Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Welatên rojava hişyarîyê didin Sûrîyayê têkildarî bikaranîna çekên kîmawî

AFP

Wêneyê maskekî parastinê li baregehên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî li Lahayî, li Holandayê hatiye girtin, roja 20ê Nîsana 2017an. [Jon Sys/AFP] 

Wêneyê maskekî parastinê li baregehên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî li Lahayî, li Holandayê hatiye girtin, roja 20ê Nîsana 2017an. [Jon Sys/AFP] 

Amerîka, Frnasa û Brîtanya roja Sêşemê (21ê Tebaxê) gef kirin ku ew dê bê bersivdayîn nemînin eger Serokê Sûrî Beşar Esed çekên kîmawî bi kar bîne di êrîşa rejîmê de bo kontrolkirina parêzgeha Idlibê.

Di daxuyanîyeke hevbeş de, hersê dewletan got ku ew "pir nîgeran in" ji êrîşa serbazî li Idlibê û serencamên wê yên xerab têkilarî rewşa mirovî.

"Em car din nîgeranîya xwe ji egera bikaranîna çekên kîmawî -- bi awayekî neyasayî -- teqez dikin," wî got.

"Em dê bê bersivdayîn nemînin eger rejîma esed çekên kîmawî careke din bi kar anîn."

Endamine Berevanîya Sivîl a Sûrî, ku navên wan Xozeyên Sipî ye, protestoyekê li dar dixin roja 22ê Tebaxa 2017an, li ser kavilên avahîyên rûxayî li Zemalkayê bo bîranîna salvegera 4emîn a êrîşên kîmawî li ser Xûtaya Rojhilatî ku tê de bêhtir ji 1,000 kesî hat kuştin. [Amir al-Muhibanî/AFP] 

Endamine Berevanîya Sivîl a Sûrî, ku navên wan Xozeyên Sipî ye, protestoyekê li dar dixin roja 22ê Tebaxa 2017an, li ser kavilên avahîyên rûxayî li Zemalkayê bo bîranîna salvegera 4emîn a êrîşên kîmawî li ser Xûtaya Rojhilatî ku tê de bêhtir ji 1,000 kesî hat kuştin. [Amir al-Muhibanî/AFP] 

Hersê hêzên Encumena Ewlekarîyê ya NY daxuyanîyeke hevbeş derxistin di salvegera pêncemîn a êrîşa sarîn de li Xûtaya Rojhilatî ku tê de bêhtir ji 300 kesî hatibû kuştin.

Ew êrîş, ku bi piranî rejîm bê tê gunehbarkirin, bû encama rêkeftineke Amerîkî-Rûsî di derbarê bidawîkirina stoka kîmawî ya Sûrî û metodên sazkirina çekên kîmawî yên kujêner de.

"Helwesta me derbarê bikaranîna rejîma Esed ji çekên kîmawî re nehatiye guhertin," daxuyanîyê da zanîn.

"Weke me daye xuyanîkirin, em dê bi xar bersiva her bikaranîneke çekên kîmawî ji alîyê rejîma Sûrîyayê bidin, ji ber ku vê yekê serencamên mirovî yên wêranker bo gelê Sûrîyayê anîn holê," daxuyanîyê got.

"Em dê pir bi tundî bersivê bidin"

"Da ku tu tevlîhevî çênebin, eger rejîma Sûrîyayê çekên kîmawî bi kar bîne em dê pir bi tundî bersivê bidin û divê ew pir rastî bihizirin berî ku tu biryareke bi vî awayî bistînin," şêwirmendê Ewlehîya Neteweyî ya Amerîkayê, Jon Bolton îroj Çarşemê ragihand.

Amerîka, Fransa û Brîtanyayê di Nîsanê de êrîşên asmanî li ser sê cihan li Sûrîyayê pêk anîn di bersivdayîna êrîşeke bi çekên kîmawî li ser bajarokê Dûmayê, ku bû sedema gelek mirinan.

Berî salekê, artêşa Amerîkayê 59 mûşekên Tomahok berdan serbazgeha asmanî ya Şiêrat li parêzgeha Humsê, ku ew weke avêjgehekê hatibû bikaranîn di êrîşeke bi gazê de li ser bajarokê Xan Şêxûnê yê parêzgeha Idlibê, ku tê de 86 kes hatibûn kuştin.

Rejîma Sûrî çavê xwe berdaye kontrolkirina parêzgeha Idlibê, ya dikeve bakur-rojavayê Sûrîyayê de, ku mezintirîn devera li jêr destên opozîsyonê ye.

Rejîma tixûbê başûr-rojhilatî yê parêzgeha Idlibê ku penageha 2.5 milyon kesan e kontrol dike -- nîvê wan jî bêwarên şer in an jî bo Idlibê hatine veguhestin li gorî tifaqên radestkirinê.

Encumena Ewlekarîyê ya NY biryar daye ku rewşa mirovî li Sûrîyayê di heftîya werê de gengeşe bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500