Nûçeyên Iraqê
Medya

DAIŞ hovîtîya xwe bi angaştên xapînok pif dide

Xalid Ta'î

Endamê Yekîneya Operasyonên Derûnî ya Wezareta Berevanîyê ya Îraqî peyaminan dişîne di rêya êstgeheke weşanê ya livber di vê wêneyê de ji 15ê Mijdara 2017an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Endamê Yekîneya Operasyonên Derûnî ya Wezareta Berevanîyê ya Îraqî peyaminan dişîne di rêya êstgeheke weşanê ya livber di vê wêneyê de ji 15ê Mijdara 2017an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Di mehên dawîn de, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li ser enternêtê berpirsîya xwe derbarê êrîşên ketûber û revandinan de ragihand, herwiha berpirsîya tawanên ku çênebûne jî angaşt kir, berpirs û çavdêrine Îraqî gotin.

Ev angaştên xapînok piştî pûçkirina siyanên rêxistinê yên şer hatin girankirin û herwiha erdên wê hatin standin ku li jêr kontrola wê bûn, wan ji Diyaruna re gotin.

Wan got ku DAIŞ her li ser enternêtê kuştinên ketûber û revandinan angaşt dike, ku paşê lipeygerînan eşkere kirin ku tu têkilîya tawanbaran bi rêxistinê re tune ye.

Mînakeke nû ji vê berpirsîya DAIŞê ya angaştkirî kuştina parlemnterê bi navê Farûq Cibûrî di 7ê Gulanê de li başûrê Mûsilê.

Otombêlên Îraqî yên xwedî pergalên hevpêwendî û weşanê ne, yên ku li vir tên dîtin di Sibatê de, bo li hember makîneya propogendayê ya DAIŞê rawestin, dixebitin. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîyê ya serbazî hatiye wergirtin]

Otombêlên Îraqî yên xwedî pergalên hevpêwendî û weşanê ne, yên ku li vir tên dîtin di Sibatê de, bo li hember makîneya propogendayê ya DAIŞê rawestin, dixebitin. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîyê ya serbazî hatiye wergirtin]

Lipeygerînan paşê dît ku tawan li "sedemên girêdayî malbatê" vedigere, li gorî Encumena Dadmendîyê ya Bilind, herwiha kifş kir ku kurê qurbanîyê bi kuştinê ve rabûye.

DAIŞ berpirsîya gelek tawanên ku li hundirê Îraq û derveyî wê angaşt kir ku paşê hat dîyarkirin ku tu tilîya wê tê de tune ye, pisporê ewlehîyê Casim Hanûn wisa ji Diyaruna re got.

Di yek ji van bûyeran de, di 23ê Tebaxê de, Fransîyekî kêr li dê û xwişka xwe xist li nêzî Parîsê.

"Bi xar DAIŞê berpirsîya vê yekê angaşt kir, lê belê paşê dîyar bû ku yê tawanbar ji pirsgirêkên derûnî gazin dikir, li gorî Wezareta Hundir ya Fransayê," Hanûn got.

Wezîrê Hundir yê Fransayê Cêrard Kolomb got ku yê êrîşker "aqilê wî ne li cih e, ji dêvla kesekî ku pabend be, ku karibe fermanên rêxistinên terorîst werbigire, nemaze DAIŞ."

Ardû bo propogendaya DAIŞê

Hanûn got ku ew texmîn dike DAIŞ van angaştan radigihîne "daku xizmeta propogendaya terorîstan bike û wan bitirsîne, û ya herî giring, ku piştgirîyekê razberî bide endamên xwe."

Wî ragihand ku "çi angaşteke şaş bide me, nîşanekê dide me ku ev rêxistina terorîst li ser bigeha angaştên derewîn dimeşe daku têkbirinên xwe dapoşîn bike."

"DAIŞ kontrola xwe ji dest da piştî mirina serokatîya wê," û herwiha ew dixwaze xwe bi çi karekî tundî re girêde, ew tundîyên ku di nûçeyan de dibîne.

Wî anî ziman ku ji çaxa têkçûyîna rêxistinê ya li Mûsilê de, hewl da ku gelek operasyonên terorî angaşt bike li parêzgeha Nînewayê, tevî ku tu raport derbarê van bûyeran de tune ne.

Ev angaşt "sawîr û derew in ku terorîst hewl didin ku wan weke rastîyekê ragihînin," peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Nînewayê lîwa Fîras Beşar Sebrî wiha ji Diyaruna re got.

Wî got ku "agahîyên çewt alaveke terorîst e daku tevlihevî û nakokîyan çêbikin," da zanîn jî ku piranîya xelkê bi van derewan nayên xapandin.

Hemû gotegot tên lipeygerîn

Sebrî anî ziman ku "ji çaxa rizgarkirinê de, rewşa ewlehî li [Mûsilê] baş bûye, bi saya hevkarîya niştecihên sivîl û operasyonên ewlehî û parêzî," ku "dijmin operasyonên terorîst radigihînin tenê yên di nîgaşên wan de çêdibin."

Wî ragihand ku hemî angaşt û gotegot -- ku gelek ji wan hene -- tên lipeygerîn, herwiha rastî ji niştecihên sivîl re tê kifş kirin.

"Terorîst li çi awayî digerin daku xwedî bandoreke derûnî be ku karibe tehlbûna têkbirina wan kêm bike," Mihemed Brahîm serokê komîteya encumena ewlehî ya parêzgeha Nînewayê wiha ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî ragihand ku xwederbaskirina DAIŞê di çi tawana ku çêdibe û nabe de "ew fêleke bêhêvî ye daku dilsarîya xwe dapoşîn bike û hinek hêvîya ku maye li endamên xwe vegerîne."

Ji ber vê yekê divê derewên rêxistinê bi xurtî werin derewandin, daku wê ji standina desthilatên ku ji jîyanê mezintirin bêpar bike, wî anî ziman.

"Ev kesên terorîst her tim li serkeftinên derewîn digerin, û rastîyê berevajî dikin li gorî berjewendîyên xwe bo mayîn û berfirehbûna xwe," wî got.

Anî ziman jî ku "divê em her tim li hember wan rawestin û propogendaya wan kifş bikin, û ev berpirsîya me hemûyan e."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500