Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên hevbeş amadebaşîyê li devera Ferata Jorîn bêhtir dikin

Xalid Taî

Êrîşeke hêzên Îraqî li ser şikeftekê li devera biyabanî ya li derdora bajarê Qaimê li parêzgeha Enbarê roja Çarşemê (19ê Îlonê). [Wêne ji rûpela Ferata Jorîn a Facebookê hatiye wergirtin]

Êrîşeke hêzên Îraqî li ser şikeftekê li devera biyabanî ya li derdora bajarê Qaimê li parêzgeha Enbarê roja Çarşemê (19ê Îlonê). [Wêne ji rûpela Ferata Jorîn a Facebookê hatiye wergirtin]

Hêzên êlan ên Îraqî îroj Înê (21ê Îlonê) ragihandin ku wan operasyonine parêzî dest pê kirine bi hêzên Îraqî yên fermî re bo parastina devera Ferata Jorîn li parêzgeha Enbarê li dirêjahîya sînorên bi Sûrîyayê re.

Yekîneya Ferata Jorîn, Fermandarîya Operasyonên Cezîra û Firqeya Peyadeyê ya 8an dest bi operasyonekê kirine bo deverê biparêzin, li biyabana li rojavayî Enbarê, fermandarê yekîneya Ferata Jorîn eqîd Mûsa Hemed Sind got.

Wî ji Diyaruna re got ku operasyon maliştineke berfireh ji biyaban û gundan dane ber xwe li dirêjahîya beravên Çemê Feratê, herwiha pagerên çavdêrîyê jî tên pêkanîn.

Armanc ew e ku veşartgeh û asêgehên paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bên dîtin û armanckirin, wî got.

Leşkerekî Îraqî tê dîtin ku gumanbarekî digire di pêngavekê de bo şopandina şanên DAIŞê li devera Ferata Jorîn di vê wêneyê de. [Wêne ji Fermandarîya Firqeya 6ê ya Peyade hatiye wergirtin]

Leşkerekî Îraqî tê dîtin ku gumanbarekî digire di pêngavekê de bo şopandina şanên DAIŞê li devera Ferata Jorîn di vê wêneyê de. [Wêne ji Fermandarîya Firqeya 6ê ya Peyade hatiye wergirtin]

"Hêzan planin amade kirin daku rêkarinan bikin li ser bingeha agahîne hewalgirî yên çavkanîyên me pêşkêş kirine," Sind got. "Têkilîyeke xurt heye di navbera me û niştecihên xwecihî de li bajarokên dûr, niştecihên ku bi me re alîkar in."

Wî ragihand ku operasyonên ewlehî li herêma Ferata Jorîn pêk hatin hin caran, lê belê aniha dê "bêhitr xurt bibin."

Rêgirtin li ber derbasbûna DAIŞê

Sind anî ziman ku "şerekî dijwar heye li alîyê din ê sînor di hundirê Sûrîyayê de û Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) bi piştevanîya hêzên hevpeymanîya navdewletî, gavine serkeftî diavêjin."

Herwekî ev hêz DAIŞê têk dibe ji alîyê din ê sînor, "ku ev şer dihêle em bêhtir hişyar bin ji demeke din bêhtir, û em haydar in daku tu terorîstî derbasî erdên me nebin," wî got.

"Komine piçûk ên çekdaran hewl dan di çend heftîyên borî de ku şensê xwe taqî bikin û derbasî erdên me bibin, lê belê mat man gava ku dîtin rastî dîwarekî nayê derbaskirin hatin," wî ragihand.

Wî anî ziman jî ku "hêzên hevbeş dikarîbûn hinek derbaskeran bikujin yekser bi alîkarîya balefirên hevpeymanîya navdwletî," da zanîn jî ku du derbasker hatin girtin.

Wî teqez kir ku tevî ku hinek kirarên tundî yên cuda cuda hene li Hedîsa û Qayîmê, "lê belê rewş bi giştî li jêr kontrolê ye."

Roja Çarşemê (19ê Îlonê) bi piştevanîya balefirên artêşa Îraqî, "me çar terorîst kuştin ku xwe di şikeftekê de veşaribûn li biyabanê li başûrî Qayîmê û me otombêlên wan, çek û pêdivîyên wan yên xwarinê wêrankirin," wî got.

Sind anî ziman jî ku "xebatên me yên ewlehîyê berdewam in."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500