Nûçeyên Iraqê
Medya

Rûsya agahîyên nerast belav dike bi rêya destkarîkirina vîdyoyeke DAIŞê

Diyaruna

Şirovekirina vê vîdyoyê, ku bi berfirehî di medyaya civakî de hatiye belavkirin, mewda ku Krêmlin tê de hewl daye ku bîrdozîya komployê ya têkçûyî ya ku dibêje ku Amerîka pişgirîya DAIŞê dike dibêvirîne.

Şiroveya vîdyoyeke ku bi berfirehî di medyaya civakî de belav bûye mewdayên ku Krêmlin tê de hewl daye axêverên Ereb û Rûs tê bigihîne kuAmerîka piştgirîya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dike.

Malpera Vesna (Bihara Rûsî) ya ku Krêmlin wê araste dike vîdyoyek di You Tube de roja 6ê Îlonê belav kir ku tê de angaşt dike ew çekdarekî DAIŞê li Sûrîyayê nîşan dide û ew mukur tê ku Amerîka piştgirîya rêxistina wî dikir.

Lê gelek hûrgilî gumanan li dor rastîya van mukurhatinan zêde dikin.

Di vîdyoya heşt-xulek de zilamekî girêdayî û çavgirtî dîyar dibe, û ew li hember komek ji kesên ku di kamîrayê de xuya nakin xûz dike.

Ev dîmeneke ji vîdyoyekê ku malperke nûçeyan a ser bi Krêmlin ve belav kiriye, ku ew lêpirsînkirina çekdarekî DAIŞê nîşan dide. jêrnivîs dibêje, "Amerîkîyan xwarin û çek dabîn dikirin." Jêrnivîsan ne tenê bersiv bi kêfa xwe şirov dikin lêbelê ew herwiha rahînanên xuyayî edişêre. [Doseya]

Ev dîmeneke ji vîdyoyekê ku malperke nûçeyan a ser bi Krêmlin ve belav kiriye, ku ew lêpirsînkirina çekdarekî DAIŞê nîşan dide. jêrnivîs dibêje, "Amerîkîyan xwarin û çek dabîn dikirin." Jêrnivîsan ne tenê bersiv bi kêfa xwe şirov dikin lêbelê ew herwiha rahînanên xuyayî edişêre. [Doseya]

Wêneyeke fermî ku rûpela fermî ya Facebookê ya Serokatîya Sûrî roja 11ê Mijdarê belav kiriye Serokê Rûsî Vladimir Putin û Serokê Sûrî Beşar el-Esed nîşan dide dema ew ligel efserên Rûsî li serbazgeha asmanî ya Hmêmîm li parêzgeha Laziqîyayê li Sûrîyayê dicivin. [Rûpela Facebookê ya Serokatîya Sûrî/AFP]

Wêneyeke fermî ku rûpela fermî ya Facebookê ya Serokatîya Sûrî roja 11ê Mijdarê belav kiriye Serokê Rûsî Vladimir Putin û Serokê Sûrî Beşar el-Esed nîşan dide dema ew ligel efserên Rûsî li serbazgeha asmanî ya Hmêmîm li parêzgeha Laziqîyayê li Sûrîyayê dicivin. [Rûpela Facebookê ya Serokatîya Sûrî/AFP]

Balefireke şer a B-1B Lanser aircraft bi sûtemenîyê tê zêdekirin ji alîyê KC-10 li devereke ne naskirî roja 14ê Nîsana 2018an. Balefirên şer di êrîşên asmanî de beşdar bûne li dijî armancên Sûrî di bersivkirina bikaranîna çekên kîmawî de. [Reqîb Sgt. Erica Rodriguez/US Air Force Central Command]

Balefireke şer a B-1B Lanser aircraft bi sûtemenîyê tê zêdekirin ji alîyê KC-10 li devereke ne naskirî roja 14ê Nîsana 2018an. Balefirên şer di êrîşên asmanî de beşdar bûne li dijî armancên Sûrî di bersivkirina bikaranîna çekên kîmawî de. [Reqîb Sgt. Erica Rodriguez/US Air Force Central Command]

Balefireke F-22 Raptor a Hêza Asmanî ya amerîkayê ji Refa 94ê li Bingeha Defrayê li Îmarat, li ser başûr-rojavayê Asyayê difire roja 12ê Îlonê. F-22 rahînanên hewayî-hewayî û hewayî-zemînî dike bo jinavbirina metirsîyên li ser Amerîkayê û hevalbendên wê li herêmê. Amerîkayê hişyarî da ku ew dê bersiva her êrîşeke kîmawî ya rejîma Sûrîyayê li Dilibê bide.[Reqîb Ross A. Whitley/Fermandarîya Navendî ya Hêza Asmanî ya Amerîkî]

Balefireke F-22 Raptor a Hêza Asmanî ya amerîkayê ji Refa 94ê li Bingeha Defrayê li Îmarat, li ser başûr-rojavayê Asyayê difire roja 12ê Îlonê. F-22 rahînanên hewayî-hewayî û hewayî-zemînî dike bo jinavbirina metirsîyên li ser Amerîkayê û hevalbendên wê li herêmê. Amerîkayê hişyarî da ku ew dê bersiva her êrîşeke kîmawî ya rejîma Sûrîyayê li Dilibê bide.[Reqîb Ross A. Whitley/Fermandarîya Navendî ya Hêza Asmanî ya Amerîkî]

Zarokin roja 12ê Îlonê maskên xazê diceribînin li Binişê li parêzgeha Idliba Sûrîyayê. Rejîma Sûrîyayê û hevalbenda wê ya Rûsî gefa vegerandina Idlibê dikin. [Mihemed Hac Qedûr/AFP]

Zarokin roja 12ê Îlonê maskên xazê diceribînin li Binişê li parêzgeha Idliba Sûrîyayê. Rejîma Sûrîyayê û hevalbenda wê ya Rûsî gefa vegerandina Idlibê dikin. [Mihemed Hac Qedûr/AFP]

Zilamekî ku cilê serbazî li xwe kiriye û bi zaravê Erebîya Sûrîyayê "hepeyvînê" bi endamekî DAIŞê re bi navê Suhêb Izedîn Zuebî (Ebû Omer Horanî) ji Dêra Buxt dike, yê ku ew bi xwe jî bi zaraeke Sûrî diaxive.

Cudahîyeke mezin û beloq di navbera axêvên Ereb û jêrnivîsên Rûsî ku Russkaya Vesna dide heye. Jêrnivîs ne tenê bersivan diguhere belê ew rahînana xuyayî ya li ser axivtinê diveşêre.

Hevpeyîn bi zincîrek ji pirsyarên sade dest pê dike -- "Navê te çi ye?", "Bernavê te çi ye?", "Tu ji kû yî?" -- kesê dîl axiftina encamderê hepeyvînê dubare dike.

Encamderê hevpeyvînê pirsyara xwe -- "Tu li kîjan cihî dixebitî?" -- gelek caran bi gelek awayan dubare kir û xuya dikir ku kesê dîl ji pirsyarê fêm nekir heta bersiva wê bide.

Destpêkê Zuebî dibêje, "Ew bi DAIŞê re bûn". Encamderê hevpeyvînê vedigerîne, "Erê DAIŞ, lê kîjan rêxistin bi tekûzî? Kî pêşengê rêxistina we bû? Kî mîrê rêxistina we bû?"

"Em li [hêza] Hecer Eswedê bûn," kesê dîl got, lê encamderê hevpeyvînê dubare dike, "Kî pêşengê we bû li Hecer Eswedê?"

Kesê dîl bê deng dimîne, û paşê encamderê hevpeyvînê, sebira wî diqede û dibêje, "Çi bela te ye? Kî pêşengê rêxistina we ye, û kî mîr e?"

"Ebû Bekir Bexdadî ye," Zuebî dibêje, mebesta wîrêberê DAIŞê ye.

"Kî aniha pêşengê rêxisitna we ye? Rêxistina tu ligel wan bû yî dema tu hatî girtin?" encamderê hepeyvînê careke din got.

Kesekî ku di kamîrayê de xuyayî nabe bersivê ji Zuebî re dibêje, û di dawî de Zuebî bersivan bi dilê encamderê hevpeyvînê dide.

"Fermandarê meydanî yê hêza Hecer Eswedê Ebû Eyûb Îraqî ye" -- lê di jêrnivîsê de weke Ebû Bekir Îraqî hate wergerandin.

"Hêza rêxistinê [li biyabana Swêdayê] dora 1,500 çekdar e û hejmara çekdarên milîsa me 250 e. Amerîkî çekan ji me re dabîn dikin."

Pirs û bersivên ku ji kesê dîl re tên amadekirin ji teksta Rûsî tên rakirin.

Kesê dîl tê şîretkirin

Di zincîra duyem a pirsyaran re, encamderê hepeyvînê pirsyaran ji kesê dîl dike li dora êrîşa DAIŞê li Swêdayê.

"Erkê te di êrîşê de çi bû?", wî pirsyar kir.

"Rêxistina me ji xwekujan pêk tê," Zuebî got. "Divabû ku ew êrîşan li derveyî û hundirê Swêdayê pêk bînin. Komeke bo Idlibê hat şandin bo vîdyoyekê bikişîne li dor êrîşên kîmawî daku artêşa Erebî Sûrî [ya rejîmê] pê were gunehbarkirin."

Ev bersiv naratîva Kremlinê dide pêş, dema ku ew hewl dide sûcdarîya rejîmê ji êrîşên kîmawî li dijî gelê Sûrîyayê red bike.

Ne pêkan e ji ber Swêda, ya li başûr-rojavayê Sûrîyayê li nêzî sînorê bi Urdunê re, û 400 kîlomertan dûrî Idlibê ye, ya ku li bakur-rojavayê Sûrîyayê ye û li nêzî sînorê bi Turkîyayê re ye.

Li alîyekî din wergera Rûsî ji ya Erebî cuda ye dema ku encamderê hevpeyvînê ji Zuebî pirsyar dike li kû wî rahînan dîtiye.

Ew bi Erebî, dibêje "DAIŞê min li kampa penaberan a Rukban perwerde kiriye".

Lê jêrnivîsên Rûsî dibêjin, "Amerîkîyan min di rêzên DAIŞê de li kampa penabera a Rukbanê perwerde kiriye".

Ligel van tevlîhevîyan û şîretkirina belî li pişt kamîrayê, dîl mukur tê ku ew ji ber pereyan tevlî DAIŞê bûye, û xûyayî ku ew piranîya vîdyoyê nereht e û li jêr fişarê ye.

Bikarhînerên mîdya civakî tinazîyan bi vîdyoyê dikin

Gelek axêverên Rûs û Ereb pirsa rewabûna vîdyoyê kirin, û ew birin platformên mîdyaya civakî bo tinazî û qerfên xwe bikin.

Li ser You Tube, gelek Rûsî axêv kometên tinazîbar post kirin.

"Ev çi şano ye? Di 1.11 de leşker pirsyarekê dike û ji girtî re dibêje ew çi navî bide wî," Ebû Bublik komêt kir.

"Rojeke din a girtina dîmenan li Ostankino.... [Studyoya televîzyona hikûmeta Rûsî]," Vova Kopeikin wiha nivîsî.

"Ev bi tenê bo bînerên Rûsî ye, yên ku fehm nakin çi li pey mijarê ye, çawa [kesek] bi Erebî were şîretkirin ku ew [girtî] çi bibêje," Ehmed Hesen got.

"Nîvê wergerê ne rast e. Ez matmayî nabin eger ew [vîdyo] sexte be," Ramil Gaifulin wiha nivîsî.

"Vîdyo qet ne rast e. Ew çawa dizane gelo kî xwarin û çekan jê re dabîn dike?" Pristsilla Tabaki pirsyar kir. "Ew xwarinê ji kampa milîtanan re bi lorîyên Amerîkî tînin? ... Ev propagendayeke beloq e."

Temaşevanên Ereb hema bersiva wan hebû.

"Kiryarên bed, Şebîhayên ehmeq [ji çeteyên rejîma Sûrîyayê re şebîha tê gotin]. Berazên Rûsan ji derewên rejîmê fêr bûne û li wan zêde kirine," Mihemed Su di Facebookê de wiha got.

"Kesê dîl nabêje ku ew [Rûs] mêjîyê wî dişon. Lêpirsîner jibîr kir ji wî pirsyar bike, ew Persîl an jî Ariel bi kar tînin?" Xalid Alsa, wiha got dema ku wî qala dermanên şûştinê dikir.

"Dereweke sê alî," Ebû Welîd Elbûkemalî got, dema wî li ser heman postê komênet kir. "Endamekî DAIŞê ye ku li kampa Rukban hatiye perwerdekirin û dizane ku Artêşa Azad û Cebhet el-Nusra çi li Idlibê plan dikin"

Dîrokeke propagandayê

Ew hewla Rûsya ya şewhandina wêneyê Amerîkayê rêyeke bo dûrkirina çavan ji bikaranîna rejîma Sûrîyayê ji çekên kîmawî re û herwiha tawanên cengê yên din li dijî sivîlan.

Roja 11ê Îlonê, Krêmlin angaşt kirçekdarên opozîsyona Sûrîyayê li Idliba dorpêçkirî dest pê kirine filmekî berhem dikin ku dê tê de ji cîhanê re nîşan bidin ku rejîma Sûrîyayê êrîşeke kîmawî pêk tîne, AFP ragihand.

Rûsya heman ev naratîv bi kar anî piştî êrîşa rejîma Sûrîyayê ya kîmawî li Dûmayê di meha Nîsanê de, ya ku herî kêm 40 sivîl tê de hatin kuştin û zêdetir ji 500 kesan derbasî nexweşgehê hatin kirin.

li gorî peydarê Wezareta Berevanîyê ya Rûsî Igor Konaşenkov, Brîtanya fişar li Xûzeyên Sipî kiriye ku êrîşeke kîmawî ya sexte durist bikin.

Balyozê Brîtanî bo NY Karen Pierse got ku lêdwanên Konaşenkov "meriv vedirşînin" û "dereweke beloq e", û got ku rv bi tenê berhemeke "maşîna propagandaya Rûsî ye".

Amerîka, Fransa û Brîtanya 21ê Tebaxê hişyarî dan ku ew dê bersiva her êrîşeke kîmawî ya Serokê Sûrî Beşar el-Esed bidin eger ew eger di dema êrîşa rejîmê de ya bo vegerandina Idlibê pêk were.

"Em ji zêdebûna alozîyê nîgeran in -- û tiştekî ne rewa ye -- bikaranîna çekên kîmawî," wan got.

"Bo nehiştina her tevîhevîyê, eger rejîma Sûrîyayê çekên kîmawî pêk bîne em dê bi tundî bersiva wî bibin û divê ew haydar bin û tu biryareke wiha çewt nedin," şêwirmendê ecumena netewî ya Amerîkî, Jon Bolton ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500