Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî çavkanîyên îmdada DAIŞê bo xwarinê dikin armanc

Xalid Ta'î

Hêzên Îraqî stargeheke DAIŞê li başûrê Bexdayê dîtin ku mişt xwarin bû. [Wêne ji Wezareta Berevanîya ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî stargeheke DAIŞê li başûrê Bexdayê dîtin ku mişt xwarin bû. [Wêne ji Wezareta Berevanîya ya Îraqî hatiye wergirtin]

Di heman dema ku hêzên Îraqî hewl didin paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji nav bibin, ew çavkanîyên îmdada rêxistinê bi xwarinê dibirin, berpirsyarên xwecihî ji Diyaruna re eşkere kirin.

Nehiştina çavkanîyên îmdada milîtanan "armanceke serekî" ye bo hêzên elwekarîyê û hewlgirîyê, endamê encumena parêzgeha Enbarê, Neîm Kiûd got.

"Ev hêz bi dewamî operasyonên çavdêrîkirinê yên taybet pêk tînin bo girtina endamên şanên razayî yên terorîstan di nava bajaran de, ji ber ku berpirs in ji veguhestina xwarinê re bo çekdarên DAIŞê yên ku xwe li biyabanê û çolistanê vedişêrin," wî got.

Wî got ku ev şanên razayî çavkanîyên serekî yên îmdadê ne ji milîtanan re û ew wan bi xwarin û vexwartinê zêde dikin bo ew debara xwe bikin û çalakîyên xwe bidomînin.

Polîsê Îraqî dest dideyne ser stargeheke ''Dewleta Îslamî" li rojavayê Kekûkê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Polîsê Îraqî dest dideyne ser stargeheke ''Dewleta Îslamî" li rojavayê Kekûkê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

"Ew jêdera jîyana paşmahîyên DAIŞê ne."

Çavdêrîkirina berdewam

Hêzên Îraqî roja 29ê Tebaxêçar kes li Şirqatê, li parêzgeha Selahedînê, li bakurê welat, girtin bi tohmeta qaçaxîkirina xwarinê bo paşmahîyên DAIŞê di çemê Diclayê re.

Qaçaxçî bûzdolabên mişt xwarina qotîyan û ya zuha vala dikin çem, û ew li ber avê diçin deverên dûr û çekdarên dikarin wan kom bikin.

Sûcdar bi qaçaxîkirina xwarinê bo DAIŞê rojan bi vê metodê hatin gunehbarkirin, û aniha bendewarîya dadgehkirina xwe li dadgeheke Selahedînê dikin têkildarî sûcên piştgirîkirin û alîkarîkirina rêxistineke terorîst.

Kiûd teqezî kir li ser "girîngîya pêşxistina hevkarîyeke astbilind ligel xelkê xwecihî û çandina sîxuran bo dîtina îmdadkarên raz ên bêhtir".

Wî bang bo xurtkirina rêbendên kontrolê û lêgerînan li ser rêyên sereke kir bo destdanîn li ser her lorîyên xwarinê yên gumanbar, bikaranîn dronên bê pîlot bo çavdêrîkirina rêyên bê şop ên ku dibe ji tundrewan re xetên îmdadê bin kir.

Kiûd got ku hêzên ewlekarîyê rêyên raz ên milîtan bi kar tînin bo gihiştin bi komgehên xwarinê li biyabanê dikin armanc.

Yekîneyeke Fermandarîya Operasyonên Diyalayê roja 31ê Tîrmehê agir bi traktorekê xist di kemînekê de li ser rêyeke dûr û bêşop li çiyayên Qizlaqiz li nêzî Hemrînê.

Paşmahîyên DAIŞê ''di rewşeke xerab de ne''

"Her armanckirinekê ji rêyên îmdadên xwarinê [yên milîtanan] re bandoreke rasterast û rûxîner li ser paşmahîyên DAIŞê dike û jinavbirina wan bileztir dike," endamê encumena navçeya Hewîcayê, Emar Hemdanî ji Diyaruna re got.

"Gundên paşguhkirî û dûr yên ku terorîst mal û firoşgehên wan bi kar tînin bo êrîşkirina li ser otombîlên xwarinê aniha ewle ne û parastî bi rêya toqên ewlehî," wî got.

Wî da zanîn ku şênî bi lez agahîyên ku dibe alîkar bin di girtina wan kesên ku bi paşmahîyên DAIŞê re hevkarîyê dikin yan piştgirîya wan dikin bi peydakirina xwarinê, çek û agahîyan dikin dabîn dikin.

"Stargehên terorîstan ên ku hêzên ewlekarîyê dîtin çek, teqemenî, xwarin dihundirandin," Hemdanî got.

"Em rojên dawîn ên cenga bi temamî jinavbirina DAIŞê li welatê xwe û jîyan dikin û em dê vê rêxistinê ji hemû çavkanîyên hêz û hebûna wê bê par bikin," endamê encumena parêzgeha Nînewayê, Xelef Hedîdî, ragihand.

"Hêzên be bi ayayekî zêdebûyî terorîstan li biyabanê dorpêç dikin û ew bê xwarinê hiştine," wî ji Diyaruna re got.

Bêparkirin paşmahîyên DAIŞê ji av û xwarinê "beşekî girîng e ji her planeke pêkanîna serkeftinê li hember paşmahîyên terorê", wî got.

Hêzên polîs û artêşê li parêzgeha Nînewayê gelek veşartgehên terorîstan ên mişt mûne wêran kirin, û çendîn êrîşên asmanî yên serkeftî li dijî karwanên wan ên xwarin hildigirtin pêk anîn.

Raportên hewalgirî nîşan didin ku paşmahîyên DAIŞê "di rewşeke xerab de ne û îmdadên xwarinê yên ku wan werdigirtin di mehên dawî kêm bûne û xwarina wan a hilandî li ber bidawîbûnê ye", Hedîdî got.

Wî teqez kir ku hewcedarî heye "sînorê bi Sûrîyayê re asê bibe û tu valahî û kun nemînin daku DAIŞ nikaribin îmdadan ji endamên li biyabana Îraqî dorpêçkirî ne bi qaçaxî bibin".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Erê, em êşê dikşînin. Înşallah, dê nêzîk bi dawî bibe.

BERSIV BIDE