Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Pasdaran malbatên şervanên xwe li bajarokekî sînorî yê Sûrîyayê bi cih dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên milîsên ser bi Îranê ve li bajarokê Elbû Kema yê sînorî li Sûrîyayê di vê wêneyê de tên dîtin. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Endamên milîsên ser bi Îranê ve li bajarokê Elbû Kema yê sînorî li Sûrîyayê di vê wêneyê de tên dîtin. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) hewl dide sûdê ji nevegerana bêwarên Sûrî bo bajarokê xwe yê sînorî Elbû Kemal werbigire û alîgirên xwe li wê deverê bi cih bike, li gorî çalakekî xwecihî.

Ev gav dê guhertineke dîmografî li bajarok durist bike, bajarokê ku rastî bajarokê Qaimê yê Îraqî ye, ji ber ku bi dehên malbatên milîsên Îraqî û Lubnanî yên ser bi Pasdaran ve bo bajarok hatine anîn.

Çalakvan Cemîl Ebid got ku vekirina çend şaxên Cîhad el-Bîna li deverênîşaneke darîçav e li ser veguhertina demografî.

Çalakvanan dîyar kir ku Cîhad el-Bîna dezgeheke Hizbulaha Lubnanî ye û Îran wê fînanse dike, ew dezgeh bi rêya "hêza nerim" rayên xwe li nava civaka Sûrî diçîne.

Elbû Kemal bi dijwarî wêran bûye, vê yekê jî rê li ber gelek bêwaran girt ku vegerin malên xwe li bajêr. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Elbû Kemal bi dijwarî wêran bûye, vê yekê jî rê li ber gelek bêwaran girt ku vegerin malên xwe li bajêr. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

"Pasdaran sûdê ji nevegerana bêwarên Sûrî bo malên xwe li Elbû Kemalê werdigire bo bicihkirina bêhtir ji 70 malbatên alîgirên Îranê li deverê" Ebid ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku Pasdaran rê li ber bicihkirina wan vekir bi rêya vekirina hejmarek ji navendên xizmetguzarî, di nav de yên ser bi Cîhad el-Bîna, yaneyên Husênî û navendên arastekirina olî.

Ebid got ku baregehên serbazî dikevin nava deverên niştecihbûyî de.

Ebid got ku ev berfirehbûn di demekê de ku meha borî milîsên ser bi Pasdaran ve yên li deverê vekişiyan, ew milîs bi serkêşîya Firqey Fetemiyûn in, ew jî milîseke Afxanî ye ku li jêr fermandarîya efserên Îranî li Sûrîyayê şer dike.

Ebid daxuyand ku paş vê gavê, hinek baregehên serbazî li deverê hatin valakirin û malbatên li wan hatin vehewandin.

Malbatên biyanî diherikin bajarok

Wî got ku piranîya malbatên ku li Elbû Kemalê hatine bicihkirin yên çekdarên Hizbulaha Lubnanî û Tevgera Nuceba ya Îraqî ye, ligel hinek malbatên efser û fermandarên Îranî û Afxanî yên Fatemiyûn.

Ebid got ku sedema sereke ya ku bêwar venagerin, ew e ku ew sozên rejîma Sûrîyayê bawer nakin, ên ku dibêjin: ew dê nebin armanca tu operasyonên elwekarî û dê rastî tu girtineke bêserûber neyên.

"Rewşa leşkerîya neçarî di rêzên artêşa rejîma Sûrîyayê de û fermanên qedandina leşkerîya neçarî tirseke din a malbatan e," wî got.

"Ew ji pevçûnên bi milîsên ser bi Pasdaran ve ditirsin, ji ber provaksyon gelek in û tohmetên gurkirina alozîyên tayifgerî pir in, ev jî dikarinber bi serencamên xerab ve bibin," Ebid got.

Ebid dîyar kir ku hinek şênîyan xanîyên xwe firoştine simsaran, û wan ji alîyê xwe ve firoştîye endamên milîsên ser bi Îranê ve, ev yek jî weke planeke mebestdar tê dîtin bo bicihbûna li bajêr bi awayekî berfireh.

Ebid daxuyand ku bo rêgirtin li ber egera vegera şênîyên awarebûyî, rejîma Sûrî rê li ber çi karê çaksazkirina malên bi awayekî berfireh ziyandar û wêranbûyî ji ber şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girt.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500