Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Rêjeyên bilind ên têvlîbûna fêrgehan li herêma Bakurê Sûrîyayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Şagird ji bajarokê Cerniyayê li parêzgeha Reqayê di roja yekem ji sala xwendinê. [Wêne ji Cabir Hesen hatiye wergirtin]

Şagird ji bajarokê Cerniyayê li parêzgeha Reqayê di roja yekem ji sala xwendinê. [Wêne ji Cabir Hesen hatiye wergirtin]

Li fêrgehên li herêma Bakurê Sûrîyayê, yên ku ji alîyê birêveberîya xweser ya Kudî-Erebî ve tê birêvebirin, vê salê şagird bi rêjeyeke bilind tevlî fêrgehan dibin piştî ku bi dehan fêrgehên nû careke din hatin vekirin.

Qayimkirina Ewlehîyê, rakirina mayînan û zêdekirina xebatan bo vejîyndina proseya perwerdeyê ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk hişt ku hejmara şagirdên ku dest bi sala xwe ya xwendinê kirin zêde bibe.

Meyada Şêx, hevseroka komîteya perwerdeyê ya Encumena Sivîl ya Reqayê ji Diyaruna re ragihand ku komîte "hewl dide ku sekeftina vê sala xwendinê misoger bike û berhengarîya hemû astengîyan bike".

"Armanca sereke di vê demê de ew e ku em pêdivîyên şagirdan pêk bînin û jîngeheke fêrbûnê ya guncan ji wan re dabîn bikin," wê got.

Zarokên Tebqayê di roja yekem ji sala xwendinê ya nû de. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Zarokên Tebqayê di roja yekem ji sala xwendinê ya nû de. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Şêx got ku vê salê, hejmara şagirdên fêrgehên seretayî û yên navîn 80,000 derbas kir, teqrîben du caran li hejmara şagirên sala par e.

Şêx dîyar kir ku ev yek ji ber ku hestê bi ewlehîyê di nav niştecîyan de zêde bûye, herwiha sazkirina hejmareke zêde ji fêrgehan ên ku hatibûn wêrankirin û ziyankirin dema herêm ketibû jêr kontrola "Dewleta Îslamî" de, ya ku hin ji wan kiribûn girtîgeh û baregeh.

"Hejmara dibistanan gihişte 40 li navenda bajar û 280 li seranserê Reqa û deverên gundewarê wê," Şêx got.

Ji nav fêrgehên ku careke din li Reqayê hatin vekirin el-Wede el-Erebîya, Museb bin Umeyr, Cewad Enzû, el-Salhebîya el-Xerbîya, el-Qehtanîya, el-Kalta el-Şerqîya û Tariq bin Ziyad.

"Karê sazkirina van hemû fêrgehan bi daawî bû û ew bi rûniştek û pêdivîyên îdarî û yên hînkirinê hatin dabînkirin," Şêx got.

Perwerde "berîtîyeke lezgîn e"

Ne gelekî dûrî bajarê Reqayê, bajarokê Tebqayê û deverên gundewarê wê sîstemeke perwerdeyê ya pêşketî tê peydakirin, Xanim Ferec, birêvebereke di komîteya perwerdeyê de ya Encumena Sivîl ya Tebqayê, got.

Perwerde bûye "berîtîyeke lezgîn ji ber ku ew ji alîyekî ve girêdayî rakirina şopên DAIŞê ye û ji alîyê din ve, nifşê nû ji siberojê re amade dike", wî ji Diyaruna re got.

Ferec bi giranî guhdan bêtir ji zarokan re ye, zarokên temenê wan ê pêş dibistanê, û not kir ku ref ji zarokên pêşdibistanê re hatine vekirin bi hevkarîya bi komîteya Jin û Zarokan re.

"Hevkarî berdewam e di navbera hemû sazemenîyan û birêveberîya Xweser de da ku hemû pêdivîyan bo sala xwendinê ya nû re û ji proseya hînkirinê re dabîn bikin," Ferec got.

Wî anî ziman ku kemû ast --seretayî, navîn û amadeyî -- aniha berdest in li devera Tebqayê.

Bawerîya bi birêveberîya xweser

Bawerîya xelkê bi birêveberîya xweser û komîteyên wê li navçe, tax û bajarokên Reqayê û rakirina mayînan ji hemû deverên parêzgehê, hiştin ku dê û bav piştrast bin û zarokên xwe careke din bişînin fêrgehan, Cabir Hesan, yê ku mamoste ye li bajarokê Cerniyayê, wiha got.

Ferec dîyar kir ku komîteya perwerdeyê li Cerniyayê, li bakurê Tebqayê hejmareke mezin ji fêrgehan bi hevkarîya komîteya perwerdeyê ya girêdayê encumena kargêr ya birêveberîya sivîl ya demokratîk li Tebqayê nû kirin.

Hesen daxuyand ku fêrgehên sereke li Cernîyayê yên ku li wan zarok bi rêjeyeke mezin tevlî dibin ev in: el-Mezyûna, Miwêlih, el-Cerrnîya, el-Musterîha, Bîr Nayif, el-Mehmûdlî, Xirbet Şefret û el-Tencere.

"Hemû karê sazkirinê yên bingehîn bi dawî bûn û fêrgeh bi hemû pêdivî, rûniştek û pêdivîyên germkirinê hatin dabînkirin da ku zarokan ji serma zivistanê ya dijwar biparêzin," wî anî ziman.

Herwiha zarokên demekê dûrî dibistanan ketibûn hatin nirxandin, daku asta têghiştina wan destnîşan bikin û wan tevlî asta ji wan guncan bikin.

Bajarokê Mesûrayê li ser kenarê çemê Feratê heta asteke bilind amade bû bo serkeftina sala xwendinê ya nû misogerbike, niştecîyekî bajarok bi navê Mensûr Xelef, yên bavê du zarokên di fêrgeha seretayî de, got.

Niştecî gelekî alîkarîyê bi birêveberîya xweser re dikin, bi taybet bi komîteyên nûavakirin û perwwerdeyê re, daku serkeftina proseya hînkirinê misoger bikin, wî ji Diyaruna re got.

Xelef daxuyand berî destpêka sala xwendinê ya nû, mamosta tevlî korsên rahênanê bûn, û şagirdên hewcedarîya wan bi alîkarîyê di hin materyalên taybet de hebû wane bi awayekî zexm ji wan re hatin pêşkêşkirin da alîkarîyê bi wan re bikin ku asta xwe baş bikin bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500