Nûçeyên Iraqê
Ciwan

Hêzên pêşrew himbêzker in bo milîsên ser bi Pasdaran ve li Îranê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Pêşrewên Îmam el-Mehdî di piyadekê de li bajarokê Nubl ê Sûrîyayê beşdarîyê dikin, û ew li wir xwedan hebûneke girîng in. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Pêşrewên Îmam el-Mehdî di piyadekê de li bajarokê Nubl ê Sûrîyayê beşdarîyê dikin, û ew li wir xwedan hebûneke girîng in. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Geşbûneke di hebûna hêzên pêşrew de li deverên Sûrîyayê yên li jêr kontrola rejîmê û Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) hatiye holê û ew li jêr heman navên hêzên pêşrew ên ser bi Hizbulah ve li Lubnanê dixebitin, çalakvanan dîyar kir.

Ev hêzên pêşrew, ku bi navê pêşrewên Îmam el-Mehdî tên naskirin, hêdî hêdî hejmarê mezin ji ciwanan dihundirînin, û ew ciwan paş tevlî rêzên milîsên ser bi Pasdaran ve li Sûrîyayê dibin, wan ji Diyaruna re ragihand.

Hêzên pêşrew ên ser bi Pasdaran ve careke pêşîn di sala 2011an dw li devera Seyîda Zêneb li derveyî Şamê û li bajarokê Nubl û Zhra li Helebê dîyar bûn, li gorî çalakvan Beha Sahilî, yê ku niştecihê kampa Yermûkê, li başûrê Şamê, ye.

Hêz paşê belav bûn piştî ku Pasdaran hebûna xwe li Sûrîyayê berfereh kir, wî ji Diyaruna re ragihand, û ew aniha li Şamê, Laziqîya, Tertûs û Helebê tên dîtin.

Hejmarek ji hêzên pêşrew ên Îmam el-Mehdî û çekdarek ji milîseke ser bi Pasdaran ve di pîrozbahîyên bê dawîyê de beşdarîyê dikin. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Hejmarek ji hêzên pêşrew ên Îmam el-Mehdî û çekdarek ji milîseke ser bi Pasdaran ve di pîrozbahîyên bê dawîyê de beşdarîyê dikin. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Komîsyoneke pêşrewan a nû li Dêra Zorê jî tê damezrandin.

Sahilî got ku ev hêz merasîman di bone û pîrozbahîyên olî de li dar dixin, û meşên tev cilên serbazî pêk tînin.

"Gurkirina kîna tayifgerîya olî esasê prosesa tecnîdkirina bo nav van pêgehan e," Sahilî got.

Wî got ku hestê hevsozîya ji Pasdaran re di dema prosesa tecnîdkirinê de tê xurtkirin, li ser bingeha ramana ku divê ew deverên ku hêzên rejîma Sûrîyayê wan kontrol dikin bên parastin li hember şerekî tayifgerî yên li dijî wan li dar.

Fişara Aborî û siyasî

Dê û bavên Sûrî xwe li jêr fişareke siyasî û diravî dîtin bo rê bidin ku zarokên wan tevlî van pêşrewan bibin.

Wî got ku redkirina dê û bavan ji tevlîbûna zarokên wan di nav rêzên pêşrewan de wan rastî fişaran ji alîyê milîsên ser bi Pasdaran ve dike, lê yên tevlî wan dibin cil, pêdivîyên dibistanan û pirtûk ji wan re tên dayîn.

Alîkarî û hewarçûn di pîrozbahîyên olî de tên belavkirin, ew jî metodeke ku Pasdar bi kar tînin bo sûdê ji rewşa aborî ya zehmet a ku piranîya Sûrîyan rûbirûyî tên werbigire û ajanda xwe pêk bîne.

Kampên pêşrewên Îmam el-Mehdî ji kampên rahînana serbazî ne cuda ne, Sahilî anî ser ziman, û ew dest bi rahînanên serbazî yên sert dikin û paşê ew rahînanê li ser hemû celebên çekan dikin.

Ew dibîne ev kamp mîna kampên "Şêrzadên Xîlefatê" ne, yên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Îraq û Sûrîyayê damezrandin bo rahînankirina çekdarên pêşerojê.

Armanca sereke ji pêşrewên Îmam el-Mehdî tecnîdkirina zarokan e û rolgerandin mîna jêdereke mirovî bo dabînkirina çekdaran bo milîsên li Sûrîyayê, lêkolînvan di Navenda Şerq bo Lêkolînên Stratîjî û Herêmî de, Fethî Seyid ji Diyaruna re ragihand.

Himbêzgeheke çakdaran

"Nifşê Sûrî ji pêşrewên Mehdî kopîyeke di pêşrewên ku Hizbulah li Lubnanê ava kirine," Seyid got.

"Her ji dema damezrandina wê de partîyê dest bi avakirina hêzên pêşrew kiriye, û bi hezaran zarok tecnîd kirin, û ew paşê bûn çakdar di rêzên wê de," wî got, û da zanîn ku çekdarên aniha derçûyên wan hêzên pêşrew in.

Damezrandina van hêzên bi serperştîya fermandarên Pasdaran bû, û carinan ceneral Hîsam Xoşnevîs yê Hêza Qudus abijare [yê ku di sala 2013an de li Sûrîyayê hat kuştin] bo Şamê sala 2010an hatibû şandin bo pêşîn nifşê hêzên pêşrew dabimezrîne, Seyid got.

Di heman demê de alîkarî ji wî re Îran û Lubnanê dihat û wan hejmarek ji rahîneran dişandin.

Seyid got ku nûçenameyên milîsên ser bi Pasdaran ve li Sûrîyayê mirina hejmareke mezin ji wan çekdarên zarok di şer îlan kirin.

"Ev yek projeya wan a veguhertina van zarokan bo çekdaran hat cîbecîkirin, û ew tevlî çalakîyên serbazî tên kirin û erkên wan ne bitenê çalakîyên pêşrewî yên civakî ne, weke ew angaş dikin," wî got.

Wî got ku piranîya pêşrewên Îmam el-Mehdî yên li Sûrîyayê hatin kuştin ji bajarokên Nubil û Zehra û bajarê Humsê û derdora wê ne, û piranîya wan di destpêkê de di rêzên Hizbulaha Lubnanî de şer kiribûn.

Yekîneyên teybet ji wan re hatin avakirin, mîna Hizbulaha Sûrî.

Cuda ne ji pêşrewan

Pêşrewên Îmam el-Mehdî di rêzên pêşîn ên çalakîyên pêşrewî yên asayî de ne, niştecihekî Şamê bi navê Heysem Hedad ji Diyaruna re ragihand, "lê rastî ew e ku ew cuda ne ji komeke pêşrewî ya normal".

Wî got ku zarok ji komelgehên Şîa tên tecnîdkirin, û destpêkê giranî li ser waneyên tayifî ne di çarçoveyeke asayî de.

Wî got ku paşê qonaxa tecnîdkirinê dest pê dike li jêr sîwana kampên pêşrewîyê, û di wê demê de zarok tên serpereştîkirin. Derçûyên wan korsan bi temamî di hunerên şerkirin û leşkerîyê de amade ne.

Di temenê 16an de, hinek ji wan dibin çekdar di rêzên milîsan de, û hineke din bi hinek erkên din tên sipartin, li gorî karîn û şiyanên wan.

Li gorî Hedad, "Rûniştîyên Şamê van nîşandan û meşên ku pêşrewên Îmam el-Mehdî di her boneyekê de pêk tînin red dikin, û hinek caran bone jî tune ne, û ev bone ji civaka Sûrî re xerîb in".

Wî got ku hebûna hêzên pêşrew li Sûrîyayê kevin e, û tevî ew xwedan karekterekî partîzanî bûn, lê ew ji zarokan re guncan bûn, ji alîyê çalakîyan ve, û dûrî raman tayifgerî bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500