Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îran milîsên alîgirên rejîma Sûrîyayê di nav penceyên xwe de zeft dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamine milîsa Hêzên Berevanîya Niştîmanî li hember navgîneke serbazî rawestîyaye li bajarokê Ebû Kemal yê sînorî li Sûrîyayê. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Endamine milîsa Hêzên Berevanîya Niştîmanî li hember navgîneke serbazî rawestîyaye li bajarokê Ebû Kemal yê sînorî li Sûrîyayê. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Hejmarek ji çekdarên milîsa Hêzên Berevanîya Niştîmanî ya ku alîgira rejîma Sûrîyayê ye tevlî milîsên ser bi Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) bûn, çalakvanekî Sûrî ragihand.

Çekdaran, ku li çendîn cih li parêzgeha Dêra Zorê cih girtibûn, di nav de li bajarokê sînorî yê Ebû Kemal, ev biryar dan paş ku Berevanîya Niştîmanî çendîn cihên xwe girtin di peçûnên ku vê dawî li herêmê qewimîn.

Ev yek bû sedema jinavçûyîna hejmarek ji milîsên li herêmê çalak in.

"Hîna alozî li gelek deverên sînorî yên Dêra Zorê hene ji ber pevçûnên dijwar di navbera milîsa Berevanîya Niştîmanî ya ser bi rejîma Sûrîyayê ve û milîsên ser bi Pasdaran ve bi pêşengîya Hizbulah," çalakvanekî bi navê Cemîl Ebid ji Diyaruna re ragihand.

Tankeke Hizbulah tê dîtin li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrîyayê. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Tankeke Hizbulah tê dîtin li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrîyayê. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Wî got ku wiha jî milîsên ser bi Pasdaran ve hema bibêje bi temamî deverê kontrol dikin.

Wî got ku Fermandarîya Pasdaran li herêmê jinavçûna milîsa Berevanîya Niştîmanî û girtina fermandarê wê Firas Ceham, herwiha bi navê Fîras el-Îraqî tê naskirin, ragihand.

Du bijare li pêş endamên Berevanîya Niştîmanî bûn yan tevlî milîsên ser bi Pasdaran ve bibin û yan tevlî Artêşa Sûrî bibin — û di vê rewşê de yan divê ew leşkerîya neçarî bikin û yan jî bedelê wê yê pereyan bidin.

Bi dehan tevlî Pasdaran bûn, û hinek ji wan weke leşkeran tevlî rejîma Sûrîyayê bûn, bi taybetî di nava rêzên Lîwayê 101 yên Pasîvanîya Komarî.

Pasdaran guhertinan pêk tîne

Ebid got ku Pasdaran fermandarê xwe li Ebû Kemal bi fermandarekî nû bi navê Hac Selman guhert, û yekem biryara wî ew bû ku hebûna tu çekdarekî li herêmê ji bilî çekdarên milîsa wî nayê pejirandin.

Milîsên ser bi Pasdaan ve ev in:Hizbulah, tevgera Nuceba û Lîwayê Fatemiyûn.

"Leşkerên artêşa Sûrî li deverê yên ku ser bi Lîwayên 4ê û 101ê ne li hinek deverab cihan hatibûn bicihkirin, li dûrî deverên niştecihbûyî û derbasgehên serekî li herêmê," Ebid got.

Wî got ku ciwanên Dîra Zorê û Ebû Kemal tevlî Pasdaran dibin ji berr nebûna derfetên kar li deverê, û ji ber ku Pasdaran mûçeyên dide wan û alîkarîya xwarinê bi wan re dike û herwiha alîkarîya civakî.

Wî got ku yek ji sûdên tevlîbûyîna di nava rêzên hêzên ser bi Îranê ve reva ji leşkerîya neçarî, ya ku rejîma Sûrîyayê disepîne, ye.

"Endamên nû yên ku berî aniha endamên Berevanîya Niştîmanî bûn dê tevlî korsên rahînanên bibin li kampan li deverê li ser destê rahînerên ji Hizbulaha Lubnanî û bi serpereştîya efserên Îranî," wî got.

Ev dawîn gav e di zincîra tevgerên ku Pasdaran dide pêş bo bihêzkirina hebûna xwe li Sûrîyaya paş-cengê de.

Hefty dawî, Şam û Tehranê pakêteke nû ya rêkeftinnameyên serbazî û berevanî wajû kirin, ew pakêta rêkeftinan jî rê dide berdewambûna "hebûn û destêwerdana" Îranî di karûbarên Sûrîyayê de, li gorî wezîrê berevanîyê yê Îranî, Emîr Hatemî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500