Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî stratîjîyên xwe pêş dixin bo dorpêçkirina xeterîya DAIŞê

Xalid Taî

Karmendên ewlekarîya Îraqî di rahînaneke serbazî de beşdar dibin da ku jêhatîyên xwe yên şer pêş bixin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Karmendên ewlekarîya Îraqî di rahînaneke serbazî de beşdar dibin da ku jêhatîyên xwe yên şer pêş bixin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî stratîjîyên xwe nû dikin da ku bi xwezaya gefa "Dewleta Îslamî" ya pêşketî re guncan bin, berpirsan got.

Piştî ku erd ji dest wê çû li Îraqê, DAIŞê dest pê kir rêbazên taktîkên şerê gerîla bi kar tînin, taktîkên ku wê xwe disparte wan berî ew were ser hukim, pisporê stratîjî Ehmed Şerîf ji Diyaruna re got.

Di nav wan tektîkan de êrîşên ker û fer -- êrîşên ku hejmareke piçûk a çekdaran pêk tînin ku xwe dispêrin hêmanê lez û ji nişkî ve -- ên ku piştî wan tawanbar bi lez vedikişîyan, wî ji Diyaruna re got.

Armancên van êrîşan "gelek caran gund, navendên ewlekarî, sazemenîyên girîng û rêyên guhastinê yên dûrdest in, ên hêsan e ji wan re ku ji wan birevin", wî got, û not kir ku di pişt re tawanbar ber bi biyaban, newal û deverên bilind ve direvin.

Endamekî hêzên ewlekarîyê yên Îraqî belgeyên nasnameyan li xaleke pêşkinînê seh dike li parêzgeha Enbarê. [Wêne ji birêveberîya polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Endamekî hêzên ewlekarîyê yên Îraqî belgeyên nasnameyan li xaleke pêşkinînê seh dike li parêzgeha Enbarê. [Wêne ji birêveberîya polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Şerîf got ku herwiha DAIŞ di êrîşên xwe de giranîyê dide armancên ku li bajarin ji alîyê etnîkî ve rengîn in.

Lê "hêzên ewlekarîyê çi guhertin di taktîkên rêxistinê de hebin bi awayekî tam xwe bi wan re digunjîn", wî anî ziman, û li gor wê planên xwe yên dijberîyê nû dike.

Şerîf da zanîn ku hêzên Îraqî armanc dikin ku xebatên xwe yên istixbaratî duqat bikin da ku amadekaryê ji êrîşên DAIŞê re bikin, û ji ber vê yekê pêdivîyên çavdêrîya elektronî û sîstemên çavdêrîyê û navgînên cewî yên bê balefirvan.

"DAIŞ aniha di rewşeke bipaşveçûnê de ye û gelekî lawaz e ji ber operasyonên serbazî yên li dijî wê hatin cîbicîkirin." wî got, "Lê ev nayê wateya ku gef nemaye."

Hêzên Îraqî hîn hişyar in

"Bombebarankirina bazaran taktîkeke nû,"endamê komîteya ewlekarîyê ya encumena parêzgeha Nînewayê Binyan Cerba behsa êrîşa bi otombîleke bombrêjkirî ya DAIŞê roja 23ê Cotmehê kir, ya ku li kolaneke bazarê li Geyarîyayê hat teqandin, û şeş kes kuştin.

"Hêzên me ji hemû tektîkên ji alîyê terorîstan ve tên bikaranîn hişyar in û eger dijmin karibe carekê ewlekarîyê bin pê bike, bi dehên caran ew bi binket di pêkanîna armancên xwe de, bi saya hişyarîya van hêzan," wî got.

Cerba got ku Operasyonên ewlekarî yên parêzî bûn encama jihevxistina şanên DAIŞê û wêrankirina çavkanîyên samanê û veşartgehên rêxistinê.

Wî daxuyand ku vê dawîyê hêzên ewlekarîyê êrîşeke DAIŞê ya mezin li parêzgeha Nînewayê têk bir ya ku tê de otombîleke bombrêjkirî bi 100 kîlogram ji teqemenîyên C-4 hatibû bikaranîn.

Di heman demê de, Cerba teqez kir ku divê hejmara karmendên ewlekarîyê li Nînewayê zêde bibe, û not kir ku hêzên aniha tenê sêyekê ji hêza mirovî ya tê xwestin pêk tîne.

"Divê derîyê tecnîdkirinê careke din were vekirin û ew kesên ji xizmetê hatin berdan eger ne ji ber sedemeke ewlehî be divê vegerin xizmetê," wî got.

Hejmara çekdarên DAIŞ piştî têkçûnê "kêm dibe"

"Hêzên ewlekarîyê aniha bi awayekî baş rahênankirî ne û bi awayekî berfereh pispor e" di têkbirina êrîşên DAIŞê , profesorê zanista siyasî Xalid Ebdul Îlah ji Diyaruna re got.

Wî pisporî got ku herwiha planên ewlekarî yên nerm hene, teknolojîya pêşketî û şîyana serbazî ya astbilind ên ku ew berdewam li ser pêşxistina wan kar dikin, da ku bersiva berhengarîyên ku gefên tund çêdikin bikin, wî got.

Ebdul Îlah got. ku bikaranîna DAIŞê ji êrîşên ker û fer re û êrîşên gur re "bi awayekî sereke nîşaneke dîyar a lawazbûna wê ye û hewldaneke da ku rêyekê ji cîbicîkirina êrîşên xwe re li ser erdê bi her lêçûnê bibîne".

Wî got ku em dikarin bibêjin ku weke van êrîşan hewldanine bê sûd in bo bilindkirina moralên endamên mayî yên rêxistinê.

Ebdul Îlah got ku herifandina rêxistinê herwiha ji prosesa "terşîqê" (kêmkirin) dîyar dibe, ya ji hêla DAIŞê dihat bikaranîn da ku ji nû ve bingeha xwe ava bike piştî têkçûyînên wê, ku wê bêhtirî neh dîwanan hilweşandin û tenê sê ji wan hiştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500