Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Çalakvan ji Tehrîr el-Şam dixwazin ku operasyonên girtinê rawestîne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xwenîşander li gundewarê başûrê Idlibê daxwaz dikin ku parêzer Yasir Salim ê ku ji 23ê Îlonê ve ji mala wî ya li Kefer Nubilê ji alîyê Tehrîr el-Şam ve hat girtin û ew birin zindana Iqabê serbest berdin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Xwenîşander li gundewarê başûrê Idlibê daxwaz dikin ku parêzer Yasir Salim ê ku ji 23ê Îlonê ve ji mala wî ya li Kefer Nubilê ji alîyê Tehrîr el-Şam ve hat girtin û ew birin zindana Iqabê serbest berdin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Çalakvanan li bakurê Sûrîyayê xwenîşandanên xwe li dijî Tehrîr el-Şam zêde kirine, û ew daxwaza serbestberdana bi sedan girtîyên ji alîyê rêxistinê ve hatine girtin dikin û herwiha rawestandina operasyonên girtinê yên tê gotin ku rojane li deverên li jêr kontrola wê diqewimin.

Hevbendîya tundrew gelek kesên dijî siyaset û kiryarên wê bi sivîlan re girtine bi taybet li parêzgeha Idlibê û wan dixe zindanan de.

Îna borî (28ê Îlonê), xwenîşandan hatin organîzekirinbo daxwaza serbestberdana girtîyên siyaysî yên ji alîyê rejîma Sûrî û alîyên şer ên din ve hatine girtin, niştecîyê Idlibê Museb Esaf ji Diyaruna re got.

Wî got ku van protestovanan hewl da ku sûdê ji rûmala medyayî ya herêmî û navdewletî bigirin, wî got, wî not kir ku çalakvan li bakurê Sûrîyayê, bi taybet li Idlibê, û wan alîkarî bi hev re kir da ku fişarê li Tehrîr el-Şam bikin.

Çalakvanan li bakurê Sûrîyayê xwenîşandinek di 28ê Îlonê de li dar xisit û wan daxwaz kir ku girtiyên ji alîyê Tehrîr el-Şam û komên din ve hatine girtin bên serbestberdan. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Çalakvanan li bakurê Sûrîyayê xwenîşandinek di 28ê Îlonê de li dar xisit û wan daxwaz kir ku girtiyên ji alîyê Tehrîr el-Şam û komên din ve hatine girtin bên serbestberdan. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Esaf got ku protesto li gelek deveran hatin lidarxistin û belavok hatin belavkirin bo daxwaza berdana van takekesan.

"Îna Azadîyê"

Di protestoya roja Înê de, ya bi navê "Îna Azadî bo Girtîyan", çalakvanan beyreqên bi nav û wêneyên girtîyan ji alîyê Tehrîr el-Şam û herwiha rejîmê ve hatine girtin hildabûn û sorgewezên ku operesyonên girtinê şermezar dikin.

"Wan daxwaza berdana hemû girtîyan kir, tevî dibe ew ji ber wan çalakîyan rastî zehmetîyan werin û dibe ku ew ji alîyê Tehrîr Şam bi xwe ve werin girtin," wî got.

Wî got ku calakvanan ew kesên ku sala par demek di zindanên Tehrîr el-Şam de qedandin hejmartin, û wî not kir ku "bi giştî 1,700 hatine girtin" û "1,500 di zindanan de dimînin".

Di nav wan de "65 jin û keç û 25 zarok ên di bin temenê 16an de bûn dema ew hatin girtin", wî got.

Esaf got ku şopandina Terîr el-Şam ji hevrikan re bi awayekê balkêş meha borî zêde bû.

Ji nav çalakvanên ku dixwazin werin berdan Fewaz Şebûk, Hemûd Sanker, Subhî Senker, Raefet Sermînî, Xalid Mûsa, Fadî Mûsa, Ubeyde Delo û Macid Kerman, herwiha Yasir Salim, Samir al-Selûm û Merwan Hemîd.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500