Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî endamê DAIŞê yên di êrîşên Şingalê de sala 2014an cih girtibûn digrin

Xalid Ta'î

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî du teroristên gumanbar girtin. Fermandarîya Polîsê Nînewayê roja 18ê Tebaxê girtina endamekî DAIŞê ku cih di êrîşa Şingalê û komkujîyan Êzîdîyan de girtibû di 2014an de ragihand. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî du teroristên gumanbar girtin. Fermandarîya Polîsê Nînewayê roja 18ê Tebaxê girtina endamekî DAIŞê ku cih di êrîşa Şingalê û komkujîyan Êzîdîyan de girtibû di 2014an de ragihand. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Endamekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ê ku di êrîşa rêxistinê de ya li ser Şingalê li parêzgeha Nînewayê berî çar salan cih girtibû hate girtin, Fermandarîya Polîsê Nînewayê îroj Duşemê (20 Tebaxê) ragihand.

Ofîsa Tel Eferê ya dijî tawanê roja Şemîyê Mistefa Hemze Mistefa, ê ku bo tawanên terorî dihat xwestin, li gundê Elo li Til Eferê, li rojavayî Mûsilê girt.

Ew bi qesema dilsozîyê ji DAIŞê re ya di 25ê Hezîrana 2014an de li mizgefta Nûr li Hesenkawî li navçeya Tel Eferê mukur hat.

Ew li beşdarbûna xwe di pevçûnên li dijî hêzên Îraqî, weke avêjerê hawinan, û cihgirtina di êrîşa Şingalê de roja 3yê Tebaxa 2014an, kuştin û revandina Êzîdîyan û birina jinên wan weke koleyan mukur hat.

Planeke bo xurtkirina xebatên hewalgirî

Girtina Ebd Mele beşek ji plana Fermandarîya Polîsê Nînewayê ya xurtkirina xebatên hewalgirîyê ye li hemû birêveberîyên rewşên awarte û birêveberîyên li parêzgehê, birêveberê medyaya polîsê Nînewayê muqedem Mazin Ehmedî got.

Plan bi piştevanîya wezîrê hundir Qasim Arecî û bi serperştîya serokê polîsê Nînewayê, lîwa Hemed Namis Cibûrî tê pêkanîn, wî ji Diyaruna re got.

"Ji çaxa pêkanîna planê di destpêka de ji Sibatê, planê serkeftineke mezin bi dest xist, ku yekser bandora xwe li rewşa ewlehî li Mûsilê û li bajarên din li seranserê parêzgehê kir," wî anî ziman.

Ehmedî got ku "di heyama heft mehên borî de, me dora 2,000 endamên DAIŞê giritn li ser bingeha agahîne hewalgirî ji niştecihan."

Wî got ku "gelek teroristên girtî fermanine girtinê yên cihêreng di derheqê wan de derketibûn," û da zanîn jî ku wan şanine razayî saz kirin û di nav sivîlan de xwe vedişartin.

Wî got ku rêkarên qanûnî li dijî endamên terorîst ên girtî hatine pêkanîn, bi girtina mukirhatinên wan û paşê vedughestina wan bo dadgehê daku cezayê xwe yên dadwer werbigirin.

Li ser bingeha agahîyên niştecihên xwecihî, polîsê Nînewayê di 18ê Tebaxê de du teroristên gumanbar ên tên xwestin, ên ku bi "ofîsa ewlekarîyê" re ya DAIŞê kar kiribûn li taxa Tesînê li rojhilatê Mûsilê.

Di 14ê Tebaxê de, heşt endamên DAIŞê yên din hatin girtin li Taxên Quds, Tesîn û Intîsarê li rojhilatê Mûsilê.

Di heman rojê de, herwiha pênc endamên DAIŞê yên jin li taxa Eminê li Mûsilê hatin girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500