Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq ewlehîya sînor qayim dike di demekê de ku DAIŞ li Sûrîyayê têk diçe

Xalid Taî

Zabitên meydanî yên Îraqî devereke sînorî bi Sûrîyayê re teftîş dikin daku nehêlin endamên DAIŞê bi dizî derbas bibin. [Wêne ji Fermandarîya Pasevanîya Sînor hatiye wergirtin]

Zabitên meydanî yên Îraqî devereke sînorî bi Sûrîyayê re teftîş dikin daku nehêlin endamên DAIŞê bi dizî derbas bibin. [Wêne ji Fermandarîya Pasevanîya Sînor hatiye wergirtin]

Rewşa "Dewleta Îslamî" tengav e li deverên li dirêjahîya sînorê Îraqî, ji ber ku rêxistin ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk li alîyê Sûrî û ji alîyê hêzên Îraqî û êlî ve li Îraqê hatiye dorpêçkirin.

QSD çekdarên DAIŞê li Hejînê dorpêç kirine, ku ew devereke sînorî ya biçûçik e li gundewarê parêzgeha Dêra Zorê li rojhilatê Sûrîyayê, û ew yek ji asêgehên DAIŞê yên dawî ye li welat.

Zexta serbazî li dijî DAIŞê bê navber e ji 11ê Îlonê ve dema ku QSD îlan kir ku wan dest bi Pêngava Dawî ji Operesyona Bahoza Cezîrê kiriyedaku DAIŞê ji Dêra Zorê û Hesekê der bikin.

Di heman demê de, li alîyê din ê sînor, hêzên Îraqî û êlên Enbarê dest bi xebatên xwe yên çavdêrî û şopandinê kirin daku nehêlin çekdar bi dizî derbasî Îraqê bibin.

Zabitên meydanî yên Îraqî devereke sînorî bi Sûrîyayê re teftîş dikin daku nehêlin endamên DAIŞê bi dizî derbas bibin. [Wêne ji Fermandarîya Pasevanîya Sînor hatiye wergirtin]

Zabitên meydanî yên Îraqî devereke sînorî bi Sûrîyayê re teftîş dikin daku nehêlin endamên DAIŞê bi dizî derbas bibin. [Wêne ji Fermandarîya Pasevanîya Sînor hatiye wergirtin]

Tedbîrên dijwartir

Berpirsên Îraqî dest pê kirin tedbîr û planên dijwartir cîbicî dikin daku sînor qayim bikin bi hevahengî bi QSD re da ku DAIŞê ji Hecînê der bikin.

"Hêzên [êlan] û yên ewlekarîyê amade ne û hişyar in bo çi tiştê biqewime," eqîd Mûsa Hemed Sened, fermandarê hêzên êlî yên Ferata Jorîn, got.

"Ev meheke operasyonên şopandinê ku gelek deverên biyabanî yên berfereh dane ber xwe li bakurê çemê Feratê bê navber berdewam in," wî ji Diyaruna re got.

Ev deverên sînorî digihine hetabiyabana Hecînê û deverên Sosa, Baxoz û Mereşdayê yên li derdora wan şerên dijwar diqewimin û bûn encama kuştina bi sedan çekdarên DAIŞê li ser destên QSD, Sened got.

Hêz ji fermandarîyên operasyonên Enbarê û Cezîrê, Firqeya 8mîn ya Artêşa Îraqî, Hêzên Pasevanîya Sînor û hêzên êlî, bi alîkarîya asmanî ya balefirên şer yên Îraqî û yên hevpeymanîya navdewletî, di operasyonên şopandinê de beşdar dibin.

Operasyona herî nû ji van operasyonan Operesyona Hişyarkirinê ya Dawî bû ku di 7ê Cotmehê de dest pê kir bo lêgerîn li bermahîyên DAIŞê li biyabana Ferata Jorîn û wêrankirina veşartgehên wan û parastina sînor.

"Yekîneyên serbazî bi awayekî himbiz li ser sînorê bi Sûrîyayê re bi dirêjahîya 200 kîlomitran hatine belavkirin ji bakurê Elbû Kemalê heta devera Tel Sfûkê [li parêzgeha Hesekê],"Sened got.

"Xetên astengkirinê neçûnbar in û bircên çavdêrîyê hene û bi kamereyên bi germahîyê kar dikin hatine dabînkirin daku çavdêrîya çi tevgerên gumanbar ên hebin bikin, û herwiha têlên kelemdar, xalên pêşkinînê yên sabit û yên guhêzbar û balefirên bê balafirvan hene," wî got.

"Bi rêya van tedbîrên ku tên cîbicîkirin û operesyonên ewlehî [yên berdewam], aniha zehmet e -- û teqrîben negengaz e -- ku terorîst sînor derbas bikin," wî got.

"Ev mehek e ku ti binpêkirin çênebûne û ev xurtbûna xebatên me nîşan dide", wî got.

Derdora sînor "goristana terorîstan e"

Hewldanên ji alîyê DAIŞê ve da ku sînor bi dizî derbas bikin "bêkêr in" û her car hewldan têk diçe û derbeke mezin li terorîst dikevin, endamê encumena parêzgeha Enbarê Kerîm Kerbûlî got.

Hewldana derbasbûnê bi dizî ya dawî di 19ê Îlonê de qewîmî, dema hêzên Îraqî bi piştgirîya hevpeymanîyê 15 çekdarên ku xwe di şkeftekê de li devera Ekaşatê ya sînorî vedişartin kuştin, wî ji Diyaruna re got.

"Hêzên me amade ne da ku bi erkên xwe rabin û gelekî çalak in da ku li armancên terorîstan bixin û rê li ber derbasbûna terorîstan bi dizî bigirin," Kerbûlî got.

Deverên sînorî li her du alîyên Sûrî û Îraqî "bûne goristan ji terorîstan re weke encamekê ji êrîş û bombebarankirinên dijwar ji alîyê hêzên hevpeymanîya navdewletî ve", wî got.

Operasyonên lêgerînê yên kêmpeyda

"Heşdkirin û tedbîrên parêzî li ser sînorê bi Sûrîyayê re girîng in," serokê partîya Ehrar el-Furat Şêx Ebdula Cuxêfî, fermandarê hêzên heşda êlî li Enbarê yê berê, got.

"QSD li ser endamên DAIŞê bi pêş dikeve û beşine mezin ji erdan ji wan standin li rojhilatê Sûrîyayê û wan aniha ew li ser sînor dorpêç kirine," wî ji Diyaruna re got.

"Ev pêşketineke erênî ye di warê şerêli dijî terorîzmê, lê divê yekîneyên me hay ji xwe hebin da misoger bikin ku endamên DAIŞê korîdorên ewle peyda nekin ku birevin erdên me," wî got.

Biyaban li rojavayê Enbarê, bi taybet li devera Jezîrê li bakurê Feratê, operesyonên lêgerîn û maiştinê lê tên dîtin operesyonên ku berî aniha nehatine kirin, Cuxêfî piştrast dike ku sînor bi awayekî xurt hatine misogerkirin û hêz û pêdivîyên serbazî bi awayekî mezin hatine belavkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500