Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq ewlehîya sînor qayim dike paş vekişîna QSD ji Hecîna Sûrîyayê

Xalid Taî

Fermandarên ewlekarî yên Îraqî çavdêrîya sînorê bi Sûrîyayê re dikin. [Wêne ji Pasevanên Sînor ên Fermandarîya Navçeya 2yem hatiye wergirtin]

Fermandarên ewlekarî yên Îraqî çavdêrîya sînorê bi Sûrîyayê re dikin. [Wêne ji Pasevanên Sînor ên Fermandarîya Navçeya 2yem hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî yên li ser sînorê bi Sûrîyayê re cih digirin di amadebaşîyê de ne paş vekişîna Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) li hember êrîşeke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li ser Hecînê li nêzî sînorê bi Îraqê re, berpirsekî Îraqî ji Diyaruna re Duşemê (29ê Cotmehê) ragihand.

DAIŞê hevbendîya Erebî-Kurdî ji asêgeha xwe li rojhilatê Sûrîyayê, û bi dehan şervan kuştin, AFP Yekşemê ragihand.

Fermandarekî QSD, ku daxwaz kir navê wî neyê eşkerekirin, piştrast kir ku QSD ji Hecînê vekişiya piştî heft mehan ji êrîşan.

QSD pêngava xwe bo vegerandina asêgeha DAIŞê di 10ê Îlonê de dest pê kir. Lêbelê ew rastî şerekî dijwar tê, û toz di berjewendîya DAIŞê de ye, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

"Di êrîşeke dijber de ji Înê heta berbanga Yekşemê, DAIŞê hemû cihên ku QSD ew vegerandin li Hecînê kontrol kirin," serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Rewangehê ragihand ku 72 şervanên QSDê hatine kuştin, û DAIŞê sûd ji pêla tozê wergirtiye û ew bû rêgir li ber êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê, herwiha DAIŞê çekdarên xwekujî bi dijwarî di şeran de bi kar anîne.

Fermandarê QSD got ku hêzên wan rastî "gerdelûleke tozê hatine" û ew neşehrezayî kendûkozên deverê ne.

Vajî DAIŞê, "hêzên me deverê nas nakin û nikarin di rewşeke ku bînahî tê de sifir e tevbigerin", fermandar wiha got.

"Piştevanîyên serbazî û çekên giran bo enîyê hatin şandin û hinek yekîne bi yekîneyên ezmûndartir hatin guhertin," rewangehê got.

"Em dê pêngaveke serbazî ya nû dest pê bikin dema ku hêzên piştevanîyê bigihin," wî got.

Îraq di rewşa "berevanîya giştî" de ye

DAIŞê çend bajarok li rojhilatê Çemê Feratê kontrol kirin, ku yên girîng Sûsa û Baxozê ne, û ew li nêzî sînorê bi Îraqê re ne.

Îraqê yekîneyên berpirs ji ewlekirina sînorê bi Sûrîyayê re dixe tevgerê, berdevkê Wezareta Berevanîya Îraqî, emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re ragihand.

"Lîwayên topxaneyê jî hatine bicihkirin," wî got, û da zanîn ku ew dê li hember her gefeke li dijî xaka Îraqê bikevin tevgerê.

Ev rêkar hevdem in ligel "xebatên hewalgirî û koleçanên bi dîqet li ser bingeha teknolojîya pêşketî", Resûl ragihand.

Resûl dîyar kir ku li di vê werzê salê de li deverên sînorî pêlên tozê hene û rewşa hewayê xerab û zehmet e, û DAIŞ sûdê ji vê yekê werdigire.

"Lê em hesabê xwe dikin û hêzên me kamîrayên li ser germahîyê dixebitin û amûrên pêşketî û nûjen bi kar tînin, û ew pir bi bandor in di çavdêrîkirinê de û di dîtina terorîstên ku bi dizî derbas dibin de," wî got.

Ev amûr dikarin ku her tevgereke DAIŞê bivêbirînin "heta di rewşên herî xerab de", li gorî Resûl.

Resûl daxuyand ku hêzên ewlekarî bi awayekî berdewam operasyonên ewlekarî li biyabanê pêk tînin di çarçoveya lêgerîna li paşmahîyên DAIŞê, û ev operasyonên parêzî û bi kwalîtî dijmin nerehet hiştine û veşartgeh û stargehên wî yên ewleh wêran kirine.

Tu vê mijarê diecibînî?

4 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bi Xweda, ew li herdu beşên rojavayî û rojhilatî yên Mûsil hene. Hikûmet ji vê yekê agahdar e. Me ew xeberdar kirine, lê wan guh neda me. Xweda mafê me ji vê hikûmetê bistîne.

BERSIV BIDE

Em hemû li pişta hêzên xwe yên çekdar ên qehreman in.

BERSIV BIDE

Ey Xweda, serkeftinê bike para artêşa me û Heşda me û kafiran û bêbaweran ji nav bibe.

BERSIV BIDE

Şanên razayî li Mûsilê vegerîyan û tu kes li dijî wan tiştekî nake. Ajansên ewlekarîyê wan ji bo peran diparêzin. Tika dikim ku hûn haydar bin berî dem ji dest me biçe. Xwedê hêzên me yên ewlekarîyê yên dilsoz û rast biparêze!

BERSIV BIDE