Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Piştgirîya bo nexweşgeha serekî ya Idlibê tê rawestandin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Stafên nûjdarî li parêzgeha Idliba Sûrîyayê rastî kêmbûna mûçeyan tên ji ber rawestandina piştgirîya navdewletî. [Wêne ji Osama Qenber hatiye wergirtin]

Stafên nûjdarî li parêzgeha Idliba Sûrîyayê rastî kêmbûna mûçeyan tên ji ber rawestandina piştgirîya navdewletî. [Wêne ji Osama Qenber hatiye wergirtin]

Sivîl li parêzgeha Idliba Sûrîyayê rastî xeterîya daketineke di xizmetguzarîyên nûjdarî tên ji ber rawestana piştgirîya navdewletî bo nexweşgeheke girîng.

Nexweşgeha Nexweşîyên Hinav ya Idlibê xizmetguzarîyên nûjdarî ji bi dehên hezarên şênîyên Idlibê re dabîn dike, û herwiha ji şênîyên ku ji gundewarên Helebê û Hemayê tên re.

Şênî ditirsin ku biryara Hewarçûna Navdewletî ya rawestandina piştgirîya xwe bo nexweşgehê bibe sedema daketineke mezin di xizmetguzarîyên nûjdarî de li herêmê, perestarekî bi navê Osama Qenber ji Idlibê ji Diyaruna re ragihand.

Qenber got ku nexweşgeha Idlibê navendeke girîng e ku xizmetguzarîyên bijîşkî yên giştgîr dabîn dike û karîn û şiyanên wê ji yên nexweşgehên din ên piçûk bêhtir in.

Nexweş bendewarîya çareserîyê dikin li nexweşgehekê li parêzgeha Idliba Sûrîyayê. [Wêne ji Osama Qenber hatiye wergirtin]

Nexweş bendewarîya çareserîyê dikin li nexweşgehekê li parêzgeha Idliba Sûrîyayê. [Wêne ji Osama Qenber hatiye wergirtin]

Qenber got ku piranîya nexweşgehan li Idlibê xeterîya rawestana operasyonên xwe yan jî herî kêm sînordarkirina xizmetguzarîyên ew dabîn dikin jîyan dikin, piştî ku piştgirîya navdewletî ji ber sedemên cihêreng hat rawestandin.

"Di nav van nexweşgehên ku bandor li wan bûye Nexweşgeha Nexweşîyên Hinav e, ya ku mezintirîn nexweşgeh e, û haletên tengav û haletên hewarîyê bo wê tên veguhstin ji ber karînên wê yên taknîkî û mirovî," Qenber daxuyand.

Rawestan bandrorên xwe dike

Qenber da zanîn ku rawestandina piştgirîya ji Nexweşgeha Nexweşîyên Hinav re destpêka Mijdarê kete di warê bicihanînê de.

Wî got ku birêveberîya nexweşgehê hewl dide ku çareserîyekê peyda bike bo xwe ji qedera girtinê bi dûr bigire, ji ber ku ew tê wateya ku dê bi hezaran şênîyê Idlib, Hema, Helebê û kampên bêwaran ji guhdarîya nûjdarî ya pispordarî mehrûm bike.

Wî got ku standina pereyan ji nexweşan, herçiqas kêm bin jî, dê barê darayî yê şênîyê Idlibê giran bike, yên ku ji berê ve rewşeke aborî ya zehmet jîyan dikin.

"Piranîya yên ku ji bo çareserîyê tên bêwar in, û ew nikarin pêdivîyên xwe yên bingehîn dabîn bikin," wî got.

Qenber got ku dê rawestandin bi rasterast bandorê li karîna nexweşgehê ya peydakirina pêwîstîyên nûjdarî, mazota pêwîst bo jenetoran û alavên oksecînê bike, û dê bandorê li mûçeyên bijîşkan, perestaran û xebatkarên nexweşgehê bike.

Qenber got ku dê biryar bihêle gelek xebatkarên nûjdarî û stafên piştevan berê xwe bidin deverên din yan jî karê xwe rawestînin ji ber rawestana mûçeyên wan.

"Tu sedemek ji rawestandina piştgirîyê re tune ye," Qenber got.

Qenber dîyar kir ku dibe rêxistinên daner giranîya xebatên xwe veguhezin devera ku rêkeftina agirbestê li wir heye, lê belê rewşa aniha ya nebûna yasayê li parêzgehê stafê nûjdarî dixe xeterîya bûyerên mîna revandina bo daxwazkirina pereyan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500