Nûçeyên Iraqê
Ciwan

Pasdaran ciwanên Îraqê dibe şerê Sûrîya û Yemenê

Faris Omran

Ev wêne endamine Îraqî yên ser bi Tabûrên Îmam Elî yên ser bi Pasdaran ve nîşan dide, milîsê wêne roja 27ê Îlonê belav kiriye.

Ev wêne endamine Îraqî yên ser bi Tabûrên Îmam Elî yên ser bi Pasdaran ve nîşan dide, milîsê wêne roja 27ê Îlonê belav kiriye.

Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) ciwanên Îraqî nêçîr dike û wan tejnîd dike bo ew li herêmên cengê jîyan dikin ên mîna Sûrîya û Yemenê şer bikin, şirovekar û çavdêrên siyasî yên Îraqî ji Diyaruna re gotin.

Operasyonên tecnîdkirinê li cihên raz ji alîyên milîsên loyalên Îranê ve tên encamdayîn, û ew ciwanan tema dikin ku tevlî rêzên wan bibin bi rêya pereyan û hinekan neçar dikin.

"Îranê û baskê wê yê serbazî, Pasdaran, şervanên Îraqî tecnîd dikin," peyvdarê êlên Nînewayê, Şêx Muzahim Huwêt ragihand.

"Milîsên çekdar ên Îraqî yên ser bi Îranê ve, mîna Asaib Ehil el-Heq, Ketaib Hizbulah (Tabûrên Hizbulah) li Îraqê û Hereket el-Nuceba operasyonên tecnîdkirinê bi rê ve dibin," wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Ev wêne çekdarine Îraqî yên Hereket el-Nuceba di dema merasîmên xaksipasrtina miriîyekî wan li ziyaretgeha Necefê nîşan dide, milîsê ev wêne roja 11ê Kanûna Yekema 2017an belav kiriye.

Ev wêne çekdarine Îraqî yên Hereket el-Nuceba di dema merasîmên xaksipasrtina miriîyekî wan li ziyaretgeha Necefê nîşan dide, milîsê ev wêne roja 11ê Kanûna Yekema 2017an belav kiriye.

"Ofîsên van milîsan bi awatyekî nepenî sîpekan û ciwanên nûhatî yên malbatên xizan tejnîd dikin û wan bi pereyan tema dikin, û destpêkê pereyekî gelek didin wan ku carinan digihêje $9,000," wî got.

Huwêt got ku mûçeyan mehane ji kesê tevlî dibe yan malbata wî re tên dayîn.

"Temakirin ne tenê yekane rêya tecnîdkirinê ye, belê ew carinan destbadan û neçarkirinê bi kar tînin," wî eşkere kir.

Xebatên tecnîdkirinê li Îraqê

"Tevgera tecnîdkirinê hêdî bûye ji dema ku alozî li Sûrîyayê derketiye, û milîsên bi her awayî hewl didin ku hewcedarîya xwe bi şervanan bi her behayekî dadigrin bo Îranîyan razî bikin," Huwêt got.

"Ofîsên tecnîdkirinê li parêzgeha Diyalayê hatine vekirin bi rêya Qeys Xez Elî serokê Esaib Ehil el-Heq, û vê dawîyê gelek ofîs li parêzgeha Nînewayê hatine vekirin, bi taybetî li Deşta Nînewayê," wî got.

Herwiha raport dibêjin ku ofîseke nû li navçeya Tuz Xurmato li rojhilatê parêzgeha Selahedînê hatiye vekirin.

"Kesên tên tecnîdkriin tevlî rahînanên bedenî û rahînanên li ser bikaranîna çekan dibin li kampên milîsan bi behaneya hazirkirina wan bo şerkirina li dijî paşmahîyên DAIŞê û parastina ewlehîyê," wî got.

"Rastî vejî vê yekê ye," wî got, û tekez kir "tiştê tê kirin divê bê hesab nemîne".

"Îran ciwanên me dişewitîne û wan weke ardû bo şewitandina herêmê û têkdana ewlehîyê bi kar tîne," wî got. "Divê hesab ji van milîsan bê xwestin û çalakîyên wan ên ewlehîya dewletê binpê dikin bên rawestandin."

Qaçaxîkirina şervanan ji Îraqê

"Tevgera kesên tejnîdbûyî bo Sûrîya û Yemenê pêk tê bi heman awayê qaçaxkirina çekan bo va welatan," şahrezayê stratîjî Mueyed Salim Cuhêşî ji Diyaruna re ragihand.

Kesên tecnîdbûyî "bi qaçaxî ji Îraqê bo Sûrîyayê bi rêyên bejahî tên veguhestin û carinan bi balefiran mîna geştyaran", wî got. "Carinan ew bo Lubnanê tên veguhestin, û ji wir bi pasportên sexte diçin Yemenê, û yan jî bi qaçaxî bi rêya deryayê."

Texmînên berdest dibêjin ku hejmara Îraqî, Lubnanî û Afxanîyên ku ji alîyê Pasdaran hatine tejnîdkirin bo li Sûrîyayê şer bikin ji 20,000 heta bi 30,000 kesî ne, û piranîya van çekdaran li enîyên li gundewarên deverên bakurî û başrî yên Sûrîyayê bi cih dibin.

Komên çekdar ên Îraqî li Sûrîyayê ev in: Tabûrên Îmam Elî, Hereket el-Nuceba, Tabûrên Seyid el-Şuheda û Lîwayê Îmam el-Husên. Lê tu datayên tekûz li dor hejmara çekdarên Îraqî li Yemenê tune ne.

Roja 7ê Tîrmehê, serokê Tabûrên Seyid el-Şuheda, Ebû Wela Wailî eşkere kir ku ew dixwaze li Yemenê şer bike, û got ku ew "leşkerekî" Ebdul Malik Hûsî, serokê Hûsîyan e.

Ev ragihandin daxwaza "milîsan' a bicihanîna ajandayên Îranê li herêmê teqez dike, û herwiha gurkirina alozîyên tayifgerî û mezhebî", şirovekarê warê serbazî û stratîjî Rabih Cuwarî anî ziman.

"Îran armanc û berjewendîyên xwe pêk tîne, lê belê bi tenê kesên tên xapandin baca giran a vê yekê didin," wî ji Diyaruna re got.

"Îranê berpirs e ji wendabûyîna ciwanên Îraqê bi rêya xistina wan di gergerînoka cengan û de û şerkirina li derveyî welatên wan," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

7 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bi tenê derew in û ne tiştekî din in.

BERSIV BIDE

Çima Hewît dihizire ku berevanîya pîrozwerîyên Îraqî bike ji hêla Îraqîyan ku bibe komkujîyeke ciwanan, em ji bîr nekin ku ew kesên di vê yekê de alîkar bûn ew gelê rojavayê Îraqî bûn, tevî kesên Nînewayê û hinek din, ên ku Îraq kirin herêmeke şerkirinê? Herwiha, şerefa xelkê hat binpêkirin, tayîfe din hatin neçarkirin ku ji Îraqê derkevin, jin weke koleyan hatin firotin, û cîhada nîkahê û hwd hebûn. Îraq û gelê xwe dîtin û hîn jî weke van pirsgirêkan dibînin. Herkes dizane ku DAIŞ ji hêla Sîyonîst, Amêrîkî, welatên Kendavê û hinek din hatiye çêkirin. Em bi Xwedê re ne û dê lê vegerin! Xwedê besî me ye û ew ê herî baş e ku li dijî kêsên ku gendelî û wêranîya Îraqê dixwazin disekine, Îraq welatê pêxemberan, kesên oldar û şaristanîtîyên ku hiştin mirovatî pêş kevin.

BERSIV BIDE

Xwedê besî me û Ew ê herî baş e di xelasbûna me ji karûbaran de

BERSIV BIDE

Ev yek serê 0 rast e. Heta DAIŞ komeke Îranî ye ku ecindeyên Îranî li herêmê pêk tîne. Îran dixwaze emperatorîya xwe ya Farisî vegerîne, di rêya bikaranîna van Şîyayên xapandî li jêr behanine derewîn, di nav de berevanîya tayîfa wan ya ku di metirsîyê de ye. Îran ji wan re dibêje ku Suna ji mezintirîn dijminên wan in, û divê wan têk bibin. Bi vî awayî feqîrên Şîyayê van derewan yeqîn dikin.

BERSIV BIDE

Çima ji Erebistana Siûdî re helal e ku çeteyên Sûdanî û Mesrî bîne lê nayê qebûlkirin ku Îran Îraqîyan tecnîd bike?!

BERSIV BIDE

Hêja Ebû Dîyar, piştî êrîşa tekfîrî ya 2003ê li ser Îraq, Sûrîya, Lubnan, Behrên û Yemen ji alîyên rêxistinên terorîst yên naskirî, yên ku bê şerm û bi eşkere ji alîyê Erebistana Siûdî, Qeter, Îmarat û Turkîyayê ve hatin destekkirin li jêr serpereştîya Amerîkîyan û Îsrailîyan, terorîstji hemû cîhanê hatin û kuştin û tawan kirin û tecawiza seksî li dijî jinan kirin. Ew xwezayî ye ku her kiryarek li hember wê karvedan hebe. Lewra, cîhadîyên rasteqîn ji hemû cîhana Musilman û Ereb hatin bo piştgirîkirina xelkê rastî sitemê tên, li gorî fetweya lêvegera Îslamî. Ev ne têkildarî Îraqîyan bi tenê ye, xelk ji hemû welatên Musilman û Ereb hatin ji ber xatirê lêvegerê, weke hûn dizanin, ji bo hemû xelkê ne bi tenê bo Îraqîyan. Pişt re, sînor hatin têkbirin û Musilmanan pêxwasên Amerîka, Îsrail, û Al Siûd şikandin. Ev dê jûjinek di çavên wan de bimîne. Li hemû welatên sitemkar, me xwîn daye bo bilindkirina gotina Xwedê eger pirperstîyan qebûl jî nekin!

BERSIV BIDE

Şîya mafê wan e ku berevanîya xwe bikin piştî ku Siûdîyê, Qeter, û kûçikên Kendavê kûçikên kolanan ji Avxanistan, Çîn û Pakistanê anîne. Ajansa hewalgirîyê ya Siûdîyê ecendeyeke wê hebû û komeleyên Îslamî li welatine din bi kar anîne daku endamenine din tecnîd bikin weke beşeke artêşa Nesrayê û komên tekfîrî yên din. Fetwe ji Bêt Ellah Elheram (Mekayê) derketin. Ew kûçik li Lîbîya û Tûnisê tên rahênankirin bi piştevanîya lojistîk û medyayî ji hêla ajansên hewalgirîyê, û di pişt re tên veguhastin Turkîyayê ku ji wir derbasî Sûrîya û Îraqê dibin. Ev rastî ne.

BERSIV BIDE