Nûçeyên Iraqê
Aborî

Şênîyê Mûsilê û desthilatdarî bazarên bajêr nû dikin

Xalid Taî

Gelek firoşgeh li bazara Bab Seraya Mûsilê hatine nûkirin bi rêya xebatên hevpar ên xelkê deverê û hikûmeta xwecihî ya Nînewayê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Çavê Mûsilê hatiye wergirtin]

Gelek firoşgeh li bazara Bab Seraya Mûsilê hatine nûkirin bi rêya xebatên hevpar ên xelkê deverê û hikûmeta xwecihî ya Nînewayê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Çavê Mûsilê hatiye wergirtin]

Bi dirêjahîya sala par, şênîyên Bajarê Kevin ê Mûsilê milbimilê hikûmeta xwecihî dixebitîn bo nûkirina firoşgeh û bazargehên wêranbûyî û vejîyankirina çalakîya aborî.

Ji dema ku van xebatan dest pê kir, hejmark mezin ji firoşgehan hatin nûkirin li bazara Bab Seray, a ku bi dîmenê xwe yê kevin navdar e, û yek ji mezintirîn û kevintirîn navendên bazardarîyê ye li Mûsilê.

Firoşgeh û bazarine din hîna tên nûkirin û çaksazîkirin ji ber ziyana gihiştibû wan di dema qewimîna şerên derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji bajar.

"Tiştê ku karakterekî taybet dida bajarê me xweşikî û bedewîya bazarên wî yên kevin bû," rûniştîyê Bajarê Kevin, Ehmed Zekeriya anî ziman.

Karker firoşgeha li bazara Bab Seraya Bajarê Kevin ê Mûsilê nû ava dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Çavê Mûsilê hatiye wergirtin]

Karker firoşgeha li bazara Bab Seraya Bajarê Kevin ê Mûsilê nû ava dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Çavê Mûsilê hatiye wergirtin]

Wî got ku ew bi giranî ji alîyê DAIŞê ve hatibûn wêrankirin.

"Xwedanên firoşgeha çaksazkirina ziyanê girte ser milê xwe bi hevahengî ligel birêveberîya parêzgeha Nînewayê," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku tevî ku erkdarî zehmet e, lê tiştê hatiye bidestxistin ne kêm e, û balkişand ku gelek firoşgeh hatine nûkirin û hinek bazar vêga astên bilindtir ji çalakîyê û tevgerê jîyan dikin.

Zekeriya got ku hikûmeta parêzgehê xebatên mezin dane pêş bo xurtkirina tevgera nûavakirinê bi rêya alîkarîkirina bazirganan di dîsan avakirina firoşgehên wan de.

"Berî vê yekê, birêveberîyê pêwendîdar ên hikûmetê gemar, qirêj û moloz ji sikakên bazaran rakirin û xizmetguzarîyên sereke berdest kirin," wî got.

''Xebatên bê hampe''

Nûavakirina bazarê "tê qedandin bi saya xebatên kesane yên bê hampe yên xwedanên firoşgehan, û wan erk daye ser milê xwe bi rêya piştgirîya hikûmeta xwecihî", parêzgarê Mûsilê, Zuhêr Aracî got.

"Me komîteyên teybet pêk anîn bo hêsankirina dayîna mohletên avakirinê ji şênîyan re, bo ew firoşgehên xwe dîsan bi styilê kevin ava bikin," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku şaredarî hatin erkdarkirin bi paqijkirina bazaran ji mozelan, nûkirina torên av û kehrebeyê û alîkarîkirin di proseya pêgehandinê de.

Wî got ku ligel bazara Bab Seray, ku hemû firoşgeh li ber qedandinê ne, kar berdewam e bo nûavakirina bazara Bab el-Tob û firoşgehên li nêzî wê.

Wî da zanîn ku bazarên din ên Bajarê Kevin, di nav de Bab el-Cisir el-Etîq, Wadî Hecer, Atmî, û gelek firoşgehên din yên belawela rastî ziyanê hatibûn di çaxê DAIŞê de.

"Xebata me berdewam e û rewşa xizmetguzarîyan aniha baştir e ji rewşa berê," wî got. "Ava vexwarinê digihêje deverên nişînbûyî, û kehrebe baş e."

Dibistan û navendên tenduristî hatine çakirin, û nexwşgehek hatiye vekirin li şûna Nexweşgeha Cimhûrî, û kampanyayek bo avakirina 250 alîkarî ji dandar û kerta taybet wergirtiye.

"Têkildarî Mizgefta Nûrî, û minareya Hedbayê,îmarat $50.4 milyon bo nûavakirina wêû dîsan avakirina malên li derdora wê terxan kiriye bi hevkarî ligel UNESCO," Arecî ragihand.

Berdestkirina qûtdarîyê

Hikûmeta xwecihî ya Nînewayê û şênîyên parêzgehê rijd in li ser çaksazîkirina hemû bazarên bajêr, Durêd Hikmet, şêwirmendê parêzgarê Nînewayê, ji Diyaruna re ragihand.

"Xelk di nûavakirinê de beşdarîyê dike û di xebatên me de cih digirin ne tenê bo berdestkirina qûtdarîya xwe, belê ji ber ku ew rêzê ji nirxên dîrokî yên van bazaran digirin û dixwazin wan careke din guldar bibînin," wî got.

Dê nûavakirina bazaran "bê guman bazardarîyê û kiryarîyê vejîne, hewcedarîyên bingehîn ji xelkê re dabîn bike û qeyrana bêkarîyê sivik bike",wî got, û da zanîn "ev in jêderên aramîyê û piştgirîyê".

Karê li dar ê nûkirina bazarên Mûsilê "destpêkeke handerbar e û sedemekî geşbînîyê ye", endamê encumena parêzgeha Nînewayê,Berekat Şemo wiha got.

"Bajarê Mûsilê, nemaze Bajarê Kevin, ji alîyê parlemanê Îraqî ve weke devereke felaketbûyî hat naskirin," wî ji Diyaruna re got.

"Îro bajar hewl dide êdî bi samanên heyî li ser piyan rawste, û bazar tên avakirin û xizmetên giştî baştir dibin, tevî ku hîna em negihiştine asta tên hêvîkirin" wî got.

Wî got ku parêzgeha Nînewayê bi hewcedarî danên bêhtir ji alîyê hikûmeta federalî ve û herwiha piştgirîya dandarên navdewletî ye bo ew zorîya berehengarîyên rûbirûyî wan tê di pêvajoya nûavakirina jêrxaneyê û dîtgehên wê de dibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500