Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Ewlekarî li Qaimê êdî misoger e û malbatên bêwar vedigerin

Ala Husên li Bexdayê

Belgeyên nasnameyên niştecîyên bêwar tên sehkirin dema ew vedigerin Qaimê, herwekî ku ewlekarî li bajarokê rojavayê Enbarê pêş dikeve. [Wêne ji Fermandarîya Firqeya 8mîn ya Piyade hatiye wergirtin]

Belgeyên nasnameyên niştecîyên bêwar tên sehkirin dema ew vedigerin Qaimê, herwekî ku ewlekarî li bajarokê rojavayê Enbarê pêş dikeve. [Wêne ji Fermandarîya Firqeya 8mîn ya Piyade hatiye wergirtin]

Bajarokê Qaimê yê li ser sînorê Îraqê li rojavayê parêzgeha Enbarê aramî lê zêde dibe û vê dawîyê pêşwazîya bi sedan malbatên bêwar kir.

Tevî ku bajarok gelekî nêzîkî Sûrîyayê, cihê ku li alîyê sînor ê din komên "Dewleta Îslamî" hîn çalak in, rewşa ewlekarîyê li bajar "pir baş e", şaredarê Qaimê Ehmed Dilêmî got.

Heta dema rizgarkirina wî di 3ê Mijdara sala 2017an de, Qaim beşek bû ji (Wîlayeta Feratê) ya DAIŞê, wîlayeta ku bajarokên din ên li alîyê sînorê Sûrî hewandin.

Dever bû baregehek ji rêxistinê re ku êrîşên xwe jê dikirin ser bajar û parêzgehên Îraqî.

Hêzên ewlekarîyê di 28ê Tîrmehê de bi 119 malbatên bêwar re hevrê dibin, malbatên ji kampên bêwarîyê li Hebanîyayê vedigerin deverên xwe li Qaimê. [Wêne ji Fermandarîya Firqeya 8mîn ya Piyade hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê di 28ê Tîrmehê de bi 119 malbatên bêwar re hevrê dibin, malbatên ji kampên bêwarîyê li Hebanîyayê vedigerin deverên xwe li Qaimê. [Wêne ji Fermandarîya Firqeya 8mîn ya Piyade hatiye wergirtin]

Piştî derkirina DAIŞê, hêzên Îraqî li kûrahîya biyabana derdorê hatin belavkirinew sînorê bi Sûrîyayê re ewle dikin.

Rewşa ewlekarî li ser alîyê sînor ê din, li bajarê Dêra Zorê dê bandorê li Qaimê neke ji ber ku sînor bi "temamî ji alîyê yekîneyên artêşa Îraqî, pasvanên sînor û hêzên êlî ve hatiye ewlekirin," Dilêmî ji Diyaruna got.

"Dibe ku hin hîn ditirsin ji ber rastîya ku devera nêzî [Qaim] hîn rewşa wê guhêrbar e û beşek jê li jêr kontrola DAIŞê ye," wî got, "lê şîyana hêzên ewlekarî bo sepandina ewlekarîyê, alîkarîya ji alîyê niştecîyan ve û rastîya ku DAIŞ hat derxistin ber bi xaka Sûrî ve Sê kîlomitran dûrî sînor yekî piştrast dikin".

Vegera Bêwaran

Firqeya 8mîn ya piyada ya artêşa Îraqî di daxuyanîyeke 28ê Tîrmehê de vegera 119 malbatên bêwar bo Qaimê ji kampên bêwaran li Hebanîyayê îlan kir.

Destûr dane wan ku vegerin piştî datayên wan ên kesane hatin sehkirin ji alîyê ajansên ewlekarî ve, daxuyanîyê got.

Pêşketina rewşa ewlekarî alîkar bû di vegera malbatan ji kampên bêwarîyê li Hebanîyayê, Şêx Rebah Mehelawî, fermandarê hêzên heşda êlî li Qaimê ji Diyaruna re got.

Ne tenê ew kesên ji ber DAIŞê reviyan vedigerin, lê belê malbatên bêwar ên endamên DAIŞê jî ji kampa Kîlo-8 di nav xwe de dihewîne, yên ku kurên wan ên DAIŞî revîya dervey welat, wî got.

"Hejmara kesên vedigerin ro bi ro zêde dibe," wî got, wî not kir ku tiştê bingehîn ê ku nahêle hemû vegerin ew e rewşa sekterê xizmetguzarîyan -- di nav wan de kêmbûna av û kehrebeyê -- û "astengî ne rewşa ewlekarî ye".

berdestkirina xizmetguzarîyan

Endamê komîteya aborî ya encumena parêzgeha Enbarê Fehed Mişan bang li hikûmeta federal û civaka navdewletî kir ku bi lez tevgerê bigin û binesazîyan û xizmetguzarîyan ji nû ve ava bikin li Qaimê da ku aramîyê li bajar qayim bikin.

"Qaim, mîna gelek bajaran li parêzgeha Enbarê ji alîyê DAIŞê û şerên rizgarkirinê yên di pişt re hat wêrankirin, hewcedarî heye ku xebatên nûavakirinê yên ji alîyê hikûmeta Federal ve tên temwîlkirin heye yan di rêya ji alîyê welatên daner ve," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku destpêkirina projeyên nûavakirinê dê çareserîyek be ji betelîya li bajar re.

"Li Qaimê tenê, du kargehên herî mezin ên ku Wezareta Pîşesazîyê ya Îraqî wan bi rê ve dibe -- sazgeha fosfatê yê Qaimê û sazgeha çemento ya Qaimê, yên dikarin derfeta kar ji 40% û 50% ji kesên betal li bajar re peyda bikin," Mişan got.

Ev sazgeh û avahîyin din ên aborî ne di kar de ne, yan ji ber xetên kehrebeyê yên wan dabîn dikin qut bûne yan jî ji ber ew ji alîyê DAIŞê ve hatin wêrankirin, wî got, wî anî ziman ku ew "bi hêsanî û bi awayekî lezgîn dibe ku werin sazkirin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500