Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îraq û Urdun dê zoneke pîşesazî li nêzî sînor ava bikin

Ala Husên li Bexdayê

Delegeyeke Îraqî serlêdana devera nêzî dergehê sînorî yê Trêbîlê bi Urdunê re dike roja 14ê Tebaxê bo destnîşankirina cihekî guncan bo avakirina bajarekî pîşesazî yên hevbeş bi Urdunê re. [Wêne ji Birêvebeya Giştî ya Geşekirina Pîşesazî ya ser bi Wezareta Pîşesazîyê ya Îraqî ve hatiye wergirtin]

Delegeyeke Îraqî serlêdana devera nêzî dergehê sînorî yê Trêbîlê bi Urdunê re dike roja 14ê Tebaxê bo destnîşankirina cihekî guncan bo avakirina bajarekî pîşesazî yên hevbeş bi Urdunê re. [Wêne ji Birêvebeya Giştî ya Geşekirina Pîşesazî ya ser bi Wezareta Pîşesazîyê ya Îraqî ve hatiye wergirtin]

Rayedarên Îraqî ragihandin ku ew dê nêzî dest bi avakirina bajarekî pîşesazî yê hevbeş li ser sînorên di navbera Îraq û Urdunê de bikin.

Plana veguhertina devereke biyabanî ya dûrdest li gundewarê rojavayî yê parêzgeha Enbarê li nêzî dergehê Trêbîlê yê bi Urdunê re were veguhertin bo zoneke pîşesazî dawîya sala par eşkere bû.

Dergehê sînorî sala 2017an hatibû vekirin paş sê salan ji girtinê ji ber nîgeranîyên ewlehî paş ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) herêmên berfireh li Îraqê kontrol kirin.

Zona pîşesazî dê bi awayekî serekî "bajarekî gelemperî ye ku wrokşopên çakkirina otombîl û lorîyan, komgehên keresteyan û kargehên pîşesazî dihundirîne", endamê encumena parêzgeha Enbarê, Mehmûd Dulêmî roja 20ê Tebaxê ragihand.

Dulêmî dîyar kir ku ev proje ye dê alîkarîyê bike di peydakirina derfetên kar de bo ciwanên bêkar, û ew dê xwaringeh û deverên bêhinvedanê yên ku dê xizmetan bo rêwîyên din sînor re derbas dibin û herwiha şênîyên Enbarê pêşkêş bikin.

Wezareta Pîşesazî ya Îraqî tîmeke kar pêk anî bi serokatîya Birêveber Giştî yê Geşedana Pîşesazî, Selam Seîd, û ew nûneran ji hejmarek ji wezaretên din dihundirîne.

Tîmê roja 14ê Tebaxê seredana deverê kir bo destnîşankirin û terxankirina cihekî guncan ji bajarê pîşesazî re li nêzî dergehê sînorî yên Trêbîlê.

Bihêzkirina aborîyê

"Projeya zona pîşesazî, ya ku dê di demeke nêz de were bicihanîn, yek ji projeyên weberanînê yên herî girîng li parêzgehê ye," serokê komîteya aborî ya encumena Enbarê, Fehed Mişaan ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku li gorî cihê wê, ew dê xizmeta devereke berfireh bike ji alîyê bazirganî û pevguhertina pîşesazî ligel Urdunê, û ew dê dergehekî girîng be bo alûgorkirina gelek berhem û keresteyan di navbera herdu welatan de.

Wî got ku bajarê pîşesazî dê bandoreke erênî li aborîya parêzgeha Enbarê bike û dê zemînekê durist bike bo hatina weberanînên biyanî bo parêzgehê.

"Berhengarîya herî mezin li pêş projeyê, ku dê pîvaneke serkeftina wê be, berqerarkirina ewlehîyê li deverê ye, li nêzî dergehê sînorî yê Trêbîlê," Mişaan got.

Wî got ku heta vê dawîyê ew hêlîneke DAIŞê bû, û wî piştrastîya xwe bi karîn û şiyana hêzên Îraqî yên ewlekirina deverê û alîkarîkirin di baştirkirina çalakîya weberanînê de.

Dergehê sînorî " ewle ye"

"Aborî û siyaset elaqedar in, û qet yek ji wan bêyî ya din bi ser nakeve," aborînas Nebîl Caefer ji Diyaruna re got.

"Lewra, dê rewşa siyasî ya giştî ya li welat bimîne mezintirîn berhengarî di rêya serkeftina her projeyeke weberanînê de, yên mîna bajarên pêşesazî û zonên bazirganîyê," wî got.

"Tiştê girîng ew e ku webanîner bibîne ku seqamgîrîyeke siyayî li welat heye berî ku ew biryar bide pereyên xwe pemp bike," wî got.

Zincîra sînorî bi Urdunê re "ewletir û seqamgîrtir e" ji bajarên li nêzî sînor, Felah Qerexûlî, ku fermandarekî hêzên heşda êlan e, anî ziman.

"Sînor bi awayekî tam ji alîyê Pasîvanîya Sînor û Firqeya 1ê ya Artêşa Îraqî tê parastin, û ew li bi dirêjahîya sînor ji dergehê Trêbîlê û dergehê Tenfê [bi Sûrîyayê re] heta bi Mefreq [li Urdunê] cih digirin," wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî da zanîn ku hêzeke hevbeş a artêşa Îraqî û heşda êlan rêya ji Trêbîlê diçe bajarê Remadî, navenda parêzgea Enbarê, ewle dike.

"Parastina bajarê pîşesazî di serê berîtîyên hêzên Îraqî de ye ji ber bandora wî li ser aborîya parêzgehê [ya Enbarê] bi taybetî û Îraqê bi giştî," wî got.

Wî got ku divê sermaye dîsan biherike parêzgehê, û rêjeyên bilind yên karmendan rolekê di pêşxistina ewlehîyê û vekişîna ciwanan ji davên tundûtûjîyê de digerîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê keda we û keda Şêx Felah Qere Xolî pîroz bike.

BERSIV BIDE