Bajarê Kobanê yê Sûrî roja 1ê Mijdarê Roja Navdewletî ya Piştgirîya Kobanê pîroz kir bo xelatkirina berxwedana wê ya li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).
Ev bone yekem car di 1ê Mijdara 2014an de hat dest pêk kir, bo teqezkirina berxwedana Kobanê li dijî DAIŞê û xerasên giran ên gihan rêxistinê, tiştê ku ew neçar kir ku vekêşe piştî wê piranîya bajêr dagir kiribû.
"Ev berxwedan li cîhanê nav û dengê xwe veda, û 1ê Mijdarê weke Roja Navdewletî ya Piştgirîya Kobanê hat naskirin, piştî ku di vê rojê de sala2014an meş û xwepêşandan hatin lidarxisitn bo piştgirîkirina bajêr," niştecihekî Kobanê yê bi navê Hîşam Husên wisa ji Diyaruna re ragihand.
Hîşam Husên got ku îsal şahîkirin xwedî çêjeke taybet e, çimkî ew piştî rêzetêkçûyînên DAIŞê ên li Sûrîya û li Îraqê tê.
Husên got ku ew her sal li şahîyê hazir dibe, û wî gelek xizmên xwe winda kirine gava rêxistin derbasî bajêr bû, hinek ji wan di şer de hatin kuştin û hinek din jî hatin bidarvekirin.
Husên dîyar kir ku birayê Husên ê jê piçûktir jî ji hêla DAIŞê hate girtin lê paşê hat rizgarkirin.
"Eger berxwedanîya Kobanî nebaye, êdî tu kes nizanî ka dê rewşa herêmê bi giştî çawa ba aniha, û dê çi qas kuştin, wêrankirin û tawankarî qewimî baye," wî anî ziman.
Pêşangeha bîranînên wêneyên operasyonan
Xelk ji her deverên bakurê Sûrîyayê yên ji DAIŞê hatine rizgarkirin îsal li pîrozbahîyê hazir bûbûn, di nav de şandeyên siyasî û giştî ji bajarên Reqa, Minbic û Til Ebyedê.
Herwiha hejmarek sazûmenîyên civaka sivîl ên li herêmê dixebitin û hinek partîyên siyasî jî hazir bûn.
Pîrozbahî bi meşeke mezin dest pê kir, ku ji qada Jina Azad dest pê kir heta qada Şehîd Egîd li navenda bajêr.
Hinek berpirsên herêmê gotarên tekezî li ser pêwîstîya berxwedanîya li dijî terorê dikin pêşkêş kirin, û komine muzîkê yên ji gelek temenan pêk dihatin stranine gelêrî û şoreşgerî stran.
Husên eşkere kir ku pêşangeha wêneyan ji hêla Navenda Şopdarên Rojê hat sazkirin û pir kes lê amade bûn.
Pêşangehê wênene operasyonên ku li dijî DAIŞê pêk hatine belge kir, "ne tenê li Kobanê lê li hemû deverên bakur û rojhilatî Sûrîyayê jî," wî got.
Pêşangehê wênene kêmpeyda hundirandin, yên ku di dema cengê de hatine giritn û hineke din ên xwedî goşeyeke mirovatî û wênene şehîdên li cengên li dijî DAIŞê de mirin.