Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşên asmanî yên himbiz li dijî gundewarê Idlib û Hemayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Agirekî mezin ji ber êrîşên asmanî çêbû li bajarokê Muhemblê li gundewarê Idlibê.[Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Agirekî mezin ji ber êrîşên asmanî çêbû li bajarokê Muhemblê li gundewarê Idlibê.[Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Êrîşên asmanî li rojavayê gundewarê bûn sedema bêwarîyeke berfereh a niştecihan, bi taybet ji devera Cisr Şixûrê, çalakvanên Sûrî gotin.

Balefirên şer ên Sûrî û Rûsî di roja Sêşemê de (4ê Îlonê) dest bi cîbicîkirina êrîşên giran kirin li ser gundewar û gundan li rojavayê parêzgeha Idlibê û li rojava û bakur-rojhilatê parêzgeha Hemayê, çalakvan Heysem Idlibî got.

Bajarokên ku ziyana herî mezin gihaye wanJenûdîya, Bedrîya û Kefredînê ne, ku herî kêm pênc kes hatin kuştin, wî ji Diyaruna re got. Wî da zanîn ku herwiha gelek birîndar jî li Muhembelê hene, ji ber ku bazara bajarok hat armanckirin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku herî kêm neh sivîl, di nav wan de pênc zarok, hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn.

Doman bi asmana dikeve piştî êrîşa asmanî li ser bajarokê Sehenê yê gundewarê Idlibê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Doman bi asmana dikeve piştî êrîşa asmanî li ser bajarokê Sehenê yê gundewarê Idlibê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Idlibî got ku kesên birîndar li nexweşxaneyên li deverê hatin dermankirin.

Êrîşên li ser Idlibê dest pê kirin piştî ku ew 22 rojan rawestiya bûn.

Idlibî got ku gundên hatin êrîşkirin li deverên Jisr Şixûr û li bakurê Sehl el-Xabê ne.

Ew Mehembil, Hiş Busunqil, Kefredîn, Jenûdîyeh, Başlemûn, Bayder Şemmso, Tel Ewar, el-Bedrîya, el-Sehen, el-Mensûra, el-Meşîq, el-Sirmanîya, el-Şuxûr, Inb, Xanî, Serarîf, Cedraya û Sahil el-Roj.

Pêlên Bêwarbûyînê

"Pêleke mezin ya bêwarîyê ji devera Cisr Şixûr û rojavayê gundewarê Idlibê ber bi deverên hundirê parêzgeha Idlibê ve, herwekî xelkê hewl da ku ji bombebarankirinê û êrîşên asmanî birevin," çalakvanekî Idlibî bi navê Museb Esaf got.

"Rejîma Sûrî bi avêjerên mûşekan ên li gundewarê Laziqêyayê bi cih bûne li heman deverên li jêr êrîşên asmanî ne dixin," Esaf ji Diyaruna re got.

Wî got ku deverên din ku rastî mombebarankirinê hatin bajarokên Sermîn, Semeda, Erîha, Mualeqe, Ziyadîya, Ziyare, Qerqur û Bidma di nav xwe de dihewînin.

Esaf got ku destpêkirina bombebarankirina û êrîşên asmanî hat weke suprîzekê ji sivîlan re, tevî giftûgoyên derbarê operasyoneke rejîmê ya serbazî ya hilawestî.

"Piranîya xelkê pêşbinî kir ku bigihine çareserîyeke siyasî daku deverê ji derdê şer û bobelata cengê biparêzin," wî got.

NY û komên alîkarîyê hişyarî da ku dibe bibe êrîşeke tevgir bibe çirawîska yek ji bobelatên herî bed di şer de ya ku berî vê 350,000 kes û 11 milyon di heft salan de bêwar kirin.

Koma Krîzê ya Navdewletî vê hefteyê israr kir ku hîn gengaz e ku em rê li ber êrîşeke wêranker li Idlibê bigirin, û wê bang li hemû navbeynkaran kir ku dest bi giftûgoyan bikin.

Di şîrovekirinên ku di rojnameya Huriyet de ya rojane roja Çarşemê hat weşandin, Serokê Turk Recep Teyip Erdogan behs kir ku "proseyeke bêrehm" li Idlibê tê meşandin, wî hişyarî da ji metersîya ku ev şerê giran bibe sedema herikandina penaberan.

Giftûgo giranîyê didin Idlibê

Biryar e, Encumena Ewlekarî ya NY roja Înê bicive daku çareserîyekê ji rewşa Idlibê re deynin ji ber tirsên ji pêkhatina êrîşekê û bikaranîna gengaz ji çekên kîmawî re heye.

Bi hişyarkirina NY re ku dibe "xwîn biherike" li parêzgeha Idlibê, Amerîka hişyarî da Serok Beşar Esed roja Sêşemê ku ew dê bersivê bide "bi lez û bi awayekî guncan" eger ew çekên kîmawî bi kar bîne li dijî xelkên xwe.

Erdogan û serokên Îran û Rûsîyayê dê bicivin roja Înê li Tehranê bo lûtkeyekê, lûtkeya ku pêşbînî heye ku giranîyê bide rewşa Idlibê.

Şandeyê NY bo aştîyê li Sûrîyayê Stafan de Mistura got ku Rûsya û Tûrkîyayê "kilîta" çareserîyeke aştî bo doza Idlibê ligel wan heye û ew han dan ku alîkarîyê bikin daku nehêlin felaketeke mirovî çêbibe.

Wî destnîşan kir ku raportên ragihandinê dîyar dikin ku Sûrîya dehê Îlonê radest kiriye ku çareserîyekê bibinin berî ew dest bi êrîşeke tevgir bike li ser parêzgehê.

"Ka em hewl bidin ku em nehêlin şerê mezin ê gengaz ê dawî di şerê herêmî ê Sûrî çêbibe, şerê ku dibe xwîn tê de biherike " de Mistura got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Erdoxan û Xamenayî berpirsên hemû arîşeyan in, çiku nîgeran in ji ber hebûneke siyasî ya Kurdên Sûrîyayê. Û, ew guh nadin encamên wê, heta ku di encamê de xwîn jî birije - yan golên xwînê çêbibin, weku hûn dibînin. Turkîya, Sûrîya, Îran û Îraqê divê hew Kurdan bikujin û wan sêdar bikin; çimkî ew xwedî erd û çandeke cihêreng in. Babeta herî cewherî li Rojhilata Navîn ew e paşguhkirina mafên 80 milyon Kurd ji hêla NY, herwiha ev herçar dewletên ku terorîstan xwedî dikin. Divê cîhan lêborînê ji Kurdan bixwazin; ji ber ku ev netewe ji hêla van herçar dewletên serborî ve hatiye dagirkirin û di serî de Neteweyên Yekbûyî. Ev kes bi awayekî rojane zulmê li wan dikin di rêya bikaranîna bobelatên nemirovatî yên cihêreng re. Misilmano! Li hembêza Xwedê vegere, daku tu havilê ji xêratê wî werbigire! Nexweşîya ku li Îraq û Sûrîyayê xistiye, aniha li bende ye ku li Îran û Turkîyayê jî bixe. Û sedema vê nexweşîyê ew e sitemkarî û zordestîya ku me Kurdan xwarîya di bin navê dîn de. Xelk dê li her derê rabin li her devera ku zulm û newekehevî lê hebe, ku ewlehîyê nahêle û xweînê dirjîne.

BERSIV BIDE