Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Sûrî bang li Tehrîr el-Şam dikin ku çalakvanan serbest bike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çalakvan Yasir Salim, yê ji alîyê Tehrîrel- Şam ve hatiye girtin piştî wî bang kir ku destûrê bidin niştecîyên Fûaa û Kefreyayê ku vegerin bajarokên xwe. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Çalakvan Yasir Salim, yê ji alîyê Tehrîrel- Şam ve hatiye girtin piştî wî bang kir ku destûrê bidin niştecîyên Fûaa û Kefreyayê ku vegerin bajarokên xwe. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Çalakvanên Sûrî bang li hevbendîya tundrew a Tehrîr el-Şam dikin ku du çalakvanên mafên mirov ên li bajarokê Kefer Nubilê yê parêzgeha Idlibê hatine girtin ser best berdin, bajarokê ku beşeke ji devera Maeret Numanê ye.

Hejmareke mezin ji niştecîyên Kefer Nubilê û çalakvanên medyayê û yên di warê mafên mirov de dixebitin ji Tehrîr el-Şam xwestin ku Yasir Salim û Ebdul Hemîd Beyûş serbest berde, çalakvanê Idlibî Heysem Idlibî ji Diyaruna re got.

Idlibî got her du çalakvab roja Yekşemê (23ê Îlonê) hatin girtin li malên xwe li Kefer Nubilê ji alîyê hejmereke endamên Tehrîr el-Şam û ew ber bi girtîgeha Iqabê ya bednav birin.

Salim bang kir ku niştecîyên Şîa ên Fûaa û Kefreyayê vegerin bajarokên xwe, gaveke ku Tehrîr el-Şam lê dinêre weke bangeke lihevhatinê bi rejîmê re, gava ku ew bi awayekî tund red dike.

Yasir Salim û Ebdul Hemîd Beyûş radihêjin beyreqekê bû piştgirîya girtîyên sivîl ji Swêdayê di xwepêşandinekê de li Kefer Nubilê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Yasir Salim û Ebdul Hemîd Beyûş radihêjin beyreqekê bû piştgirîya girtîyên sivîl ji Swêdayê di xwepêşandinekê de li Kefer Nubilê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Piştî ku dorpêçkirina dûvdirêj bi dawî bû di Hezîranê de, niştecîyên Fûaa û Kefreyayê bêwar bûn -- hatin guhastin beşin din ji Sûrîyayê di çarçoveya rêkeftina agirbestê de ku di nav rejîmê û Tehrîr el-Şam de hat imzekrin.

Salim banga xwe bo jîyana hevbeş li ser hisabê xwe yê Facebookê weşand, ew rastî êrîşeke tund hat ji alîyê tundrewên opozîsyonê û hat tawanbarkirin ku ew ji bo lihevhatinê bi rejîmê re kar dike.

Ev yek bû tevî wî hewl da şîrove bike ku ew qala li niştecîyên sivîl dike ne behsa lihevhatinê bi rejîmê re.

Nimûneyeke sitemkarîyê

Li gor Idlibî, tê gotin ku Salim û Beyûş beyreqek di xwepêşandinaroja Înê de li Kefer Nubilê rakirin ku daxwaz dikir ku "Dewleta Îslamî" hejmareke kesên sivîl ên revandî berde.

DAIŞêniştecîyên Durzî li bajarê Siwêdayê û derdora wê revandin.

Idlibî dîyar kir ku Salim berê ji alîyê Tehrîr el-Şam ve hatibû girtin, di gelek hilkeftinan de.

"Ew hat armanckirin ji ber nerînên wî yên nerm, ji ber ew pabend bû bi prensîbîn şoreşa Sûrî û wî hegemonîya tundrewan red dikir, di nav wan de Tehrîr el-Şam, vê yekê hişt ku nakokî bikevin têkilîyên wî bi rêxistinê re," wî got.

gunehê ku aniha lê bar kirine -- ku ew lê digere ku lihevhatinê bi rejîmê re çêbike -- dibe ku ew girtî bimîne bo demeke dirêj û dibe ku ew weke ciza were celdkirin, Idlibî got.

Idlibî daxuyand ku ev beşeke ji nimûneya rewşa ku aniha heye, ya ku Tehrîr el-Şam tê de heta demekê dida dûv wan kesên bang dikin bû lihevhatinê bi rejîm re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500