Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hewalgirîya Îraqî şaneke DAIŞê li Remadîyê têk dibe

Xalid Ta'î

Di vê wêneyê de leşkerên Îraqî tên dîtin ku kesên bi tawanên terorî gumanbar in digrin di pêngaveke ramaliştinê de, ku roja 8ê Tîrmehê li ser înternêtê hat belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Di vê wêneyê de leşkerên Îraqî tên dîtin ku kesên bi tawanên terorî gumanbar in digrin di pêngaveke ramaliştinê de, ku roja 8ê Tîrmehê li ser înternêtê hat belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hewalgirîya serbazî ya Îraqî roja Yekşemê (2yê Îlonê) şaneke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji hev xist, şana ku êrîşine terorî li bajarê Remadîyê li parêzgeha Enbarê plan dikirin, berpirsine Îraqî gotin.

Şane bi saya hevkarîyeke di asteke bilind de di navbera ajansên ewlekarîyê û niştecihên xwecihî de hat dîtin, şaredarê bajarê Remadîyê Brahîm Ewsec got.

"Xebatên ewlehîyê, piştî bidawîbûna şerê li dijî DAIŞê, ji xebateke şervanî veguherî xebateke hewalgirî," wî wisa ji Diyaruna re got.

Wî anî ziman ku "asta bilind a hevkarîya di navbera herdu alîyan de, herwiha di navbera ajansên ewlekarîyê -- polîs, artêş, ewlehîya neteweyî û hewalgirîyê de -- pir alîkarîya kifşkirina şane û çalakîyên DAIŞê kirin li bajar û biyabanan."

Di vê wêneyê de berpirsine Îraqî tên dîtin ku rêbendekê li bakurê Remadîyê teftîş dikin, ku roja 7ê Tîrmehê li ser înternêtê hatiye belavkirin. [Wêne ji Lîwayê piyadeyê yê 41ê, ofîsa agahîyan a Firqeya10an hatiye wergirtin]

Di vê wêneyê de berpirsine Îraqî tên dîtin ku rêbendekê li bakurê Remadîyê teftîş dikin, ku roja 7ê Tîrmehê li ser înternêtê hatiye belavkirin. [Wêne ji Lîwayê piyadeyê yê 41ê, ofîsa agahîyan a Firqeya10an hatiye wergirtin]

Herî dawî, yekîneyên hewalgirîyê yên Firqeya 10an şaneke razayî girêdayî DAIŞê li Remadîyê ji hev kirin, ku heşt endamên ku ji hêla dadgeha Îraqî dihatin xwestin dihundirandin, Ewsec got.

Wî ragihand ku agahîyên ku ji hêla niştecihên xwecihî hatin pêşkêşkirin alîkarî kirin di girtina endamên şanê de, yên ku plan dikirin êrîşê sivîl û endamên ewlekarîyê bikin li Zanqora, Sefrîya, Qetnîya û Elbû Cibêrê, li rojavayê Remadîyê.

Baştirkirina ewlehîyê li bajarên Enbarê

"Ev serkeftineke nû ye ku tevlî rêzserkeftinên ewlehîyê yên hatine bi destxistin dibin û ku di xurtkirina aramî û ewlehîyê de alîkar bûn li hemû bajarên Enbarê, ne tenê li Remadîyê," Ewsec got.

Wî anî ziman ku derfetên derbasbûna bi dizî bo bajêr ji hêla endamên tendrû pir kêm in çiku Remadî bi ewlehîyeke hişk rapêçayî ye.

Lê belê zêdekirina xebatan bo şopandin û bidûvketina paşmahîyên DAIŞê pêwîst in, bi taybetî bo bakur û başûrê bajêr, ku li ser biyabanê vedibe, wî got.

Alîyê bakurî yê bajêr li ser deverên Biyabanî vedibe, deverên girava Remadî û Sersarê, û alîyê başûrî jî li ser biyabana Nixêb û Rutbayê vedibe.

"DAIŞ her tim li xalekê qels digere ku bihêle endamên wê derbas bibin navendên bajaran û êrîşinan li dijî kesên bêguneh pêk bînin," wî got.

Wî anî ziman ku rêxistin herwiha hewl dide ku şanine razayî saz bike "ku ew dê li ser komkirina agahîyan bisekinin" û van agahîyan bo serkirdeyên xwe rê bikin.

"Bikaranîneke mezin bo destwerdana ewlehî û operasyonên parêzî heye, û gelek êrîş tên têkbirin berî ku werin pêkanîn," wî ragihand.

"Terorîst di hemû rewşan de ji şopandin û êrîşkirinê ne ewle ne."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500