Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hevpeymanî tora diravî ya DAIŞê li Îraqê dike armanc

Xalid Ta'î

Ev kesekî Îraqî ye ku pereyan diguhere radihêje diravên Îraqî li navenda Bexdayê di vê wêneya ku divegere 16ê Sibata 2008an. [Sebah Arar/AFP]

Ev kesekî Îraqî ye ku pereyan diguhere radihêje diravên Îraqî li navenda Bexdayê di vê wêneya ku divegere 16ê Sibata 2008an. [Sebah Arar/AFP]

Hêzên Operesyonên Taybet ên Îraqî û Hêzên Berengarbûna Terorê yên Kurdistanê bi piştgirîya hevpeymanîya navdewletî vê hefteyê 10 endamên tora darayî ya Rawîyê girtin, Rawî komeke temwîlkirinê ya sereke ya girêdayî DAIŞê ye, peyvdarekî hevpeymanîyê ragihand.

Girtinên ku bi alîkarîya hikûmeta Îraqî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin encamdayîn, ji alîyê hêzên hevkar ve pêk hatin di operesyonên ku li Bexda û Hewlêrê di navbera Yekşemê (7ê Cotmehê) û Sêşemê de hat cîbicîkirin.

"Ev girtin gurzeke mezin in bo hewlên DAIŞê yên dubare xwerêxistinkirinê li Îraqê," ferîq Paul J. LaCamera, Fermandarê Hêzên Hevbeş ên Erkdar- yên Operasyona Yekalîkirina Rîşeyî.

"Kesên piştgirîyê didin DAIŞê, bi her awayî, dê baca wê bidin," wî got. "Bi alîkarîya girîng a hevkarên me yên Kurdî li Îraqê, me karî ew pêbend bin bi sozên xwe yên jinavbirina DAIŞê."

Hêzên Îraqî û Kurdî 10 endamên tora diravî ya Rawî ya ser bi DAIŞê ve girtin, di operasyonên ku rojên 7-9ê Cotmehê li Hewlêr û Bexdayê hatin encamdayîn. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Dijî Terorê ya Kurdistanê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî û Kurdî 10 endamên tora diravî ya Rawî ya ser bi DAIŞê ve girtin, di operasyonên ku rojên 7-9ê Cotmehê li Hewlêr û Bexdayê hatin encamdayîn. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Dijî Terorê ya Kurdistanê hatiye wergirtin]

Li Hewlêr û Bexdayê êrîş

Êrîşa pêşîn, ya li Hewlêrê, ji alîyê Birêveberîya Dijî Terorîzmêya Encumena Ewlekarî ya Herêma Kurdistanê, bi hevkarîya hevpeymanîyê hat cîbicîkirin, piştî ku dadwerîya Îraqî destûr da, jêdereke ewlekarî ji Diyaruna re got.

Çavkanîyê got ku heşt endamên torê hatin girtin, û hêzên ewlekarî dest danîn ser telîfon, kompyûter, pasport, belgeyên fermî û pereyan.

Çavkanîyê daxuyand jî ku piştî êrîşa yekem, operesyoneke duyem li Bexdayê ji alîyê hêzên taybet bi piştgirîya hevpeymanîyê hat cîbicîkirin, êrîş bi ser ket di girtina du endamên din ên tora temwîlkirina DAIŞê de

Girtina torê "şadamarekî sereke qut kir", şadamara ku DAIŞ bi pereyan dabîn dikir û alîkarî pê re kir ku tawanên xwe cîbicî bike, analîzê ewlekarî Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re got.

Wî got ku "Ev tor komeke mezin a temwîlkirinê ye ku dabînkerekî girîng bû ji DAIŞê re," û tinekirina wê tê wateya xesareke mezin ji rêxistinê re.

Ebû Rexîf dîyar kir ku ev serkeftin tê piştî serkeftinên din di şerê ku jêderên temwîlkirina DAIŞê û bikaranîna wê ya neqanûnî ji pereyan re armanc dikin.

Ev yek "şûştina pereyan û veguhestina pereyan ya ducar di rêya gelek wekîl û navincîyên di hundir û derveyî welat de, herwiha di rêya bazirganîya eqar û kirîna parên benkê dihundirîne", wî got.

Kordînekirineke ewlehî ya bi hûrahî

Hevkarîya astbilind a di navbera ajansên ewlekarî yên Îraqî û hevpeymanîya navdewletî de, û herwiha alîkarîya bi hêz a xelkê, hişt ku serkirdeyên mezin ên DAIŞê û şan û torên wan pêşengîya wan dikir bên girtin.

Sîstema ewlekarî îroj "bi gewdê tîmekê" dixebite, bi hevahengîkirineke mezin di navbera ajansên ewlekarî û hewalgirî de, şahrezayê ewlekarî û berpirsyarê berê di Wezareta Hundir de, Ebdul Kerîm Xelef ji Diyaruna re ragihand.

Xelef got ev ajansên guhertina agahîyan di asteke mezin a pîşeyîyê de ne, û piştgirîya hev û du dikin di operasyonên ewlekarî yên herî zehmet û raz de.

Wî da zanîn ku ew bi hevahengîyeke mezintir kar dikin, û agahîyên ewlehî kom dikin bi rêya çavkanîyên xwe yên hewalgirî, û bi asteke mezin ji displîn û berpirsyarîyê li ser wan dixebitin.

Xelef got ku desthilatên dadwerî bi hêz di hemû van operasyonan de cih girtin, û da zanîn ku tu êrîş û girtin nehatin encamdayîn bêyî destûr û rêdanên ji alîyê sazîyên dadwerî ve, yên ku gotina pêşî û dawî ya wan bû.

Wî got ku welatîyên Îraqî elementa herî girîng a xebata ewlehî ne, û da zanîn ku hebûna pêwendîyeke bihêz di navbera hêzên ewlekarî û xelkê de jîyandar û girîng e bo şopandina paşmaîyên DAIŞê.

"Xelk in ên ku hiştin xebat û planên ewlehî bi ser bikevin û hiştin ku deverên wan seqamgîrtir û aramtir bin," Xelef got.

Armanckirina serkirdatîya DAIŞê

Xelef got ku ev asta bilind a hevakarîyê bû encama vê serkeftina di girtin û binxistina serkêşên DAIŞê de, li her deverê ku wan xwe lê vedişart.

Di 3yê Cotmehê de, ajansên hewalgirîyê du "terorîstên tirsnak" têk birin, di nav de Ebû Xêl, ê ku ew û du alîkarên wî di daveke plankirî de hatin xapandin li biyabanê li ser rêya bakurê Kîlo-160 li Enbarê û hatin girtin.

Ebû Xêl weke fermandarekî serbazî yê DAIŞê bû li başûrî Retbayê, û herwiha berpirsê çandina teqemenîyan li ser rêya bilez a Enbarê bû.

Wêrankirina torên terorê

Pisporekî ewlehîyê Fadil Ebû Raxîf daxuyand ku ji Kanûna Yekem a borî de, gava serkeftina li ser DAIŞê hat ragihandin, "bi sedan serkirde û endamên DAIŞê yên payeberz hatin jinavbirin, û torên wan ên raz û şanên razayî hatin jihevxistin".

"Ev belgeyeke belî ya hevahengîya ewlehî û xebata hevbeş a di navbera hemû hêzên ku berpirsyar in ji parastina ewlehîyê û ajansên hewalgirîyê de ye," wî ji Diyaruna re dîyar kir.

Wî îşaret bi Şana Bazan kir, a ku di şopandina paşmahîyên DAIŞê de çalak bû û agahîne hewalgirî pêşkêş kirin, ku bûn encama êrîşine asmanî yên bibandor li ser erdên Sûrîyayê, û rola wan bilind nirxand.

Ebû Rexîf herwiha qala rola dadgeha Îraqî jî kir, û got ku ew hêmaneke sereke ye bo birêveçûyîna hemû xebatên ewlehîyê.

Ebû Rexîf anî ziman ku tu girtin, êrîş an lêgerîn bêyî şêwira dadgehê çênabin, da zanîn jî ku ew bi ahengî bi ajansên pêkanîna qanûnê re kar dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500