla nû wergirtin, mîna Mihemed Ehmed ê 28-salî, yê ku odeyek ji xwe re bir bo meha hingivîn a hevjînkirin xwe tê de biqedîne.

"Tu cihê min nebû ez biçim wir, û hotêl berdêleke baş e," Ehmedê ku hema riha wî derketîye û qemîsekî sipî li bejna xwe kiriye, wiha got.

Xwedanê hotêlê jî armanca wî ew e ku hotêla wî bibe meqseda zebûnan, û ew hêvî dike ku pêşwazîya delegeyên konferans û lûtkeyên nûavakirinê bike li dor pêşeroja Îraqa paş-DAIŞê.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bi xwedê, xelkên Enbarê, kesên nebaş in û kesên ku xêrê ji Îraqê re naxwazin û ew kesên baş li her deverên Îraqê, ne tenê li Enbarê, ew kesine comerd in. Dîrok vê yekê teqez dike. Xwedê xelkên me li Enbar û giştî Îraqê û her çi kesê dilê wî bi ser ol û welatê wî ve be biparêze.

BERSIV BIDE

Divê xewgeh (otêl) li her deverê hebin mîna dinyayê. Divê em tevgera geştyarî û xewgehan pêş bixin, di rêya rêzdarî û parastina hemû dab û kevneşopên me.

BERSIV BIDE