Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Xûzên Sipî angaştên Rûsya yên dibêjin ew "hezirîya pêkanîna êrîşên kîmawî dikin" red dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Kurek lafîteyekê bilind dike ku balefirên şer ên Rûsî bi wêrankirina dibistana xwe tohmetbar dike, di xwenîşandanekê de li Cisir el-Şixûrê roja 7ê Îlonê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl hatiye wergirtin]

Kurek lafîteyekê bilind dike ku balefirên şer ên Rûsî bi wêrankirina dibistana xwe tohmetbar dike, di xwenîşandanekê de li Cisir el-Şixûrê roja 7ê Îlonê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl hatiye wergirtin]

Hewlên berdewam ên Rûsya û rejîma Sûrîyayê yên tohmetbarkirina Berevanîya Sivîl a Sûrî û hinek komên opozîsyonê bi palnkirina pêkanîna êrîşên kîmawî li Idlibê, hewleke bo veşartina qewimîna êrîşeke kîmawî ya rastî ku ew hazirîya wê dikin li hember sivîlan û herêmê, Çalakvanên Sûrî ji Diyaruna re ragihand.

Ew herwiha armanc dikin ku endamên Berevanîya Sivîl a Sûrî,herwiha bi navê Xûzeyên Sipî tên naskirin, û komên opozîsyonê weke "terrorîst" nîşan bidin, û bibêjin ku metryalên kîmawî yên qedexe di destên wan de hene, çalakvanan got.

Rûsya Sêşemê (11ê Îlonê) angaşt kir ku çekdarên opozîsyona Sûrî li ser filmekî dixebitin bo ji cîhanê re nîşan bidin ku êrîşeke kîmawî ya angaştkirî pêk tê ji alîyê artêşa Sûrî ve.

Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê li ser zimanê şênîyên Idlibê, got ku taximên gelek kenalên TV yên Rojhilata Navîn -- û herwiha "û beşekî herêmî yê kenaleke nûçeyan a Amerîkî ya pêşeng" -- gihiştine deverê bo dîmanan li bajarê Cisir Şixûrê li Idlibê bikişînin.

Şênîyê Idlibê maskên xwemalî ji karton û perdaxên mişt keresteyên mîna pembû û komerê durist dikin, weke tedbîreke parêzî ji tirsa ku Idlib rastî êrîşên kîmawî bê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Şênîyê Idlibê maskên xwemalî ji karton û perdaxên mişt keresteyên mîna pembû û komerê durist dikin, weke tedbîreke parêzî ji tirsa ku Idlib rastî êrîşên kîmawî bê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamên Berevanîya Sivîl a Sûrî hewl didin agirê girtiye malekê vemirînin, agirê ku ji encama êrîşên asmanî yên balefirên şer ên Rûsî û rejîmê yên li ser Idlibê ne. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamên Berevanîya Sivîl a Sûrî hewl didin agirê girtiye malekê vemirînin, agirê ku ji encama êrîşên asmanî yên balefirên şer ên Rûsî û rejîmê yên li ser Idlibê ne. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Berevanîya Sivîl a Sûrî zarokekî ku di bombebarankirina rejîmê birîndar bûbû ewle dike. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Berevanîya Sivîl a Sûrî zarokekî ku di bombebarankirina rejîmê birîndar bûbû ewle dike. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

"Di dawî de", dê dîmen radestî kenalên TV werin kirin bo ew di medyaya civakî de belav bikin, wezareta berevanîyê îdîa kir.

Li gorî "sînaryo", dê çalakvanên Xûzeyên Sipî "alîkarîya şenîyên Cisir el-Şixûrê bikin" paş qaşo bikaranîna bermîlên teqîner ji alîyê artêşa Sûrî, wezaretê got.

Wezaretê got ku dê matryalên kîmawî yên rastî werin bikaranîn û dîmen rast werin xuyanîkirin û bo samplan ji zevîya pîsbûyî peyda bikin.

Parêzgeha Idlibê û deverên gundewarî yên hevtixûbên wê hîna di destê çekdarên opozîsyonê de ne.

Bo çend heftîyan, hêzên rejîmê bi piştevanîya heryek ji Îran û Rûsyayê bi giranî li derdora Idlibê cih digirin, êrîşên asmanî yên kujêner pêk tînin, û bermîlên bombrêjkirî bi awayekî yekcar gelek dibarînin di rojên dawî de.

Rojava Serok Beşar Esed û rejîma wî haydar kir ku ew dê rastî rewşên dijwar werin eger ew çekên kîmawî li dijî Idlibê bi kar bîne.

Tohmetbarkirin ''gefeke xeternak" pêk tînin

Tohmetên ji alîyê Rûsya û rejîma Sûrîyayê ve dibêjin ku Xûzeyên Sipî kara "şanoyekê" dikin ku dê tê de çekên kîmawî werin bikaranîn gefeke xeternak li ser deverên li derveyî kontrola rejîmê durist dikin, berpirsê ofîsa medyayî ya Berevanîya Sivîl a Sûrîyayê, Xalid Xetîb, got.

Ev tohmet nîgeranîyan zêde dikin têkildarî egera pêkhatina êrîşeke bi çekên kîmawîli van deveran ji alîyê Rûsya û rejîmê ve, wî ji Diyaruna re ragihand.

"Rêxistinên navdewletî bikaranîna çekên kîmawî ji alîyê rejîmê ve herî kêm sê caran di salên borî de piştrast kirin," wî got.

Xetîb dîyar kir ku ev tohmetbar armanc ji wan reşkirina navûdengîya Xûzeyên Sipî ye tevî ku gelek welatên Ereb û Rojavayî ji wê piştrast in.

"Xûzeyên Sipî 255 xwebarên xwe ji dest dan, ji ber ku ew hatin kuştin dema erkên xwe bi cih tanîn," wî got. Bi dehan jî birîndar bûn, û gelek ji wan hatin armanckirin dema wan erkê xwe pêk tanî.

Xûzeyên Sipî xelkê hişyar dike ku ew çi bikin dema ku êrîşeke kîmawî pêk bê.

Ji ber ku tu samanên rêxistinê tune ne bo maskên li dijî gazê li ser şanîyan belav bike, xebatên wê "bi tenê hişyarîkirina xelkê ne têkldarî çi bikin di van rewşan de", Xetîb got.

"Gelek şênîyan wargehên jêrzemînî amade kirine bo ew xwe veşêrin eger pêwistî hebe," wî got.

Wî got ku hineke din maskên xwemalî ji matryalên mîna karton û perdaxên mişt pembû û komerê durist dikin, û ev metryal dikarin ku parastinê ji madeyên jehrîn bikin.

Tohmetên "bê bingeh"

Xetîb got ku tohmetên Rûsyayê ku tîmên mîdyayî bi tîmên Berevanîya Sivîl a Sûrîyayê re ne bo êrîşeke kîmawî ya sexte li Idlibê raport bikin bê bingeh in, "û bi tenê xwebar û kesên birîndar di otombîlên berevanîya sivîl de ne".

"Xelk hemû dizanin ku tu tîmên medayî yên biyanî li herêmê tune ne ... ji ber tirsa ji destpêkirina êrîşeke serbazî ya berfireh ve ji alîyê rejîmê ve," Xetîb şirove kir.

Wî da zanîn ku dîmen ji alîyên xwebarên Xûzeyên Sipî ve tên girtin, û her tîmek rojnamegerek ligel wan e, ku dîmenan dikşîne û operasyonên ewlekirinê belgeh dike.

"Hinek xûze kamîra li ser wan hatine danîn bo ew kuştîyan û birîndaran û topbaranên bi gazan [ên jehrîn] û madeyên qedexekirî li ser asta navdewletî belge bikin," wî got.

Dîtina biheneyan ji êrîşan re

Rûsya û rejîma Esed egera êrîşeke kîmawî ya sexte dide pêş bû hêzên opozîsyonê û tîmên berevanîya sivîl bi bikaranîna çekên kîmawî yên qedexekirî li ser asta navdewletî tohmetbar bike, parêzerekî Sûrî bi navê Beşîr Besam, wiha şirove kir.

Armanc ew e "dûrkirina baldarîyê ji tevkujîyên pêk tên [ji alîyê rejîm û Rûsyayê] û yên dibe bên encamdayîn di êrîşa ser Idlibê de", wî ji Diyaruna re zelal kir.

Wî got ku ew sergirtinekê ji Rûsya û rejîmê re dibîne eger êrîşên bi çekên wiha bi rastî pêk hatin.

Armanceke din heye ew jî nîşandayîna komên opozîsyonê yên miyanrew û Xûzeyên Sipî mîna "terorîstên ku divê bi her buhayekî bên derxsitin", wî got.

''Bawerî nalerize"

Alavên mîdyayê yên ser bi Rûsya û rejîmê ve bi giranî qala deverên stratejî mîna Cisir el-Şixûr û deverên li derdora wê dikin, ku ew hevtixûb in ligel deverên li jêr kontrola rejîmê.

Besam got ku kontrolkirina Cisir el-Şixûrê rê dide Rûsya û rejîmê ku serwer bibe li tevahîya herêma Idlibê û rêya ku Laziqîya bi Hema û Idlibê girê dide kontrol bike.

Ev di çarçoveya hewla wan "a çandina tirsê di dilên şênîyan de û neçarkirina wan bo revê bo deverên din tên", wî got.

Çalakvan Heysem Idlibî got ku terkîza li ser Cisir el-Şixûrê ji ber rastîya ku îmkan heye ku bi mûşekên kurt û navend meda weke heman çekên di destê hêzên opozîsyonê de bên armanckirin.

Ev mûşek "dikarin bi madeyên kîmawî bên zêdekirin û bo bordumankirina herêmê, û paş ew [Rûsya û rejîm] dê komên opozîsyonê û Xûzeyên Sipî bi êrîşan tohmetbar bikin", wî ji Diyaruna re ragihand.

Idlibî got ku gotugotên ku Rûsya wan belav dike armanc dikin ku kirîzeke bawerîyê di navbera sivîlan û Xûzeyên Sipî de bîne pêş.

"Lê belê, ev ne pêkan e," wî tekez kir, ji ber bawerîya welatîyan bi Xûzeyên Sipî "ne lerzbar".

Wî got ku ev yek vedigere kar û xebata dijwar bo ewlekirina jîyanan û rastîya ku gelek ji wan hatine kuştin û birîndar bûne di êrîşên dîrekt ên balefirên şer ên rejîmê û Rûsyayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500