Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îran hewl dide ku li bazara nûavakirina Sûrîyayê teng bike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Rejîmên Sûrî û Îranî di Kanûna Duwem a sala 2017an de rêkeftinan imze dikin daku têkilîyan kûr bikin. [Wêne ji Beşîr Besam hatiye wergirtin]

Rejîmên Sûrî û Îranî di Kanûna Duwem a sala 2017an de rêkeftinan imze dikin daku têkilîyan kûr bikin. [Wêne ji Beşîr Besam hatiye wergirtin]

Îran plan dike ku hebûna xwe ya demdirêj li Sûrîyayê qayim bike di rêya damezrandina navendeke serdest di sektorê avakirin û enerjîyê de, pispor ji Diyaruna re dibêjin.

Wan got ku Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û milîsên girêdayê wî berî vê hebûneke Îranî li ser erdê damezrandineû dîyar kirin ku rejîma Îranî aniha lê digere ku weberhênana xwe ya serbazî li Sûrîyayê vegerîne.

Ji bo vê yekê, şandeyeke Îranî ku ji nûnerên 180 kampanîyên avakirinê, neft û polat pêk dihat pêşniyar kir ku kargehan li Sûrîyayê damezrînin daku materyalên avakirinê çêkin, rojnameya alîgirê rejîmê el-Weten got.

Li gorî Mihemed Sêf, hevkarê wezîrê kar û barên gelemperî û niştekirinê ê Sûrîyayê, şande hewl dide ku erd û cihê guncan bo damezrandina van kargehan misoger bike, el-Weten ragihand.

Di vê wêneyê de çengê kampanîyeke Îranî di pêşangeha Şamê ya navdewletî de di destpêka Îlonê de diyar e. kampanîyên Îranî hewl didin ku bazara Sûrî li ber berhemdanên xwe bibin. [Wêne ji Beşîr Besam hatiye wergirtin]

Di vê wêneyê de çengê kampanîyeke Îranî di pêşangeha Şamê ya navdewletî de di destpêka Îlonê de diyar e. kampanîyên Îranî hewl didin ku bazara Sûrî li ber berhemdanên xwe bibin. [Wêne ji Beşîr Besam hatiye wergirtin]

Di raportê de hat gotin ku wezareta Sûrî bi pêşniyarekî bo tevkarîya hevbeş bersiv da, herwekî ku kampanîyên avakirinê ên gelemperî yên girêdayî wezaretê dê di hemû projeyên avakirin, bendav, kargêrîkirina gemar û kehrebeyê de hevpar be.

Ji kampanîyên Sûrî re ziyandar in

Herwekî ku şer li Sûrîya kêm dibe, Îran li navgînekê digere ku di rêya wê re desthilatdarîya xwe biparêze, "û kontrolkirina aborî ya yekser ew navgîna herî baş e bo cîbicîkirina vê planê", lêkolînerê li Navenda Şerq a bo Lêkolînên Stratîjî û Herîmî, Fethî Seyid got.

Di rêya handana bi sedan kampanîyên Îranî, yên di hemû warên jîyandar de kar dikin, Îran hewl dide ku kontrola xwe li ser sektorê nûavakirinê misoger bike, wî ji Diyaruna re got.

"Herwiha ev kampanî dê qezenckirineke mezin ji Îranê re peyda bikin," wî got, ya ku Komara Îslamî weke "şûndayînê" ji mêjera mezin a pereyên ku wê xerc kirin di encama destwerdana wê di şerê Sûrîyayê de.

Seyid got ku berî vê rejîma Sûrî û Îran ketine rêkeftineke aborî de rêkeftina ku li gorî wê bi dehan kampanîyên Îranî dê di hemû sektoran de kar bikin, bi taybet sektorê avakirinê, sektorê ku berî vê hin proje aniha di kar de ne.

Rêkeftina ku di 27ê Tebaxê de di navbera wezîrên berevanîyê yên Îran û Sûrîyayê de hat îmzekirin, alîkarîya serbazî û nûavakirinê digire dest.

Lê dibe ku ev hevkarîya aborî ziyanbar ji Sûrîyayê re be, aborvan û pisporê Zanîngeha Eyn Şemsê Şahir Ebdula ji Diyaruna re got.

"Derbaskirina kampanîyên Îranî bi vî awayê berfereh, bi taybet ew kargehên materyalên girêdayî nûavakirinê çêdikin, dê şîyanên kampanîyên Sûrî astengdar bikin," wî got.

Wî not kir ku ev rêkeftinên hevkarîyê dê bijardeyên danûstandinê li pêşîya Sûrîyayê bi welatên din re li ser asta aborî sînordar bike û ev yek dê bihêle ku Îranî demeke dirêj li Sûrîyayê bimînin.

Sedema vê yekê ji ber ku dezgehên mîna kargeh, stasyonên enerjîyê û sazemenîyên neftê peymanên bikaranînê û sazkirinê di nav xwe de dihewînin, ev yek asoyên Sûrîyayê yên aborî bi yên Îranê ve girêdibe.

Gaveke bo xwedizîna ji cezayan

Îranê kampanîyên sektorê taybet û yên têkildarî Pasdaran derbasî hemû welatan kirin, welatên ku ew hewl dide hebûna xwe li wan berfereh bike, analêzê stratîjî liwa Yehya Mihemed Elî, yên ku ji artêşa Mesrî karkenar bûye, got.

Îran mereqdar e ku bi hejmara herî mezin ji kampanîyên piçûk û yên navincî derbasî bazara Sûrî bibe, wî ji Diyaruna re got, bi taybet ew kampanîyên no ne li ser lîsteya reş in ji alîyê Amerîka û Ewrpayê ve bo temwîlkirina Pasdaran.

Ev yek "hewldaneke eşkere ye daku li cezakirinê bifitilin, cizakirina ku biryar heye nêzîk were cîbicîkirin".

Herwiha ew hewl dide ku kampanîyên Îranî yên bêhêvî ji ber abora Îranî ya feqir bêdeng bike, wî got, ji ber ev berferehbûn dê qezencan ji kampanîyên ku derbasî Sûrîyayê bûne werîne û ji alîyekî din ve dê abora Îranî geş bike.

Ji destpêka wê ve, Pasevanê Şoreşger ê Îranî-Îslamî (IRGC) dixwest abora Îranê xurt bike daku dahatîya proje û planên xwe yên berfirehkirinê misoger bike, Şiyar Turko got, pisporê IRGC û rêbazên dahatîyên wê.

Piştî kêmbûna çavkanîyên neteweyî bo dahatîya wekîlên wê yên çekdar ên herêmî, weke Hizbellaha Libnanî û Hûsîyên Yemenî (Ensarallah), IRGC acendeyên rejîma Îranê baş dike lê berjewendîyên miletê Îranê paşguh dike.

Ev xwedî bandoreke aborî, civakî neyînî bû li ser xelkê, delîlê vê yekê jî pêlên protestan bûn ku welat hejandin ji 28ê Knûna Yekemê heta 1ê Knûna Duwemê.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Li herêma QSD, nûavakirineke li ser asteke teng li dar e. Bi destê xelkên xwecihî, û kompanîyên xwecihî. Pir bi başî, û bi lêçûneke kêm û xelk bi karên xwe serfiraz in. Xebat giranîyê didin avakirina xanîyan ji hêla şênîyan ve û herwiha giranîyê didin berdestkirina hûme coreyên xizmetguzarîyan.

BERSIV BIDE