Nûçeyên Iraqê
Civak

Parêzgeha Enbarê pergala muxtarîyê vedigerîne

Seyf Ehmed li Enbarê

Zilamine Îraqî li malekê xwarinê dixwin li Remadîyê paytexta navenda parêzgeha Enbarê roja 27ê Sibatê. [Moaz Dulêmî/AFP] 

Zilamine Îraqî li malekê xwarinê dixwin li Remadîyê paytexta navenda parêzgeha Enbarê roja 27ê Sibatê. [Moaz Dulêmî/AFP] 

Enbar pergala muxtarîyê divegerîne hemû navçeyên parêzgehê di çarçoveya çespandina aramîyê û baştirkirina xizmetguzarîyên îdarî, karbidestên parêzgehê ji Diyaruna re ragihandin.

Muxtar, kesekî bijartî yên serkêşîya gundan yan taxan dikin, bi qedandina kaxezên medenî û muhirkirina formên ku gerekdarîya xelkê bi wan heye hatine sipartin.

"Aramkirina rewşa ewlehî li bajarên Enbarê hat bidestxistin bi saya hevahengîya xelkê bi ajansên ewlekarîyê re," endamê encumena parêzgeha Enbarê, Fehed Reşîd ji Diyaruna re got.

Wî got ku vegerandina pergala Muxtar li Enbarê li gorî qanûnên heyî dê alîkarîyê bike dike çespandina ewlehîyê de.

Her muxtarek dê berpirs be ji şênîyên li devereke nişînkirî ya dîyarkirî, û dê sînorên wê deverê bên destnîşankirin.

"Karê muxtar girîng e, û pêk tê ji çavdêrîkirina rewşa ewlekarî, û komkirina agahîyan li dor her kesî," he said.

Ji ber têgihiştina wan a kûr ji deverê re, Muxtar dikarin nasname û cihê vehewandina xelkê beşdar di hemû waran de bizanin, û desthilatî ji wan re hat dayîn ku formên hikûmetê muhir bikin.

"Muxtar şênîyên wan deveran in, û ew bi temen mezin û naskirî ne di komelgehên xwe de û ji alîyê êlan ve," wî got.

Wî got ku erkên wan ji nehiştina vehewandina her malbatekê bêyî destûra fermî û rêdana ewlehî pêk tê û alîkarîyê dike di yekalîkirina nakokîyên ku dibe serê xwe hildin.

Kesayetên baş-naskirî

Muxtar pir bi komelgehên xwe ve girêdayî û gelek ji wan di encumenên xwecihî û êlan de cih digrin û hinek ji wan xwedan pêwendîyên baş in bi rêxistinên medenî û hikûmî re, Fermandarê Bazên Biyabanê, eqîd Şakir Rîşawî ji Diyaruna re ragihand.

"Li deverên rojavayî yên Enbarê, karê muxtaran berferehtir e û hevahengîya bi rêveberîyên xizmetguzarîyan re dihundirîne," wî got, û da zanîn ku ew di cihekî de ne bo hêsankirina dabînkirina xizmetguzarîyê şaredarîyê.

Wî got ku muxtar erkdarîyên mîna hevrêtîya tîmên nûjdarî yên gerok di çaxê hilmetên derzîlêdanê de, û alîkarîkirina di hişyarîkirina xelkê li ser babetên mîna tenduristîya giştî û ewlehî bi cih tînin.

"Li her devereke parêzgeha Enbarê Muxtar xwedan muhir e, û xwedan rêz e di civakê de, û ew şêwirmendîyê pêşkêş dike derbarê ewlehî û pirsên medenî de," wî got.

Wî got ku muxtar bi giştî hemû malbatên li devera ew jê berpirs in nas dikin, ev yek jî alîkar e di parastina ewlehîyê.

"Enbarê xwe dispart muxtaran" bo parastina ewlehîyê, belavkirina giştîkirinê fermî û xeberdarkirina şênîyan ji karûbarên medenî, rûniştîyê Felûcayê, Husên Mutalib Neîmî ji Diyaruna re zelal kir.

Wî got ku muxtar cihê rêzê ne û xelk guhdarîyê li wan dike.

Van rojan, karê wan berferehtir bûye û çareserkirina kêşeyên kêmbûna avê û piştrasbûn ji belavkirina durist a xaza çêkirina xwarinê dihundirîne.

"Muxtar xwedan cihekî girîng e di civakê de, û piranîya malbatan diçin bal wî bo wergirtina agahîyan di rewşên xwestin û zewacê de," Neîmî got.

Ew herwiha bi destnîşankirina malbatên dahatkêm û xizan yên bi hewcedarî alîkarîyê ne ji alîyê kesayetan û rêxistinên pêwendîdar ve hatine erkdarkirin.

Alîkarên desthilatdarîyê ne

"Destnîşankirina Muxtar tê kirin bi rêya nemzetkirina bo encumenên şaredarî li navçeyan," Muxtarê taxa Endelus, Mehmûd Rawî, got.

Wî da zanîn ku her nemzetek destpêkê ji alîyê ajansên ewlekarî û encumenên êlan ve tên piştrastkirin.

"Ev zêdetirî 10 salan e ku ez muxtarê taxa Endelus im, û berî wê bavê min muxtar bû," wî got. "Em xebatê bo veguhestina gilî û xwestên xelkê bo sazîyên hikûmetê dikin û alîkarîya çareserkirina kêşeyên êlî dikin."

"Her taxek û deverek li Remadîyê xwedan muxtareke, û em civîneke mehane bi amadebûna muxtar, kesayet û serokên êlan li dar dixin bo gengeşekirina kêşe û astengên ku xelk rastî wan tên", Rawî got..

"Em piştgirîya serwerîya zagonê, şekirina terorê û tundrewîyê dikin û nahêlin ku şopên neyînî derbasî civaka Enbarê bibin," wî got.

"Her deverekê li Enbarê xwedan merc, cihêrengîya nifûsê û xaknîgarîya taybet e," Qehtan Nimrawî, muxtarekî ji navçeya Hîtê, li rojavayê Remadî, daxuyand.

Wî got ku navçeyên Hîtê bi karekterê xwe yên oldarî û êldarî tên naskirin, û ew ji têkelbûneke gundan û deverên gundewarî pêk tên.

"Hebûna êl û kesayetên ku piştgirîya karê muxtar dikin karê wî hêsantir dike," Nimrawî got, ev yek jî piştgirîya baştirkirina ewlehîyê û xizmetguzarîyan û hêsankirina têkilîya dualî ya di navbera hikûmetê û şênîyan de dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500