Siyaset

Pasdaran hebûna xwe li Xûtaya Sûrîyayê berfireh dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

image

Ev kolana serekî ya bajarokê Dûmaya Xûtaya Rojhilatî ye, yek ji rêxistinên ser bi Pasdaran ve dixwaze cihê pêyê xwe li wir çêbike, çalakvanek wiha dibêje. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Rêxistinên ser bi Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) hebûna xwe li Xûtaya Rojhilatî, li derveyî Şamê berfereh dike, çalakvanekî wiha got.

Ev rêxistin baldarîya xwe didin kembereke li derdora Balefirgeha Navdewletî ya Şamê, li nêzî Şamê, devera ku hêzên Pasdaran lê hatine komkirin, çalakvan Mihemed Bêk ji Diyaruna re ragihand.

Rêxistinên ser bi Pasdaran ve li deverên li derdora balefirgehê tên dîtin, bi taybetî li bajarokên Hêtet el-Turkman, Zabdîn, Malîha, Eyn Tarma, Kefir Batna û Dûma.

Wî da zanîn ku gelek ji van rêxistinan weke rêxistinên xêrxwazî kar dikin, lê armanca wan a rasteqîn siyasî ye -- bo qezenckirina bawerî û dilsozîya xelkê bo rewakirina hebûn û ajandaya Îranê li Sûrîyayê.

image

Ev dîmeke ji bajarokê Melîhayê ku wêranîyê nîşan dide. Hikûmeta Sûrîyayê rê nade xelkê ku malên xwe çak bikin. [Wêne ji Mihemd Bêk hatiye wergirtin]

"Niştecihên Sûrî yên van deveran di rewşên dijwar de dijîn, mercên ji alîyê van rêxistinan van tên bikaranîn," wî wiha şirove kir.

Ew hewarçûnê didin, û hinek caran pereyên kaş yên hindik lê berdewam didin, bo piştrast bibin ku dê xelk li derîyê wan bide, û ew nîşandanên serbazî durist dikin bo rakişîna zarokan.

Bêk got ku Sûrîyê ku stafê van rêxistinan in ne naskirî ne, û xwe ji rêklamê bi dûr digirin bi bihaneya ku "karê xêrxwazî divê nepenî be".

"Lê herkes dizane ku ew ji medyayê bi dûr in bo hebûna Îranê bê karvedan û kêşe biçesepînin," wî got.

Wî daxuyand ku rêxistinên herî çalak li herêmê ev in Sazîya Cîhad el-Bîna û Sazîya Şahidîn, ligel hejmarek ji kompanî û rêxistinên xwecihî yên ku temwîeke rasterast ji van rêxistinan werdigirin.

Wî dîyar jî kir ku rêxistinên mîna Zanîngeha Navdewletî ya Mustefa û Kulîkên Îmam el-Mehdî karên xwe li gorî arastekirinên Îranî bi cih tînin.

Di rêya handana eqîdeya Wîlayet el-Feqîh (parêzerê Şerîetê) li sazîyan li Sûrîyayê, Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) hewl dide ku kontrola xwe li ser niştecîyên Şîiî ferz bike.

Milîsên girêdayî Pasdaran, şopdarên Welî el-Feqîh in (parêzerê Şerîetê, Ayetulah Xamene'î,), yê ku desthilatdarîya tek û berz a li ser Pasdaran e.

Daku heman dilsozîyê di nav beşekî fereh ji niştecîyên Sûrî de belav bike, eqîde bi awayekî çalak di nav sazîyên perwerdeyî, civakî û olî yên cihêreng de hatiye belavkirin, parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re got.

Wî got ku armanc ji vê yekê ew e ku nifşekî nû ji ciwanên Sûrî rake yê ku hemû dilsozîya xwe bidin Welî el-Feqîh û Pasdaran.

Çarçoveya nitecîkirinê dest pê kiriye

Têkildarî hin dezgehên girêdayî Îranê, Bêk not kir ku ew ji çarçoveya pêşkêşkirina alîkarîyê derdikevin.

Hinekan xwe guhert bo firoştina malan bi nirxên gelekî kêm di rêya simsaran re, wan sûd girt ji fermanên wergirtina malan ên ji alêyê hikûmeta Sûrî ve hatin derxistin mîna fermana 10an.

Qanûna Nûkirinê ya Bajarî, ya bi navê fermana 10an tê naskirin, destûrê dide hikûmetê ku samanîya taybet bibe daku pêşketinên deverî çêbike û weke şûndan peran di projeyên nû de bide xwedîyên erdan.

"Armanca Pasdaran ya dawî ew e ku kontrola deverê bike û wê bi devera Seyidê Zeyneb ve girê bide, devera ku navenda sereke ye ji komên girêdayî Îranîyan re," wî got.

Herwiha ew hewl dide ku vê deverê bi Devera 102 ya nû ve girê bide, ya ku dê li nêzî balyozxaneya Îranî li Şamê were avakirin, li gorî fermana 66ya ku di sala 2012an de hat standin.

Bêk got ku Pasdaran hewl dide ku taxeke başûrî ya nû li nêzî balefirgehê ava bike, ku digihe heta orta Şamê, weke taxa başûrî li nêzî Balefirgeha Refîq Herîrî ya Navdewletî li Bêrûtê ya ku ji alîyê Hizbulaha Lubnanî ve tê kontrolkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500