Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ bag li çekdarên biyanî dike ku ji Îraq û Sûrîyayê birevin

Xalid Ta´î

Hêzên Îraqî endamên "Dewleta Îslamî" li rojavayê parêzgeha Enbarê girtin. [Wêne ji Firqeya Piyade ya 8mîn ya artêşa Îraqî hatiye wergirtin, wêne di Nîsana 2018an de hatiye weşandin]

Hêzên Îraqî endamên "Dewleta Îslamî" li rojavayê parêzgeha Enbarê girtin. [Wêne ji Firqeya Piyade ya 8mîn ya artêşa Îraqî hatiye wergirtin, wêne di Nîsana 2018an de hatiye weşandin]

Piştî têkçûnên lawazker li Sûrîya û Îraqê, "Dewleta Îslamî" ji çekdarên xwe xwest ku birevin welatên xwe yên resen yan ber bi deverên ku derdê tevlihevî û alozîyan dikişînin biçin, raportên medyayê yên vê dawîyê ev yek eşkere kirin.

Vê dawîyê, rêxistinê malperek çêkir, ya ku rê dide ber çekdarên biyanî çawa vegerin welatên xwe yan ber bi welatên ne aram ve biçin, bo ew dê rastî xetereke kêmtir werin.

Malper ji endamên DAIŞê re pêşniyar dike ku belgeyên xwe yên rêwîtîyê yên resen bi kar bînin û bi pasportên sexte rêwîtîyê nekin.

Endamên DAIŞê tên hişyarkirin ku tu belgeyên kesane yên dibe ku têkilîya wan bi rêxistinê re yan sirûşta kiryarên wan dîyar bikin bi xwe re nebin.

Hêzên Îraqî gundekî li bajarokê Hewîcayê yê parêzgeha Kerkûkê dimalin daku li bermahîyên DAIŞê bigerin di vê wêneyê de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî gundekî li bajarokê Hewîcayê yê parêzgeha Kerkûkê dimalin daku li bermahîyên DAIŞê bigerin di vê wêneyê de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Herwiha ew tên şîretkirin ku tevlî endamên civakên ku ew ber bi wan ve reviyane nebin û tu danûstandinan bi kesekî re nekin, yên dibe ku ew di rêya wan re werin kifşkirin.

"DAIŞ di krîzeke kûr re derbas dibe ji çaxa dewleta ku xewna wê bû bi awayekî lezgîn nebedî bû û Sûrîya û Îraq ji wan re bûne goristan," Îsam Fîlî, mamosteyê zanistên siyasî li Zanîngeha Mustensirîyayê, got.

Yekane rêya li pêşîya rêxistinê maye ew e ku ji vê "çal dojehê" bireve û li welatine din bigere ku bi dizî derbasî wan bibe, wî ji Diyaruna re got.

Ev yek nîşan dide ku armanca rêxistinê ya sereke ew e ku çekdarên xwe yên mayî biparêze daku wan careke din bicivîne û piştgirîya logistî bi dest bixe, wî got.

Wî got ku ev kesên vedigerin dikarin şanên razayî çêkin û bibin xeter ser ewlehîya welatên xwe.

"Ew kesên nikarin vegerin welatên xwe yên resen gengaz e ku "birevin ber bi deverin mîna biyabana Lîbyayê, nîvdorava Sînayê yan Yemenê daku bimînin endamin çalak û bandorbar di rêxistinê de," Fîlî got.

"Hewldana xelasê ya dawî"

DAIŞ hewl dide ku xwe bi xisarên xwe yên mirovî, diravî û şerkirinê re guncan bike bêtir ji ku hewl bide bikeve şerekî serbazî de, pisporê ewlekarî Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re got.

Vê dawîyê, ew hewl dide ku deverin nû yên bandordarîyê bibîne.

Wî got ku banga rêxistinê bo çekdarên biyanî ku birevin "hewildana xelasê ya dawaî ye" daku careke din li derveyî ya jê re tê gotin "erda bihêzkirinê" xwe komî ser hev bikin.

"DAIŞ dixwaze sûdê ji tevlihevî û ewlekarîya lawaz li hin deverên taybet li seranserê cîhanê werbigire daku navedine terorîst ên piçûk durist bike û paşê wan mişt tecnîdbûyên nû bike," Ebû Rexîf got.

Arastekirina DAIŞê ji çekdarên xwe re ku ji Sûrîyayê birevin bi awayekî diyar eşkere dike "ku stratîjîya wê hatiye guhertin daku ji nû ve belav bibin ji ber şert û mercên şer", pisporê stratîjîya serbazî Mutez Muhyî Ebdul Hemîd ji Diyaruna re got.

Wî got ku ev guhertina stratijîyê nîşaneke têkçûna rêxistinê ye, lê wî hişyarî da ku rêxistineke alozdar mîna DAIŞê dibe ku li dever yan jîngehine ku ewlekarîya xurt li wan nîne û cihên ku alozî û tevlihevîyên siyasî li wan heye derkeve holê.

ji ber vê yekê pêwîstî heye ku "xebat berdewam be daku rêxistinê ji kokê were hilkirin û şerê wê li ser asta serbazî û îdyolojî were kirin", Ebdul Hemîd got.

Ebû Rexîf bang bo berdewamkirina alîkarîya navdewletî û vegustina agahîyan kir bo rêgirtin li ber geşbûna terorê li her cihekî li cîhanê.

Wî got ku piştgirîya hevpeymanîya navdewletî bo artêşa Îraqî di şerên rizgarkirinê yên li dijî DAIŞê û operasyonên ewlehî li dijî bermayîyên rêxistinê de, gefa wê kêm kirine.

Ji ber vê yekê, "divê em tu carî rê nedin rêxistinê ku careke din li welatine din belav bibe".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500