Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî çiyayên Tel Eferê ji bermahîyên DAIŞê paqij dikin

Xalid Ta'î

Leşkerên Îraqî endamên "Dewleta Îslamî" li deverên çiyayî yên Tel Efefê armanc dikin. [Wêne ji Bewabet Tel Efer hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî endamên "Dewleta Îslamî" li deverên çiyayî yên Tel Efefê armanc dikin. [Wêne ji Bewabet Tel Efer hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî deverên çiyayî yên li derdora navçeya Tel Eferê, li rojavayê Mûsilê, ji paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) paqij kirin,berpirsyarkî birêveberîya navçeyê Sêşemê (25ê Îlonê) ragihand.

Hêzên hevbeş ên polîs û Firqeya 15mîn a Piyade ya artêşê operasyoneke leşkerî di destpêka vê heftîyê de dest pê kirin bo nehiştina hebûna çekdaran li deverên dikevin başûr-rojhilatê Tel Eferê, cîgirê serokê encumena navçeya Tel Eferê, Ebas Wehab Qebalan ji Diyaruna re ragihand.

Hêzên ewlekarîyê "gelek dever teftîş kirin, nemaze Şêx Brahîm, girê gundê Xan, û gundên dêrdest ên li ser rêya Mehelebîyayê", wî eşkere kir, û da zanîn jî ku ev dever hatin paqijkirin ji çekdarên DAŞê.

Qebalan got ku di encama operasyonê de sê endamên DAIŞê yên ku xwe li çiyayan vedişartin hatin kuştin û neh kese din hatin girtin.

Qebalan dîyar kir ku hêzên Îraqî herwiha dest danîn ser gelek çek û kemberên teqîner, û gelek tuêl û xendeq kifş kirin.

"Paşmahîyên DAIŞê rastî gurzeke mezin hatiye di encama vê operasyoneke bi kuwalîte de," wî got, û dîyar kir ku ew li ser bingeha raportên hewalgirî û xeberlêdanê xelkê deverê hate encamdayîn.

"Welatî bi lezûbez hêzên ewlekarîyê xeberdar dikin dema ku ew agahîyan li dor terorîstan bi dest dixin," wî got. "Gelek serkeftinên ewlehî ne pêkan bûn bêyî hevahengîya wan bi me re."

Cihgirtineke berfireh

Tel Efer "aram e û taxên wê û navçeyên wê ewle ne," Qebalan got, û bal kişand ku hêzên ewlekarîyê "bi berferehî cih girtine, û bajar ji hemû alîyan ve asê kirin".

"Hêzên ewlekarîyê operasyonên lêgerîn, çavdêrîkirin û parêzî li dijî DAIŞê li deverên li derdora Tel Eferê pêk tînin, bi taybet li alîyên wê yên başûrî û rojhilatî," wî anî ziman.

"Xebatên ewlehî li van deveran himbiz in ji ber ku kendûkoz yekcar berfereh e û mişt gir in," wî got.

Ew herwiha deverine biyabanî yên berfireh çavdêrî dikin, ku ya herî girîng biyabana Hedir e, ya ku ji bakurê Enbarê heta bi sînorê îraq û Sûrîyayê berfereh dibe.

Yekîneyên ewlekarî yên Tel Eferê "erkên mezin û girîng ên lêgerîn û rûxandina şan û hêlînên terorîstan pêk tînin", Qebalan got, û daxwaza zêdekirina hejmaran kir "ji ber ku navçe pir berfireh e û ew li ser gelek biyaban û bilindahîyan vekirî ye".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500